Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve 2018-04-18 09:50:06 AMED – Li Sûrê, Mala Amedê ku tescîlkirî ye, di nav çop û gemarê de maye.  Li Sûra Amedê, piştî pevçûnên 104 rojan gelek avahiyên dîrokî jî texrîb bûn. Li gel vê gelek avahiyên ku piştî pevçûnan li ser piya man û tescîlkirî ne, niha bi tenê hatine hiştin. Yek ji van avahiyan jî Mala Amedê ye ku li Taxa Melik Ahmetê ye û tescîlkiriye. Ev mal niha di nav çop û gemarê de maye û bi rûxandinê re rû bi rû maye.    Rewşa mala navborî jî nîşan dide ka Midûriyeta desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî yên Amedê bi awayekî çawa nêzî avahiyên tescîlkirî dibe.