AMED – Li Sûrê, Mala Amedê ku tescîlkirî ye, di nav çop û gemarê de maye.
Li Sûra Amedê, piştî pevçûnên 104 rojan gelek avahiyên dîrokî jî texrîb bûn. Li gel vê gelek avahiyên ku piştî pevçûnan li ser piya man û tescîlkirî ne, niha bi tenê hatine hiştin. Yek ji van avahiyan jî Mala Amedê ye ku li Taxa Melik Ahmetê ye û tescîlkiriye. Ev mal niha di nav çop û gemarê de maye û bi rûxandinê re rû bi rû maye.
Rewşa mala navborî jî nîşan dide ka Midûriyeta desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî yên Amedê bi awayekî çawa nêzî avahiyên tescîlkirî dibe.