Doza Nisêbînê de parastin: Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê 2018-04-16 17:11:31 MÊRDÎN – Parastina kesên di qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê hatin tahliyekirin û girtin didome. Di parastinan de li dijî êrîşên li ser Efrînê bertek hatin nîşandan û girtiyan gotin: “Heke hûn bi tang û topan bikevin Cizîr, Sûr û Nisêbînê, dê gel jî xwe biparêz e. Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê.”  Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û bi mehan dewam kiribû. Di 26’ê Gulana 2016’an de nêzî 70 kesî hatin tahliyekirin û piştî îşkence li wan hat kirin, hatin girtin. Ji 67 kesên ji vê dozê tên darizandin 2’yemîn a danişîna 50 kesan îro dest pê kir. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku birine avahiya Miduriyeta Saziya Ewlehiya Civakî ya Mêrdînê tê lidarxistin. Girtî ji girtîgehên Tokat, Xarpêt, Mêrdîn û Siwêregê anîn salona danişînê.    Piştî tespîta nasnameyan danişînê bi parastinan dest pê kir.   ‘MIN PIŞTEVANÎ DA MAFÊ BIXWERÊVEBERINA KURDAN A MAFDAR’    Ewil Îsmaîl Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtiye parastina xwe kir. Yilmaz, diyar kir ku ew endamê Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst (MLKP) ye û bal kişand ser tuzika di partiya wan da ya “Mafê navneteweyî yê xwe bi xwe çarenûsa tayînkirin.” Yilmaz anî ziman ku ji bo ew çarenûsa xwe tayîn bike destek daye gelê kurd û demek dirêj e jî li ser gelê kurd zextên gelek giran hene.    Yilmaz êrîşên TSK’ê û OSO’yê yên li dijî Efrînê şermezar kir û got: “Elbet li Sûriyeyê û li gelek deverên cîhanê gelên bindest rêveberiyên xwe ava dikin û dê xwe bi xwe birêve bibin. DAIŞ li serê hemû gelên cîhanê bû bela. Yên ku bedala vê barbariyê herî zêde didin gelên li Tirkiyeyê ne.”    ‘DÊ BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ BIBE RONIYA SIBEROJÊ’    Yilmaz di berdewama parastina xwe da zanîn ku daraza Tirkiyeyê ne serbixwe ye û wiha domand: “Gelên li Tirkiyeyê di bin zextên faşîzmê de tên girtin. Dibe ku xwerêveberî îro bi ser neketibe. Komuna Parîsê 70 roj dewam kiribû. Me ronahiya berxwedana xwerêveberiyê ji Komuna Parîsê girt. Dê ronahiya xwerêveberiyên van rojan jî bibin ronahiya siberoja me.”    ‘DIVÊ KU PERGAL BÊ DARIZANDIN’    Yilmaz di berdewama parastina xwe ev tişt anî ziman: “Serokomarê vî welatî her roj radibe heqaretê li hin kesan dike. Yek tîp û faşîzmê pêk tînin. Tiştên îro diqewimin û tiştên Hîtler kirin tu cudahiya wan ji hev nîne. Divê yên ku li vir bihatana darizandin pergalbûya. Encax heke ku hûn bêjin dê dadgehek dê bidarizîne heye, n anîne. Bendewariyê tu kesî li vir ji ‘edaletê’ nîne. Yên dê wan bidarizînin gel, karker û kedkarê vî welatî ne.”    Yilmaz parastina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dê Rojava bi ser bikeve. Dê dagirker biçin û gel bi ser bikevin. Teqez em ê vê rojê ango tavê bibînin.”    Yên li salonê bi lêdana çepikan destek dan parastina Yilmaz.    'DARBE BERDEWAM DIKE'   Endamê MLKP’ê Suleyman Goksel Yerdut jî parastin kir û behsa darbeya leşkerî ya ji paşerojê, heya roja îro kir. Yerdut, diyar kir ku awayê darbeye hatiye guhertin û bi destê AKP’ê îro tê birêvebirin. Yerdut, anî ziman ku darbeya sivîlan a AKP’ê li dijî hemû gelan e û wiha got: “Li hemberî vê rewşê emê tu carî bêdeng nemînin û em binavê şehîdên şoreşê soz didin. Cihekê ku herî zêde lê tarîbûn hebe, cihê herî zêde nêzî berbangê ye. Ez weke ewladekê gelên Tirkiyeyê, welek helwestek mirovî û şoreşgertî van polîtîkayan şermezar dikim.”   ‘POLÎTÎKAYÊN BILA AKP BIJÎ, MIROV BIMIRIN DI DEWRÊ DEYE'   Yerdut, da zanîn ku piştî pêvahoya çareseriyê bi dawî bû, tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir bû û wiha bilêv kir: “Ger hûn bi tank û topan bikevin Cizîr, Sûr û Nisêbînê, bêguman dê gel xwe biparêze. Polîtîkayên li dijî Kurdan ên AKP’ê dê welat ber bi wêrankirinê ve bibe. AKP dinava tirs û fikaran deye. AKP ji ber dijminantiya gelê Kurd har û dîn bûye.  AKP polîtîkayên bila AKP bijî, lê mirov bimirin bi rêve dibe.”    ‘ÊN NEKARÎN AŞTIYÊ BÎNIN TIRKIYEYÊ, NIKARN BIBIN EFRÎNÊ JÎ’   Yerdut, da zanîn ku dewlet mekanîzmaya dikuşe ye û wiha berdewam kir: “Li ser çapemeniya kurd êrîş hene.  Gelên li Efrînê dinava  aştiyê de dijiyan, bûn hedefa bombebarana çeteyan û hatin kuştin. Ev hemû jenosîtin. Terorîzm eve. Dibêjin ‘emê aştiyê bibin Efrînê.’ Gelo li Tirkiyeyê aştî heye? Ên ku nekarin aştiyê bînin Tirkiyeyê, dê nikaribin aştiyê bibin Efrînê jî. Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin.”   Yerdut, destnîşan kir ku darizandina wan ne hiqûqiye û wiha rêz kir: “Ez hemû kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînim. Di doza ez îro têde tim darizandin de wê dorîk biryarê bide. Em ê tu carî hevalên me yên di bodrumên Cizîrê de hatin şewitandin, ji bîr nekin. Li ser navê bindestan ez li vê derê têm dadgeh kirin. Serê min bi vê yekê bilinde û şanazim.”    Yerdut bertek nîşanî gotinên “Rêxistina terorê” yên di îdîanameyê de derbas dibûn jî da û wiha bi dawî kir: “Ger meqamên îdîayê li ‘rêxistinek terorê’ digirin, bila li AKP’ê mêze bikin bese.” Şandeya Dadgehê ji Yerdut re got “Te parastin nekir, te tenê ramanên xwe anîn ziman.” Yerdut jî li ser vê yekê got, “Ji ber ku darizandinek adîlane tuneye, tiştên ku dibêjim evqasin.”