Doza Nisêbînê de parastin: Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê

  • rojane
  • 17:11 16 Nîsan 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Parastina kesên di qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê hatin tahliyekirin û girtin didome. Di parastinan de li dijî êrîşên li ser Efrînê bertek hatin nîşandan û girtiyan gotin: “Heke hûn bi tang û topan bikevin Cizîr, Sûr û Nisêbînê, dê gel jî xwe biparêz e. Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê.” 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û bi mehan dewam kiribû. Di 26’ê Gulana 2016’an de nêzî 70 kesî hatin tahliyekirin û piştî îşkence li wan hat kirin, hatin girtin. Ji 67 kesên ji vê dozê tên darizandin 2’yemîn a danişîna 50 kesan îro dest pê kir. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku birine avahiya Miduriyeta Saziya Ewlehiya Civakî ya Mêrdînê tê lidarxistin. Girtî ji girtîgehên Tokat, Xarpêt, Mêrdîn û Siwêregê anîn salona danişînê. 
 
Piştî tespîta nasnameyan danişînê bi parastinan dest pê kir.
 
‘MIN PIŞTEVANÎ DA MAFÊ BIXWERÊVEBERINA KURDAN A MAFDAR’ 
 
Ewil Îsmaîl Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtiye parastina xwe kir. Yilmaz, diyar kir ku ew endamê Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst (MLKP) ye û bal kişand ser tuzika di partiya wan da ya “Mafê navneteweyî yê xwe bi xwe çarenûsa tayînkirin.” Yilmaz anî ziman ku ji bo ew çarenûsa xwe tayîn bike destek daye gelê kurd û demek dirêj e jî li ser gelê kurd zextên gelek giran hene. 
 
Yilmaz êrîşên TSK’ê û OSO’yê yên li dijî Efrînê şermezar kir û got: “Elbet li Sûriyeyê û li gelek deverên cîhanê gelên bindest rêveberiyên xwe ava dikin û dê xwe bi xwe birêve bibin. DAIŞ li serê hemû gelên cîhanê bû bela. Yên ku bedala vê barbariyê herî zêde didin gelên li Tirkiyeyê ne.” 
 
‘DÊ BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ BIBE RONIYA SIBEROJÊ’ 
 
Yilmaz di berdewama parastina xwe da zanîn ku daraza Tirkiyeyê ne serbixwe ye û wiha domand: “Gelên li Tirkiyeyê di bin zextên faşîzmê de tên girtin. Dibe ku xwerêveberî îro bi ser neketibe. Komuna Parîsê 70 roj dewam kiribû. Me ronahiya berxwedana xwerêveberiyê ji Komuna Parîsê girt. Dê ronahiya xwerêveberiyên van rojan jî bibin ronahiya siberoja me.” 
 
‘DIVÊ KU PERGAL BÊ DARIZANDIN’ 
 
Yilmaz di berdewama parastina xwe ev tişt anî ziman: “Serokomarê vî welatî her roj radibe heqaretê li hin kesan dike. Yek tîp û faşîzmê pêk tînin. Tiştên îro diqewimin û tiştên Hîtler kirin tu cudahiya wan ji hev nîne. Divê yên ku li vir bihatana darizandin pergalbûya. Encax heke ku hûn bêjin dê dadgehek dê bidarizîne heye, n anîne. Bendewariyê tu kesî li vir ji ‘edaletê’ nîne. Yên dê wan bidarizînin gel, karker û kedkarê vî welatî ne.” 
 
Yilmaz parastina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dê Rojava bi ser bikeve. Dê dagirker biçin û gel bi ser bikevin. Teqez em ê vê rojê ango tavê bibînin.” 
 
Yên li salonê bi lêdana çepikan destek dan parastina Yilmaz. 
 
'DARBE BERDEWAM DIKE'
 
Endamê MLKP’ê Suleyman Goksel Yerdut jî parastin kir û behsa darbeya leşkerî ya ji paşerojê, heya roja îro kir. Yerdut, diyar kir ku awayê darbeye hatiye guhertin û bi destê AKP’ê îro tê birêvebirin. Yerdut, anî ziman ku darbeya sivîlan a AKP’ê li dijî hemû gelan e û wiha got: “Li hemberî vê rewşê emê tu carî bêdeng nemînin û em binavê şehîdên şoreşê soz didin. Cihekê ku herî zêde lê tarîbûn hebe, cihê herî zêde nêzî berbangê ye. Ez weke ewladekê gelên Tirkiyeyê, welek helwestek mirovî û şoreşgertî van polîtîkayan şermezar dikim.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN BILA AKP BIJÎ, MIROV BIMIRIN DI DEWRÊ DEYE'
 
Yerdut, da zanîn ku piştî pêvahoya çareseriyê bi dawî bû, tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir bû û wiha bilêv kir: “Ger hûn bi tank û topan bikevin Cizîr, Sûr û Nisêbînê, bêguman dê gel xwe biparêze. Polîtîkayên li dijî Kurdan ên AKP’ê dê welat ber bi wêrankirinê ve bibe. AKP dinava tirs û fikaran deye. AKP ji ber dijminantiya gelê Kurd har û dîn bûye.  AKP polîtîkayên bila AKP bijî, lê mirov bimirin bi rêve dibe.” 
 
‘ÊN NEKARÎN AŞTIYÊ BÎNIN TIRKIYEYÊ, NIKARN BIBIN EFRÎNÊ JÎ’
 
Yerdut, da zanîn ku dewlet mekanîzmaya dikuşe ye û wiha berdewam kir: “Li ser çapemeniya kurd êrîş hene.  Gelên li Efrînê dinava  aştiyê de dijiyan, bûn hedefa bombebarana çeteyan û hatin kuştin. Ev hemû jenosîtin. Terorîzm eve. Dibêjin ‘emê aştiyê bibin Efrînê.’ Gelo li Tirkiyeyê aştî heye? Ên ku nekarin aştiyê bînin Tirkiyeyê, dê nikaribin aştiyê bibin Efrînê jî. Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin.”
 
Yerdut, destnîşan kir ku darizandina wan ne hiqûqiye û wiha rêz kir: “Ez hemû kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînim. Di doza ez îro têde tim darizandin de wê dorîk biryarê bide. Em ê tu carî hevalên me yên di bodrumên Cizîrê de hatin şewitandin, ji bîr nekin. Li ser navê bindestan ez li vê derê têm dadgeh kirin. Serê min bi vê yekê bilinde û şanazim.” 
 
Yerdut bertek nîşanî gotinên “Rêxistina terorê” yên di îdîanameyê de derbas dibûn jî da û wiha bi dawî kir: “Ger meqamên îdîayê li ‘rêxistinek terorê’ digirin, bila li AKP’ê mêze bikin bese.” Şandeya Dadgehê ji Yerdut re got “Te parastin nekir, te tenê ramanên xwe anîn ziman.” Yerdut jî li ser vê yekê got, “Ji ber ku darizandinek adîlane tuneye, tiştên ku dibêjim evqasin.” 
 
 
 
 

Sernavên din

18/04/2018
09:47 Derhênerê Kaçiş: Li herêma şer mirin ji jiyanê zehmetir e
09:46 Karkerî an jî melatî li zarokên xizanan tê ferzkirin!
09:43 Şivanên li ‘Bazara Şivanan’: Tirsa me herêmên qedexekirî ne
09:42 'Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e’
09:39 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2018'AN
17/04/2018
17:04 Nûçegihanê ETHA’yê Adil Demîrcî hat girtin
16:58 Daxawaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
15:44 Salek û 3 meh ceza li dîroknas Ayşe Hur birîn
15:28 Li Amedê starta 1’ê Gulanê hat dayîn
15:27 23 kesên belavoka 1'ê Gulanê belavkirin sewqî dadgehê kirin
15:26 Di doza Nisêbînê de parastina ‘xwerêveberiyê’
15:00 Bi lez ‘Hevparên HDK'ê serbest berdin
14:18 Erdogan: Ez naxwazim der barê hilbijartinê de bi axivim
13:58 Buldan: Kurd dê li dijî zilmê yekîtiya xwe deynin holê
13:48 Karkerên li pêş Şaredariya Beşiktaşê karê xwe dixwazin
13:29 Tugaya Sultan Murad û El Şerqîye li Efrînê 5 Hezar ton genim dizîn
13:29 Kesê binçavkirî rastî êrîşa çekdarî hat
13:26 Kesê îstîsmarî zarokê astengdar kir hat girtin
12:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 747’emîn serlêdan kir
12:24 6 sal û 3 meh ceza li Îhsan Elîaçik birîn
11:59 Bahçelî hilbijartina pêşwext xwest: Em nikarin heta 2019’an li ber xwe bidin
11:50 KCD’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:49 Prof. Jongerden: Tirkiye winda kir
11:24 Polîsan dayika 5 meh ducanî derb kirin
10:55 HPG’ê çekên 8 cerdevanan desteser kir
10:48 Farqînî: Dewletên serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin
09:31 Guldexwînan rengê xwe da xwezayê
09:30 Li nav Efrîniyên koçî Şehbayê kirin jana zirav berbelav dibe
09:29 Lîstika ‘Hefteya Rojbûna Pîroz’ a Hîzbullahê
09:28 ‘Her meh em deyndarê dewletê ne’
09:28 Şaxên zeytûnan di dest wan de man
09:27 Şaredariya DBP’î bike sûc e, qeyûm bike xizmet e!
09:26 35 salin bêrîvaniyê dike
09:25 Qîmeta xwezayê di rîçala îsotên a tûj de veşarî ye
09:25 Helbestên bi dizîka dinivîsand, ew bêtir bi jiyanê ve girêda
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2018'AN
16/04/2018
18:44 163 rêxistinên jin: Pêşnûnameya Xesandina Kimyewî paşve bikişînin
17:12 Rêxistinên navteweyî piştgirî dan Rojnameger Nedîm Turfent
17:11 Doza Nisêbînê de parastin: Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê
16:31 Êrîşên Sûriye ji bo Tirkiye refê xwe diyar bike bû hişyarî
16:03 56 rêxistinên ekolojiye Yekîtiya Ekolojiyê ragihandin
15:41 HDP: Davutoglu, Fîdan, Akdogan û Ala biçin şahidiyê bikin
15:29 Îhaleya Fabrîkeya Şekir a Erziromê bê daxwaz bi dawî bû
15:22 Zilamê Emîne Demîrcî kuşt, dê serbest bê darizandin
15:22 Ne OHAL demokrasî
15:02 Dadgehê cara dawî ji bo Demîrtaş dem nas kir
14:38 Li Êlihê qeza: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:24 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Sûr û Heskîf mîrateya hevpar e
14:23 Karkerê ji kar hat havêtin, li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kir
13:34 Sekreterê Giştî yê NATO: Operasyon Sûriyeê peyamek vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
13:26 Polîsan çalakiya li dijî OHAL’ê ya CHP’ê asteng kir
13:16 ESP: Binçavkirin nikarin vîna me bişkênin
12:51 Polîsan bi ser gundê Colemêrgê de girtin
12:21 Rayedarek rejîma Sûriyeyê: Rûsya cihê rastî êrîşê hatin, berê ji me re ragihand
11:47 2'yemîn danişîna doza Nisêbînê dest pê kir
11:24 Di meha Çile de bêkarî zêde bû
11:12 Malpera Jineolojî bi zimanê farisî dest bi weşanê kir
10:32 Aborînas Nas: Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne
10:28 Leşkerên TSK'ê li ser sînor welatiyek Rojava îşkence kirin
10:20 Li Bestayê êrîş: 3 leşker hatin kuştin
10:15 ATK’ê, polîsê 5 kesan pelçiqand û kuşt ‘bêqisûr’ dît
09:58 Bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan: Rêzê nişanî navendên baweriyên me bidin
09:31 Fatma ya bi salane şivantiyê dike: Ez û xweza bûne yek
09:30 'Rojek berê destûra înşaat Akkuyu derket'
09:28 ‘Emê ji bo ked û nasnema xwe di 1’ê Gulanê de li qadin bin’
09:28 Qawîşa xweseran ferzî girtiyan dikin
09:27 Taşçier: Ji bo kongreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin
09:26 Pîra 81 salî bi komkirina kartonan debara xwe dike
09:25 Bozgeyîk: Em dê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin
09:25 Derhêner Konar: Min xwest derûniya zarokên Kurd vebêjim
09:23 Li şûna tuala caw li ser text suretan xêz dike
09:23 Dozger pêwistî bi lêpirsîna mirina Mehmet Tunç nedît
09:21 Dikandarên Kemeralti: Me têra xwe îflas kiriye, tiştên din çîrokin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2018'AN
07:48 Odeya Tabîban a Amedê Hevserokên xwe hilbijart
15/04/2018
17:18 Fîkret Başkaya: Oldarên polîtîk tu projeyek wan ê civakî tuneye
16:31 Benlîsoy: Ger DYA bibe hêz, dê rêya Sûriye li Tirkiye bigire
16:26 Ji Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê banga Efrînê: Bêdeng nemînin, gav bavêjin
15:32 'Dê ne li gorî DYA û ne jî gor Rûsya çêbe, çareseriyek hevpar me dîtiye'
15:24 Akdogan ê HDP'î: Pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye
14:58 Ji jinan banga 1’ê Gulanê: Em ê bi hevre bi serbikevin
14:57 Fîlmê ‘Hewno Bêreng’ hat pêşandan
14:12 Li Helebê taxa dest ji berxwedanê bernade: Şêxmaqsûd
11:46 Weşanxaneya Otonom: Naxwazin em xwe bigînin rastiyan
11:33 Karkerên li Çelê bi çekan dixebitin kîne?
10:43 Li Wanê qedexeya neçîrê dest pê kir
10:38 YE: Tirkiye beropaş gavên mezin avêtiye
10:06 ‘Ji bo stran û şanoyê pêdiviya me bi rohanî û salonan tune ye'
09:22 Li Cizîrê dixwazin xaniyê li ser piya maye jî hilweşînin
09:21 Hem şîfa ye hem debar e
09:21 Ozugurlu: Êrîşên li ser Efrinê rê li pêş êrîşa li ser Gutayê vekir
09:20 Li Şakranê girtî bi droneyan tên şopandin!
09:19 ‘Jiyana gund ji ya bajar gelek çêtir e'
09:18 2 sal derbas bûn hîn jî îdianame doza Gemsîzê nehatiye amadekirin
09:17 Pirtûka Jessica Schiefauer ‘Oglanlar’ li Tirkiyeyê jî hat çapkirin
09:17 Karkerên li ber xwe didin li benda 1’ê Gulanê ne
09:16 Karkerên Sûriye bi keda erzan karê giran dikin
09:15 Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin
09:14 Mêran got ‘hûn nikarin bikin’, lê wan Mala Sabûnê ava kir
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2018'AN