Turkdogan bang li hikûmetê kir: Heyetek çûye Îmraliyê ya na?

  • rojane
  • 09:15 10 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan, têkildarî rewşa ku beriya êrîşên Efrînê hikûmetê heyetek şandiye Îmraliyê û piştî vê hevdîtinê êrîş zêde bûne de bang kir û got: “Divê hikûmet têkildarî vê mijarê ji bo raya giştî daxuyaniyê bide. Rastiya vî tiştî çî ye? Eger çûbe Girava Îmraliyê, nexwe hikûmet baş dizane ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye.” 

Hat îdiakirin ku hikûmet beriya destpêkirina êrîşên Efrînê heyetek şandiye Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û ji ber ku tişta xwestiye bi dest nexistiye tecrîdê girangtir kiriye. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, xwest hikûmet di vî warî de daxuyaniyê bide. 
 
‘DAXUYANIYA CPT’YÊ DAXUYANIYEKE SEYR E’ 
 
Turkdogan ji bo daxuyandina rapora CPT’yê ku piştî serdana xwe ya Îmraliyê du salan şûnde daxuyand got: “Divê ev yek wekî teqtîkeke nû ya Tirkiyeyê bê şîrovekirin. Eger destûra rapora 2016’an CPT’yê di 2018’an de bê dayîn, nexwe ev teqtîk e. Di navberê de du sal derbas bûne. Ji bo ser Rewşa Awarte, pevçûnan bê nixumandin destûra daxuyandina raporê hatiye dayîn û ev yek tiştekî seyr e.” Turgdogan, destnîşan kir ku di hiqûqa hundurîn a Tirkiyeyê de tu beramberiya Girtîgeha Îmraliyê tune ye û got: “Piştî 2009’an wê xistin statuya tîpa F, lê belê ew der din av herêma qedexe ya leşkerî de ye.” 
 
‘DIVÊ GUH BIDIN BANGAWAZIYA CPT’YÊ’
 
Turkdogan, bi lêv kir ku divê ji dêvla rapora CPT’yê mirov guh bide bangawaziya wê û got: “CPT, dibêje divê demildest li Girava Îmraliyê hevdîtina parêzeran û malbatan pêk bê. Bi ya min divê ev yek bêtir derkeve pêş. Helbet em jî tev li rexneyên tên kirin dibin.” 
 
'KONSEYA EWROPA PERÇEYEKE PÊVAJOYÊ YE’ 
 
Turkdogan, bi bîr xist anîna Ocalan a Tirkiyeyê bi derîhiqûqa navnetewî ye û got: “DMME’yê der barê Abdûllah Ocalan de hin biryar dan, lê Tirkiyeyê bi cih neanî. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî biryara mueyîdeyê neda. Nexwe Konseya Ewropayê jî tim di vî karî de ye. Divê mirov ji CPT’yê pir tiştan hêvî neke. Li vir CPT dikare vî tiştî bike; dikare di warê şikandina tecrîda giran de tev bigere. Eger ji 11’ê Îlona 2016’an ve kes nikaribe biçe Abdûllah Ocalan bibîne, nexwe teqez divê CPT biçe wî bibîne. CPT di vê noqteyê de dikare rola xwe bilîze. Yanî divê mirov pir jê hêviya tişatn neke. Çimkî şaxeke Konseya Ewropayê ye. Jixwe Konseya Ewropayê perçeyeke vê pêvajoyê ye.” 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku gelek pêkanînên ku berê li Îmraliyê hatin sepandin, niha li girtîgehên din jî tên sepandin û got: “Qeyda bi kamerayê ewil li Îmraliyê dest pê kir û niha li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê ev tişt heye. Qeydkirina hevdîtina bi parêzeran re hat berbelavkirin. Qedexeyên kêfî hatin berbelavkirin. Pêkanîna tecrîdê li girtîgehên Tirkiyeyê yên din hat berbelavkirin. Ev tê wateya ku eger li girtîgehekê rewşeke derhiqûqî hebe divê wê çaxê bê îtirazkirin. Eger îtrazên hêzdar neyên kirin, wê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê berbelav bibe.” 
 
'HIKÛMET NAVNÎŞANÊ BAŞ DIZANE’ 
 
Turkdogan, anî ziman ku pozisyona Ocalan a di nezda kurdan de baş tê zanîn û divê ev yek bê dîtin. Turkdogan got: “Yanî hûn nikarin bi muameleyeke wisa nêzî pêşengê gelekî bibin. Hûn nikarin vê tecrîda giran zêdetir dewam bikin. Ligek hemû polîtîkayên şer û pevçûnî jî, ligel hemû operasyonên binçavkirin û girtinan jî eger rêjeya dengê HDP’ê ne di biniya 12.5’an de be, nexwe piraniya kurdan li dijî van polîtîkayên hikûmet û dewletê ne. HDP nikare avahiyên xwe yên bajar û navçeyan jî vebike. Nikare propagandayê bike. Divê AKP vê yekê baş bibîne. Divê têkiliyên xwe yên gelekî ku li Rojhilata Navîn gelheya wî 40 milyon e, li ser asasên demokratîk pêk bîne. Riya vê yekê jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Divê dewlet û îktîdar ji hêz û vîna Abdûllah Ocalan sûdê wergire. Tim û tim ne li hêla şer, lê li hêla aştiyê ye. Rêberê gelekî ku bi polîtîkayên xwe yên aştiyane ku dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, li wir tê girtin. Eger hûn biwxazin pirsgsirêkê çareser bikin wa li wir e, navnîşana ewil diyar e.” 
 
Turkdogan der barê îdiayên ku hikûmetê beriya êrîşên li ser Efrînê heyetek şandiye Îmraliyê û tiştê xwestiye bi dest nexistiye jî got: “Divê hikûmet têkildarî vê mijarê ji bo raya giştî daxuyaniyê bide. Rastiya vî tiştî çî ye? Eger çûbe Girava Îmraliyê, nexwe hikûmet baş dizane ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye. Muxatabê herî mezin ê pirsgirêkê li wir, ji ber vê pêkanîna tecrîdê ne tiştekî bimantiq e.” 
 
MA / Yasin Kobulan

Sernavên din

12/04/2018
09:14 Her kes bêdeng e, lê Heskîf li ber xwe dide
09:14 Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe
09:13 Rêveberiya ÎTO’yê: Ji niha ve fikare windakirina hilbijartinê li çapemeniya hewzê peyda bûye
09:12 Evrîm bi saya Ozgur Gundemê bû Evrîm
09:11 'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’
09:10 Nivîskar Aslan: Dema derdorên îslamî bûn îktîdar hemû nirx ji holê rabûn
09:09 Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN
11/04/2018
18:25 Demîrtaş: Ji bo pêvajoya çareseriyê biqedînin dek û dolap çêkirin
15:33 Trump: Rûsya amade be, fuzeyên me tên, bi ser de jî hemû nû û bi aqilin
15:19 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranin
15:13 Ceza ji Nurcan Baysal re hat xwestin
14:53 Şahidê komkujiya Dersimê hat oxirkirin
14:50 Li Bismîlê polîsan 14 kes binçav kirin
14:48 Li Cezayirê balafira leşkerî ket: 257 kes mirin
14:43 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran birîn
14:30 Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?
14:20 Serokên TTB’ê: Sûcê ku Onur Hamzaoglu kiriye em ê jî dewam bikin
14:18 Egîtîm Senê: Em ê nehêlin ser îstîsmaran bigirin
13:51 Cezayek din ê Eren Keskîn erê kirin
13:35 Ji bo rojnameger Filîz Zeyrek kampanya #FilizZeyrekRojnameger e
13:18 'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’
13:15 Li Amedê tabelayên kurdî yên rêyan jî rakirin
12:44 Şerê li Sûriye ber bi kuve diçe?
12:27 Li Farqînê rojnamegerek û 3 kes hatin binçavkirin
12:17 Rektorê Osmangazî îstîfa kir
11:58 Endamê Meclîsa HDP’ê Karakoç hat binçavkirin
11:39 Polîsan Hevserokên HDP’ê yên Çayirova binçav kirin
11:23 ‘Çareseriya pevçûnên Rojhilata Navîn Ocalan e’
11:18 Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL
11:12 'Heke lêkolîn bikin kê komkujiyê kiriye dê derkeve holê’
10:20 Şer dest pê kir, cerdevan kozik berdan û reviyan
10:18 Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e
09:58 Li Bedlîsê teqîn: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
09:57 Qenalên avê yên DSÎ’yê rê li ber mirinê vedikin
09:56 Rojnameger Naîf Yaşar hat binçavkirin
09:43 Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin
09:27 Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin
09:26 Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin
09:25 Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne
09:23 Li Colemêrgê zozanên herî berdar hatine qedexekirin
09:22 Belgefîlma penaberan kişand: Kabeya Min Mirov e
09:21 Parêzera ‘înfaza’ li Mûgalyê ragihand doz lê vekirin
09:20 Di dosyeya koçberê Afxanî yê hat kuştin de bi qasî misqalekê pêşketin tune
09:20 Rêxistinên elewiyan: Em ê wekî Pîr Sûltan li ber xwe bidin
09:19 Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN
10/04/2018
18:11 TSK: Leşkerê çû operasyonê ji zinar ket û mir
17:36 Zarokên Nisêbînê dîsa nehatin berdan
17:23 Wêneyên rojnameger Zeyrek kişandine bûn mijara lêpirsînê
17:10 Li Stenbolê 4 HDP’î hatin girtin
17:08 Polîsê wesayît li dayik û kurê wê qeliband ji kar hat dûrkirin
16:49 Malbatên xwendekarên Bogazîçîyî: Zarokên me berdin û lêborînê bixwazin
16:47 3 edîtor û xebatkarek Ozgurlukçu Demokrasî hatin girtin
15:36 Welat a nehatiye çapkirin der barê wê de biryara komkirinê dan
15:18 Temellî: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e
14:28 Dîmenên kêliya kuştina Kurkut derket holê
14:15 Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin
13:32 Dozger girtina edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî xwest
13:14 Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin
12:50 Danişîna doza Înce ya ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat dîtin
12:43 Kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:17 Di danişîna doza Nisêbînê de malbat hilnegirtin salonê
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 745’an serlêdan kirin
11:51 'Îktîdar dê bi xesandina kîmyewî aporeyê xwe biparêze'
11:16 Efrîniyên vedigerin rastî gef û zilma OSO tên
10:47 Tirkiye di şerê Efrînê de 15 xalên NY'ê binpê kirin
10:46 Kordînatora IPI: Tirkiye îdiaya ‘çapamenî azad e’ jî winda kir
10:13 Şandeya KNK'ê Rêveberiya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir
09:15 Turkdogan bang li hikûmetê kir: Heyetek çûye Îmraliyê ya na?
09:15 'Ne bi tespîta komîsyonê, bi lêkolîna polîsan hatin mohrkirin’
09:14 Îdianameya Mûglayê hat amadekirin
09:13 Hunermend Mizgîn: Min xwest bi albûma xwe perçeyên Kurdistanê bikim yek
09:12 Pîlotê berê: Ji bilî şer tiştekî ku AKP ji bo gel wehd bike nemaye
09:12 Dê wêneyê înşatê dî înşaetê de pêşkêş bike
09:11 Bi salan e mirîşkan xwedî dike, lê heqê keda wê nayê dayîn
09:10 20 salin selikên mîna kewarên mêşan çêdike
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2018'AN
09/04/2018
16:44 Hevsera wî şewitandin û li wî jî 18 sal û 4 meh ceza birîn
16:28 Buldan: Piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e
16:07 Keyayê gund dadger desteser kir
15:52 'Di bin çavan de îşkence kirin'
15:27 255 karkerên Şaredariya Rezan çalakî pêk anîn
15:20 Edîtorê Ozgurlukçu Demokrasî dê sibê sewqî dozgeriyê bikin
15:10 Li Kopê 4 kes hatin girtin, li Aydinê 9 kes hatin binçavkirin
14:47 Li Erzînganê teqîn: Leşkerek mir
14:02 Dolar 4 û euro 5 lîra derbas kir
13:36 Der barê 2 bersûcên Komkujiya Girtîgeha Amedê de biryara girtinê dan
13:35 Ozsoy: Şerê Sûriye dê demek dirêj bidome
13:08 Ji bo Efrînê bang li NY'e kirin
12:40 Pêşnûmeya ‘Xesandina kîmyewî' pêşkêşî meclîsê kirin
12:36 Ziyareta HDP'ê ji bo yekîtiya neteweya kurd didome
11:48 Koçer ji zozanên Cûdî daxistin çotkar asteng kirin
11:28 Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Li dijî xerabiyê aligerê qenciyê bin
11:12 Xwendekarên Îzmîrê bersîv dan Erdogan: Li zanîngehan gotina me derbasdar e
10:24 Rêveberên EMEP û FKF hatin binçavkirin
10:17 Projeya avê bê av ma
09:51 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:06 Estukyan: Ozgurlukçu Demokrasî cihê azadiya ramana min bû
09:05 Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt