Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû 2018-04-19 12:55:09 ENQERE – Zanyarê siyasî Doç. Dr. Burak Bîlgehan Ozpek, êrîşên DYA Îngilîstan û Fransa ya li ser Sûriye û operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê nirxand û got: "Operasyona li dijî Efrînê ne pêwist bû." Ger ku Tirkiye ji Efrînê vekişe û destûr nede DYA balafirgeha Încirlikê li dijî cîranê wê bikar bîne dê bi hêsanîtir pêvajoyê derbas bike." Zanyarê siyasetê û Hîndekarê Zanîngeha  Teknolojî û Aboriyê ya TOBB'ê Doçent Doktor Burak Bilgehan Ozpek, têkildarî êrîşa DYA ya li dijî Sûriye û ketina Tirkiye ya Efrînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.  Ozpek, anî ziman ku ew ne bawer e ku Kriza Suriye rê li pêş şerê 3’emîn ê cîhanê veke û wiha got: "Di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de enî hatibûn avakirin. Hikûmeta Hitler bêtir ketibû rewşa êrîşkar, lê niha rewşa êrîşkariya Alman zêde nayê xuyakirin. Dibe ku Çîn leşkerên xwe zêde bike û di nava 30 salên peş de li dijî DYA derkeve qada şer. Lê ez bawer nakim ku niha Sûriye pergalan bîne hemberî hev û eniyan ava bike. Ez bawer nakim ku artêş li hemberî hev şer bikin û bajar bên xerakirin. Ez ne bawerim hêzên mezin li Sûriye hêm hemberî hev. Niha ne pêkan e DYA û Rusya bên hemberî hev.    Ji ber ku kapasiteya leşkerên Rûs ji ya DYA'yê gelek kêmtir e. Niha ji şerên yekem û duyem yên cîhanê cudatir em qala çekên nukleer dikin. Niha pişta xwe dispêrin çekên nukleer û xwe li ser piyan dihêlin. Lê ji ber ku nikarin çekên nukleer bizar bînin serî li çekên konvansiyonel yên herêmî bikar tînin. Dema em li lêçûnên leşkerî dinerin em dibînin ku DYA 600 milyar dolar li leşkeriyê xerç kiriye. Lê Rûsya 50 milyar dolar pere li leşkeriyê xerç kiriye. Di vir de jî xuya dike ku DYA ji Rûsya gelek zêdetir amadekariya leşkerî kiriye. DYA û Rûsya 8 salin di şerê navxweyî de hewl dan pêl li piyên hev nekin. Niha jî hewl didin neyên hemberî hev."    Ozpek, da zanîn ku Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, di gotarek xwe de got 'Me wekî Tirkiye li dijî rejîma Esad helwest girtiye. Li ser daxwaza DYA me ev helwest girt.' Dema Tirkiye li hemberî Esad ev helwest nîşan da jî teqez bawer kir ku DYA dê rejîma Esad ji holê rake û baweriya xwe bi DYA'yê anî. Bawer kir ku biratiya Mislimanan pêş bixe û ji Stenbolê dest pê bike heta Heleb, Şam, Gazze, Kahire, Trablus, Bingazî Tunus axê bi dest bixe. Hedê xwe derbas kir. Şoreşa li Sûriye dest pê kir nexist nava hesabê xwe. Dîsa geşedanên li Tunus, Misir û Libya nexist nava hesab. Piştî Tirkiye dît ku DYA mudaxaleyî herêmê nake, eksena xwe guhert. Berê xwe da Îran û Rûsya. Ket nava pêvajoya Astana."    TIRKIYE ENIYA XWE GUHERT    Ozpek, da zanîn ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê giraniya xwe ya li meclîsê winda kir, pêvajoya çareseriyê xelas kir û pêva girêdayî helwesta xwe ya li dijî komên kurdan ên li Sûriye jî guhert. Piştî pêvajo xelak kir Îtîlafa di navbera kurdên Sûriye û Enqere de jî êdî wekî berê pêş neket. AKP di ewlehiya navxweyî de bêtir serî li polîtîkayên nijadperest, mîlîtarîst, ewlekariyê da. AKP di polîtikayên hundir de serdestî û serweriya xwe xurt bi zext û zorê xurt kir. Êdî berê xwe da Îran û Rûsya. Pişta xwe da demokrasiyê. Li şûna DYA û NATO, Rûsya û Îran tercîh kir. Dibe ku di mijara Efrînê de welatiyekî tirk û welatiyê nijadperest bawer bike ku ev operasyon ji bo ewlehiya neteweyî be. Lê di rastiyê de ev operasyon ji bo parastina îktîdara AKP’ê ye. Ji bo vê yekê jî piştgiriya Rûsya xwest. Tirkiye û Rûsya bi hevkarî li dijî Efrînê operasyon pêk anîn. Tirkiye çi winda kir û çi bi dest xist ev yek nehat hiqaşkirin."   Li gorî nerîna min Tirkiye ji bo têkeve Efrînê di qada Enerjiyê de tawîz da Rûsya. Ji bo fuzeyên S-400 ji Rûsya bistîne pêşin pere dane. Derketine ji sînorê NATO  daye ber çavên xwe. Li hemberî van yekan li Akkuyu tawîza Santrala Nukleer daye. Tirkiye ji bo têkeve navçeya Efrînê di milê ewlehiya neteweyî de di gelek kadan de tawîz daye Rûsya. Endamtiya Tirkiye ya NATO ketiye talûkeyê. Tu carî rastiya Efrînê di qada rasnonel de nehat niqaşkirin.  Operasyona Efrînê ji bo Tirkiye çi bi dest xist û çi winda kir qet nehat niqaşkirin."      Li gorî min operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê operasyonek ne pêwist bû. Ji bo polîtîkayên Tirkiye yên derve şaşiyek bû. AKP'êpiştî operasyona Sûriye dît ku ger rejîma Esad hilweşe jî dê dîsa komên Îslamperest û komên muxalif ên Îslami dê dîsa derkevin ser dikê. Dê dîsa li Sûriye qada erka xwe berfireh bikin. Dît ku di vir de divê destekê bide aktora DYA û koalisê. Ger ku DYA dîsa bi AKP'ê re li hev bike û di polîtikaya Suriye deAKP'ê qebûl bike, dibe ku dîsa di navbera AKP û Kurdan de aştiyê pêk bîne. Ev yek jî Efrîn û Idlib a di serdema AStana de AKP'ê bi dest xistiye dê dîsa ji destê wê derkeve.    Li gorî daxuyaniyên rayedarên OSO ger ku li dijî Esad operasyonek dijwar pêk bê, dê ABD jî piştgiriyê bide wan. Ger ku Tirkiye bi serê xwe biryar bide û bê alî bimîne, piştgiriya DYA Red bike, dibe ku biryarên OSO bandorê li ser Tirkiye bike. Ji ber ku OSO ne dewlet e û biryarê wê tenê wê eleqeder dikin. An dê AKP, xwe li gorî OSO û DYA di heman xetê de pênase bike, an jî dê Efrîn û Îdbilê    AKP, bi vê operasyonê peyam girt ku temenê Esad ne dirêj e. DYA li Rojhilata Navin polîtîkayên nû pêş dixe. Di pêşeroja Sûriye de Tirkiye jî xwedî rol e. Ji ber vê yekê ger ku ji Astana dûr bikeve û nêzî Cenevre bibe dê bêtir destkeftiyan bi dest bixe. Divê Tirkiye êdî sînorekî têxe nava xwe û Rûsya. Dîsa divê sinorekî têxe nava xwe û DYA jî. Her kes dizane ku Tirkiye dikare bi destûra DYA li dijî Minbiçê operasyonê pêk bîne û bi destûra Rûsya li dijî Tel Rıfatê operasyonê pêk bîne. Ji ber vê yekê divê hemwext van aliyan iknak bike. Divê êdî dest ji polîtîkayên rojane berde. "   MA / Berivan Altan