Polîsan Hevserokên HDP’ê yên Çayirova binçav kirin 2018-04-11 11:39:03 KOCAELÎ - Hevserokên HDP’ê yê Çayirova Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan hatin binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya partiyê de girtin û dest danîn ser ewraqên partiyê. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malen Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çayirova ya Kocaeliyê Şahîsmaîl Tohumcu û Emîne Karaaslan de girtin û binçav kirin. Polîsan düre bi ser avahiya partiyê de jî girtin û dest danîn ser ewraqên partiyê.   Polîsan hevserok birin Qereqol Kaşkal û hinceta binçavkirina hevserokan nehat zanîn.