Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî 2018-04-18 15:09:04 MÊRDÎN - Di doza Nisêbînê de krîza parastina bi zimanê kurd derket. Şandeya dadegehê, daxwaza parastina kurdî ya Dîlber Tanrikulu asteng kir û bi gotina “Nexwe mafê xwe yê bêdengiyê bi kar bîne” û mûdaxileyê Tanrikulu kir. Bi îtirazê re rageşî derket.  2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ya 50’î kesên di 26’ê Gulana 2016’an de piştî qedexeya derketina derve ya li Nisêbinê hatin tehliyekirin û girtin, di roja sêyemîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, li Salona avahiya Midûriyeta Bajêr a Merdînê ya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) berdewam dike. Girtî û parêzer di salonê de ama de bûn. Malbata girtiyekê xwest  bikeve salonê, lê rayedaran bêyî hincetê nîşan bidin destûr nedan. Hin xizmên girtiyan û rojnameger piştî kontrola GBT’ê demek şûnde derbsî salona danişînê bûn. Danişîn bi tespît kirina nasnemeyan dest pê kir û li bendê ye ku girtiyên berê parastin nekiribûn, bi axivin.   MÛDAXILEYÊ PARASTINA BI KURDÎ KIRIN   Girtî Dîlber Tanrikulu ya xwest bi kurdî parastinê bike, rastî mûdaxileya şandeya dadgehê hat. Heyetê destûr neda bi kurdî parastinê bike. Lê Tanrikulu xwest parastina xwe bi kurdî bike. Şandeya dadgehê li ser vê yekê ji Tanrikulu re got: “Parastina xwe bi Tirkî bike. Nexwe mafê xweyê bêdengiyê bikar bîne.”   Tanrikulu, li ser vê yekê, diyar kir ku ew naxwaze bi Tirkî parastinê bike û wiha got: “Ez dixwazim bi kurdî parastinê bikim. Ez naxwazim mafê xwe yê bêdeng bûnê jî bikar bînim.” Piştî parêzeran mûdaxileya şandeya dadgehê îtîraz kirin û şûn de şandeya dadgehê got ku “Em mafê parastinê yê kesekê ji  destê wê nagirin.” Ji ber gengeşiya derket, li şûna Tanrikulu, Nurullah Akyuz parastina berdewam kir.   ‘DI ÎŞKENCEYÊ DE DESTÊ MIN ŞIKANDIN, LÊ RAPOR NEDAN MIN’   Akyuz, parastin xwe bi kurdî kir û bertek nîşanî mûdaxileya bi zimanê kurdî parastinê kirin da. Akyuz, diyar kir ku gava ew ji taxê hatin tehliye kirin, îşkence li wan hat kirin û wiha axivî: “Ez rastî pêkanînê faşîzan ên dewletê hatim. Di bin îşkencê de destê min şikandin, lê rapor nedan min. Bi darê zorê îfadeya min girtin.”   Akyuz, da zanîn ku di salên 1992’yan de bi darê zorê gundê xwe yê navçeya Hezexa Şirnexê vale kirin û wiha got: “Ji ber zilma dewletê me koçî Mêrsînê kir. Ez bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû mam. Weke zarokekê, bi zimanê min qet ne dizanî hatim perwerde kirin.  Ev polîtîkayên pişavtinê li ser min travmayên mezin ava kirin. Zimanê dayîka min xwestin bi min bidin ji bîr kirin. Heya temenê xwe yê ciwantiyê bi pêkanînên faşîzan re rû bi rû mam. Vê yekê rastiya hebûna min û mafê min, bi min da nîşandan. Lêgerîna min bihêztir kir. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên ser gelê kurd, hişt ku ez beşdarî têkoşînê bibim. Raman û paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo lêgerînên min bûn bersiv.”   PIŞTÎ BEŞDARÎ PKK’Ê BÛM MIN BAŞTIR LI TIŞTÊN TÊN JIYÎN MÊZE KIR’   Akyuz, bal kişand ser êrîşên li ser siyaseta kurd û wiha bilêv kir: “Hemû rêyên demokratîk ên pêşberî kurdan hatin girtin. Vê hişt ku têkoşîn hîn pêşdetir bikeç. Ez jî bi PKK’ê re dam nasandin. Piştî beşdarî PKK’ê bûm, min baştir li tiştên tên jiyîn mêze kir. Hevdîtinên Oslo û banga agirbestê ya Abdullah Ocalan hevî dan hemû gelan. Lê li dijî vê yekê dewlet û hikûmet ketin dewrê. Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd di vê pêvajoyê de hatin qetilkirin. Bi vê xwestin pêvajo bi dawî bibe. Lê pêvajoya Birêz Ocalan dayî destpêkirin, da nîşandan ku hemû gel li ser vê axê dikarin bi hevre bijîn. Bu sembola aştî û yekitiyê. Lê niyeta dewletê xerab bû û nexweş ev pêvajo berdewam bike.”   ‘SÎNORÊN HOVÎTIYÊ DERBAS KIRIN!’   Akyuz, da zanîn ku AKP bi tecrîta girankirî ya danî ser Ocalan, dixwaze desthilatdariya xwe berdewam bike û wiha pê de çû: “AKP’ê biryara şer da. Pêkanînên li ser gelê kurd, sînorên hotiyê derbas kirine. Ji bo ez li hemberî vê bêdeng neminim, min dest bi têkoşînê kir. Li hemberî evqas zilm û êrîşan, çawan dibe ku mirov bêdeng bimîne? Dûre mîna kesayetek kurd, min xweseriya demokratîk xwest û ev yek parast.”   ‘RÊVEBERIYA XWESER Û PARASTINA XWESER MAFEK DEMOKRATÎKE’   Şandeya dadgehê di dema parastina Akyuz de navberek kurt da û piştî navberê girtî Ferhat Dogan, diyar kir ku ew nexweşe û dixwaz kir ku parastina xwe bike. Şandeya Dadgehê daxwaza Dogan qebûl kir û li ser vê yekê Dogan dest bi parastinê kir.   Dogan, diyar kir ku mîna sivîlekê li Nisêbînê bû û wiha got: “Piştî em ji navçeyê hatin tehliye kirin, em rastî mualeya xerab hatin. Ji xwe 25 kesên derbarê min de îfadeyên derew dayîn, bi nakok hatin dîtin. Li Nisêbînê min xwest bibim bersiv ji berxwedana li dijî êrîşan re. Kesên li wir komkujî û pêkanînên xerab pêk anîn divê bên mehkûm kirin. Li dijî ‘plana têkbirinê’ rêveberiyên xweser û parastina xweser mafên herî demokratîkkin. Gelê kurd li dijî pêkanîna plana têkbirinê bersiva harî pêwîst da û dê ev bersiv dayîn bedewam bike.”   Şandeya dadgehê dinavbera parastina Dogan de, navber nîvro da.