Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî

  • rojane
  • 15:09 18 Nîsan 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Di doza Nisêbînê de krîza parastina bi zimanê kurd derket. Şandeya dadegehê, daxwaza parastina kurdî ya Dîlber Tanrikulu asteng kir û bi gotina “Nexwe mafê xwe yê bêdengiyê bi kar bîne” û mûdaxileyê Tanrikulu kir. Bi îtirazê re rageşî derket. 

2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ya 50’î kesên di 26’ê Gulana 2016’an de piştî qedexeya derketina derve ya li Nisêbinê hatin tehliyekirin û girtin, di roja sêyemîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, li Salona avahiya Midûriyeta Bajêr a Merdînê ya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) berdewam dike. Girtî û parêzer di salonê de ama de bûn. Malbata girtiyekê xwest  bikeve salonê, lê rayedaran bêyî hincetê nîşan bidin destûr nedan. Hin xizmên girtiyan û rojnameger piştî kontrola GBT’ê demek şûnde derbsî salona danişînê bûn. Danişîn bi tespît kirina nasnemeyan dest pê kir û li bendê ye ku girtiyên berê parastin nekiribûn, bi axivin.
 
MÛDAXILEYÊ PARASTINA BI KURDÎ KIRIN
 
Girtî Dîlber Tanrikulu ya xwest bi kurdî parastinê bike, rastî mûdaxileya şandeya dadgehê hat. Heyetê destûr neda bi kurdî parastinê bike. Lê Tanrikulu xwest parastina xwe bi kurdî bike. Şandeya dadgehê li ser vê yekê ji Tanrikulu re got: “Parastina xwe bi Tirkî bike. Nexwe mafê xweyê bêdengiyê bikar bîne.”
 
Tanrikulu, li ser vê yekê, diyar kir ku ew naxwaze bi Tirkî parastinê bike û wiha got: “Ez dixwazim bi kurdî parastinê bikim. Ez naxwazim mafê xwe yê bêdeng bûnê jî bikar bînim.” Piştî parêzeran mûdaxileya şandeya dadgehê îtîraz kirin û şûn de şandeya dadgehê got ku “Em mafê parastinê yê kesekê ji  destê wê nagirin.” Ji ber gengeşiya derket, li şûna Tanrikulu, Nurullah Akyuz parastina berdewam kir.
 
‘DI ÎŞKENCEYÊ DE DESTÊ MIN ŞIKANDIN, LÊ RAPOR NEDAN MIN’
 
Akyuz, parastin xwe bi kurdî kir û bertek nîşanî mûdaxileya bi zimanê kurdî parastinê kirin da. Akyuz, diyar kir ku gava ew ji taxê hatin tehliye kirin, îşkence li wan hat kirin û wiha axivî: “Ez rastî pêkanînê faşîzan ên dewletê hatim. Di bin îşkencê de destê min şikandin, lê rapor nedan min. Bi darê zorê îfadeya min girtin.”
 
Akyuz, da zanîn ku di salên 1992’yan de bi darê zorê gundê xwe yê navçeya Hezexa Şirnexê vale kirin û wiha got: “Ji ber zilma dewletê me koçî Mêrsînê kir. Ez bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû mam. Weke zarokekê, bi zimanê min qet ne dizanî hatim perwerde kirin.  Ev polîtîkayên pişavtinê li ser min travmayên mezin ava kirin. Zimanê dayîka min xwestin bi min bidin ji bîr kirin. Heya temenê xwe yê ciwantiyê bi pêkanînên faşîzan re rû bi rû mam. Vê yekê rastiya hebûna min û mafê min, bi min da nîşandan. Lêgerîna min bihêztir kir. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên ser gelê kurd, hişt ku ez beşdarî têkoşînê bibim. Raman û paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo lêgerînên min bûn bersiv.”
 
PIŞTÎ BEŞDARÎ PKK’Ê BÛM MIN BAŞTIR LI TIŞTÊN TÊN JIYÎN MÊZE KIR’
 
Akyuz, bal kişand ser êrîşên li ser siyaseta kurd û wiha bilêv kir: “Hemû rêyên demokratîk ên pêşberî kurdan hatin girtin. Vê hişt ku têkoşîn hîn pêşdetir bikeç. Ez jî bi PKK’ê re dam nasandin. Piştî beşdarî PKK’ê bûm, min baştir li tiştên tên jiyîn mêze kir. Hevdîtinên Oslo û banga agirbestê ya Abdullah Ocalan hevî dan hemû gelan. Lê li dijî vê yekê dewlet û hikûmet ketin dewrê. Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd di vê pêvajoyê de hatin qetilkirin. Bi vê xwestin pêvajo bi dawî bibe. Lê pêvajoya Birêz Ocalan dayî destpêkirin, da nîşandan ku hemû gel li ser vê axê dikarin bi hevre bijîn. Bu sembola aştî û yekitiyê. Lê niyeta dewletê xerab bû û nexweş ev pêvajo berdewam bike.”
 
‘SÎNORÊN HOVÎTIYÊ DERBAS KIRIN!’
 
Akyuz, da zanîn ku AKP bi tecrîta girankirî ya danî ser Ocalan, dixwaze desthilatdariya xwe berdewam bike û wiha pê de çû: “AKP’ê biryara şer da. Pêkanînên li ser gelê kurd, sînorên hotiyê derbas kirine. Ji bo ez li hemberî vê bêdeng neminim, min dest bi têkoşînê kir. Li hemberî evqas zilm û êrîşan, çawan dibe ku mirov bêdeng bimîne? Dûre mîna kesayetek kurd, min xweseriya demokratîk xwest û ev yek parast.”
 
‘RÊVEBERIYA XWESER Û PARASTINA XWESER MAFEK DEMOKRATÎKE’
 
Şandeya dadgehê di dema parastina Akyuz de navberek kurt da û piştî navberê girtî Ferhat Dogan, diyar kir ku ew nexweşe û dixwaz kir ku parastina xwe bike. Şandeya Dadgehê daxwaza Dogan qebûl kir û li ser vê yekê Dogan dest bi parastinê kir.
 
Dogan, diyar kir ku mîna sivîlekê li Nisêbînê bû û wiha got: “Piştî em ji navçeyê hatin tehliye kirin, em rastî mualeya xerab hatin. Ji xwe 25 kesên derbarê min de îfadeyên derew dayîn, bi nakok hatin dîtin. Li Nisêbînê min xwest bibim bersiv ji berxwedana li dijî êrîşan re. Kesên li wir komkujî û pêkanînên xerab pêk anîn divê bên mehkûm kirin. Li dijî ‘plana têkbirinê’ rêveberiyên xweser û parastina xweser mafên herî demokratîkkin. Gelê kurd li dijî pêkanîna plana têkbirinê bersiva harî pêwîst da û dê ev bersiv dayîn bedewam bike.”
 
Şandeya dadgehê dinavbera parastina Dogan de, navber nîvro da.

Sernavên din

20/04/2018
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye
09:12 'Mislimanên nebûne yek li dijî kurdan bûn yek
09:11 Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye
09:10 Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin
09:10 Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin!
09:09 'Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin herêma tampon'
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN
08:49 Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir
08:24 Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin
18/04/2018
20:24 Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin
19:27 Li Efrînê cenazeyê jineke hatiye kuştin hat dîtin
18:06 OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin
17:23 Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Vuralhan hat kuştin
17:22 Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe
17:04 Li Riha û Dîlokê girtin
16:59 Dîroka ezmûna YKS’ê hat guhertin
16:35 Li Bestayê leşker qadên koçeran topbaran dikin
16:22 Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh
16:15 Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî
16:10 Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê
15:42 Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir
15:36 Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê hat berdan
15:27 Êzîdiyên Êlih û Mêrdînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
15:09 Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî
14:49 Yolerî: Hişmendiya mêr, naxwaze têkiliya mêrantiyê û îstîsmarê bibînin
14:02 Parêzerê Akademîsyenên Aştiyê: Ji bo DMME'ê qîmeta xala 301'an tune
13:55 ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir
13:46 Ser întîharên qada tenduristiyê vedişêrin
13:45 Doza Fîncanci, Onderoglu û Nesîn taloq bû
13:04 Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin
12:47 Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
12:46 Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê
11:36 HDP piştî niqaşên hilbijartinê dadikevin qadan
11:20 Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin
11:00 Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir
10:51 Bijîşkê Avrînê: dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin
10:35 Serpelê ji kar hat avêtin li ber şaxa leşkerî întîhar kir
10:19 Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin
10:03 Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin
09:53 Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye
09:52 Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin
09:51 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
09:50 ‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye
09:50 Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve
09:49 Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev
09:49 Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk