Turkdogan bang li hikûmetê kir: Heyetek çûye Îmraliyê ya na? 2018-04-10 09:15:57 STENBOL – Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan, têkildarî rewşa ku beriya êrîşên Efrînê hikûmetê heyetek şandiye Îmraliyê û piştî vê hevdîtinê êrîş zêde bûne de bang kir û got: “Divê hikûmet têkildarî vê mijarê ji bo raya giştî daxuyaniyê bide. Rastiya vî tiştî çî ye? Eger çûbe Girava Îmraliyê, nexwe hikûmet baş dizane ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye.”  Hat îdiakirin ku hikûmet beriya destpêkirina êrîşên Efrînê heyetek şandiye Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û ji ber ku tişta xwestiye bi dest nexistiye tecrîdê girangtir kiriye. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, xwest hikûmet di vî warî de daxuyaniyê bide.    ‘DAXUYANIYA CPT’YÊ DAXUYANIYEKE SEYR E’    Turkdogan ji bo daxuyandina rapora CPT’yê ku piştî serdana xwe ya Îmraliyê du salan şûnde daxuyand got: “Divê ev yek wekî teqtîkeke nû ya Tirkiyeyê bê şîrovekirin. Eger destûra rapora 2016’an CPT’yê di 2018’an de bê dayîn, nexwe ev teqtîk e. Di navberê de du sal derbas bûne. Ji bo ser Rewşa Awarte, pevçûnan bê nixumandin destûra daxuyandina raporê hatiye dayîn û ev yek tiştekî seyr e.” Turgdogan, destnîşan kir ku di hiqûqa hundurîn a Tirkiyeyê de tu beramberiya Girtîgeha Îmraliyê tune ye û got: “Piştî 2009’an wê xistin statuya tîpa F, lê belê ew der din av herêma qedexe ya leşkerî de ye.”    ‘DIVÊ GUH BIDIN BANGAWAZIYA CPT’YÊ’   Turkdogan, bi lêv kir ku divê ji dêvla rapora CPT’yê mirov guh bide bangawaziya wê û got: “CPT, dibêje divê demildest li Girava Îmraliyê hevdîtina parêzeran û malbatan pêk bê. Bi ya min divê ev yek bêtir derkeve pêş. Helbet em jî tev li rexneyên tên kirin dibin.”    'KONSEYA EWROPA PERÇEYEKE PÊVAJOYÊ YE’    Turkdogan, bi bîr xist anîna Ocalan a Tirkiyeyê bi derîhiqûqa navnetewî ye û got: “DMME’yê der barê Abdûllah Ocalan de hin biryar dan, lê Tirkiyeyê bi cih neanî. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî biryara mueyîdeyê neda. Nexwe Konseya Ewropayê jî tim di vî karî de ye. Divê mirov ji CPT’yê pir tiştan hêvî neke. Li vir CPT dikare vî tiştî bike; dikare di warê şikandina tecrîda giran de tev bigere. Eger ji 11’ê Îlona 2016’an ve kes nikaribe biçe Abdûllah Ocalan bibîne, nexwe teqez divê CPT biçe wî bibîne. CPT di vê noqteyê de dikare rola xwe bilîze. Yanî divê mirov pir jê hêviya tişatn neke. Çimkî şaxeke Konseya Ewropayê ye. Jixwe Konseya Ewropayê perçeyeke vê pêvajoyê ye.”    Turkdogan, destnîşan kir ku gelek pêkanînên ku berê li Îmraliyê hatin sepandin, niha li girtîgehên din jî tên sepandin û got: “Qeyda bi kamerayê ewil li Îmraliyê dest pê kir û niha li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê ev tişt heye. Qeydkirina hevdîtina bi parêzeran re hat berbelavkirin. Qedexeyên kêfî hatin berbelavkirin. Pêkanîna tecrîdê li girtîgehên Tirkiyeyê yên din hat berbelavkirin. Ev tê wateya ku eger li girtîgehekê rewşeke derhiqûqî hebe divê wê çaxê bê îtirazkirin. Eger îtrazên hêzdar neyên kirin, wê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê berbelav bibe.”    'HIKÛMET NAVNÎŞANÊ BAŞ DIZANE’    Turkdogan, anî ziman ku pozisyona Ocalan a di nezda kurdan de baş tê zanîn û divê ev yek bê dîtin. Turkdogan got: “Yanî hûn nikarin bi muameleyeke wisa nêzî pêşengê gelekî bibin. Hûn nikarin vê tecrîda giran zêdetir dewam bikin. Ligek hemû polîtîkayên şer û pevçûnî jî, ligel hemû operasyonên binçavkirin û girtinan jî eger rêjeya dengê HDP’ê ne di biniya 12.5’an de be, nexwe piraniya kurdan li dijî van polîtîkayên hikûmet û dewletê ne. HDP nikare avahiyên xwe yên bajar û navçeyan jî vebike. Nikare propagandayê bike. Divê AKP vê yekê baş bibîne. Divê têkiliyên xwe yên gelekî ku li Rojhilata Navîn gelheya wî 40 milyon e, li ser asasên demokratîk pêk bîne. Riya vê yekê jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Divê dewlet û îktîdar ji hêz û vîna Abdûllah Ocalan sûdê wergire. Tim û tim ne li hêla şer, lê li hêla aştiyê ye. Rêberê gelekî ku bi polîtîkayên xwe yên aştiyane ku dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike, li wir tê girtin. Eger hûn biwxazin pirsgsirêkê çareser bikin wa li wir e, navnîşana ewil diyar e.”    Turkdogan der barê îdiayên ku hikûmetê beriya êrîşên li ser Efrînê heyetek şandiye Îmraliyê û tiştê xwestiye bi dest nexistiye jî got: “Divê hikûmet têkildarî vê mijarê ji bo raya giştî daxuyaniyê bide. Rastiya vî tiştî çî ye? Eger çûbe Girava Îmraliyê, nexwe hikûmet baş dizane ku navnîşana çareseriyê Îmralî ye. Muxatabê herî mezin ê pirsgirêkê li wir, ji ber vê pêkanîna tecrîdê ne tiştekî bimantiq e.”    MA / Yasin Kobulan