KOCAELÎ - Hevserokên HDP’ê yê Çayirova Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan hatin binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya partiyê de girtin û dest danîn ser ewraqên partiyê.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malen Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çayirova ya Kocaeliyê Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan de girtin û binçav kirin. Polîsan düre bi ser avahiya partiyê de jî girtin û dest danîn ser ewraqên partiyê.
Polîsan hevserok birin Qereqol Kaşkal û hinceta binçavkirina hevserokan nehat zanîn.