ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN

  • rojane
  • 09:00 1 Hezîran 2023
  • |
img
 
 
* Nexweşa pênceşêrê Elîf Rûşen diyar kir ku ji ber piştî erdhejê li Nexweşxaneyên Semsûrê bijîşkên nexweşiya wê neman, tevî nexweşiya xwe jî bi derfetên xwe diçe Dîlokê tedawî dibe û xwest wesayîteke taybet jê re were veqetandin. 
 
* Bi fermana waliyê Şirnexê li herêmê dar tên birîn û walî bi îdiaya “dê darên fistiqan li şûna wan bên çandin” hewl dide vê talanê rewa bike. Xelkê herêmê jî bertek nîşan da û wiha got: “Ma dema darên me hatin birîn û bêdar man dê çi ji fistiqan bikin? Bila walî vê talanê bide sekinandin.”
 
* Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz diyar kir ku Erdogan peyama ku dê mudaxileya li darazê bidome daye û got: "Li ber cibeya me ne qulpik hene ne jî bişkok. Em ê bêyî tirs têkoşîna xwe bidomînin." 
 
* Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku ji bo dawî li bêragihandina mutleq a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê serî li CPT'yê da, diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne. 
 
*Malbata Çeriyê ku ji bo debara xwe bike bi awayekî demsalî li nava zeviyan dixebite, bi van gotinan bandorên krîza aborî xulase kir: "Em bi pereyê ku 3 mehan bi dest dixin, hewl didin 9 mehan pê debara xwe bikin." 
 
* Nûçegihanê MA'yê Emrûllah Acar ku piştî 7 mehn ji girtîgehê derket, diyar kir ku ji ber nûçeyên xwe hatine sûcdarkirin û got: "Ji me kesek tenê jî li derve bimîne, wê rastî di tariyê de nemînin."
 
* Mustafa Bor ê li Geverê di serdegirtina malê de bi tundiya polîsan re rûbirû mabû wiha got: “Ev rewş 6 sal in bi awayek sîstematîk didome. Xetere li ser jiyana min heye.” 
 
* Siyasetzan Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku Erdogan di hilbijartinan de serkeftineke teqez bi dest nexistiye û wiha got: “Divê muxalefet her cureyên ku siyaseta wekhevî û azadiyê bihêz dike binirxîne.”
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 801’an de bidome. 
 
* Danişîna doza Şadiye Şanap ku piştî tehliyekirinê dîsa hatibû girtin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Kocaeliyê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay dê têkildarî pêvajoya jinûveavakirinê û plansaziya xebatê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (11.30) ZINDΠ
 
* Duyemîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku ji ber parvekirinên li ser doza Denîz Poyraz tê darizandin dê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (12.00)
 

Sernavên din

01/06/2023
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin
14:57 7 sal û 6 meh ceza li Serokê Baroya Amedê yê berê hat birîn
14:27 Xelkê Mexmûrê 11 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide
14:14 Malbata Şenyaşar: Têkoşîn nifteya edaletê ye
13:28 Rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn derketin pêşberî dadger
13:26 Endamê Meclisa HDP’ê Aydin hate girtin
13:01 Rojnameger Boltan hate berdan
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN