Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin

  • rojane
  • 09:27 10 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED – Parlementerê HDP’ê Nadir Yildirim, diyar kir ku gelê li Herêma Kurdistana Federe dijî, ji bo yekîtiya netewî bi biryar e û sekneke wan a cidî heye û wiha got: “Hem têkoşîna di warê yekîtiya demokratîk û rêxistinbûyîna siyaseta netewî hem jî li gel vê em ê pêvajoya ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û li dijî faşîzmê avakirina eniyeke demokratîk jî wek du stratejiyên sereke deynin pêşiya xwe.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Parlementerê HDP’ê yê Wanê Nadir Yildirim, ku di nav heyeta ku li Herêma Kurdistana Federe tevlî merasîma cenazeyê Lîderê YNK’ê Celal Talabanî bûn de cih girtin, serdan, geşedanên piştî referandûmê û xebatên ji bo yekîtiya netewî nirxandin. 
 
Yildirim, anî ziman ku merasîma cenazeyê Talabanî ji bo kurdan merasîmeke ku divê ders jê bê derxistin bû. Yildirim, diyar kir ku gelek hêzên ku nedihatin gel hev, li wir bûn û wiha got: “Hema bêje hemû nûnerên siyasî, çandî, civakî û olî yên kurdan li wir bûn. A rast merasîma cenazeyê mam Celal ji bo yekîtiya kurdan bû zemînek.” Yildirim, dest nîşan kir ku lê belê divê kurd tim hişyar bin û divê destûrê nedin ku tu kes weziyeta ku dê ji bo yekîtiya netewî xwe bide der îstismar bike. 
 
‘ŞIK Û GUMANÊN GEL HENE’ 
 
Yildirim, diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federe nîqaşên ku beriya referandûmê dihatin kirin, piştî referandûmê jî didomin. Yildirim, got ku piştî referandûmê rexneyên tund ên gel û partiyên siyasî yên Başûr didomin û wiha axivî: “Pêvajoya referandûmê wek rojeveke ferzkirineke fermanwarî tê nirxandin. Bi taybetî jî, fikreke hevpar heye ku tê gotin heta ku meseleyên navxweyî neyên çareserkirin divê gaveke giştî neyê avêtin. A rast di vî warî de şik û gumanên mirovan hene.” Yildirim dest nîşan kir ku, li gor çavdêriyên wan tê diyarkirin ku pêvajoya referandûmê ji armanceke civakî wê detir li ser hesab û kitêbên siyaseta navxweyî hatiye kirin û bertekên li hemberî vê hîn jî didomin. 
 
Yildirim, diyar kir ku gelê herêmê bertek nîşanî gefên mudaxileya leşkerî û ambargoyî yên ku piştî referandûmê dewletên li herêmê li Kurdistana Federe dixwin didin. Yildirim, anî ziman ku gelê herêmê di warê aborî de girêdayî derve ye û niha kapasîteya Herêma Kurdistana Federe tune ye ku zexîre û enerjiyê hilberîne. Yildirim, got ku bi taybetî gel 15 salên borî li ber çavan derbas dike û diyar dike ku rêveberî evqas sal bi awayekî baş bi kar neanîne û wiha got: “Ji ber vê yekê, ji bo pêşerojê şik û gumanên wan hene.” Yildirim, dest nîşan kir ku tewrên dewleta tirk ên li hemberî herêmê, gel zaf nerihet kiriye û ev yek rastiyeke derxistiye holê ku hîn bêtir xwedî li têkoşîna azadiyê ya Bakur bê derketin. Yildirim, got ku lê belê ev yek bi xwe re tiştek din jî daye der ku, gelê herêmê ji ber têkiliyên hin partiyên siyasî yên bi AKP’ê û dewleta tirk re nerazîne û ev têkilî dibin cihê rexneyên tund. 
 
‘WÊ DU STRATEJIYÊN ME YÊN SEREKE HEBIN’ 
 
Yildirim, dest nîşan kir ku di warê pêkanîna yekîtiya netewî de sekneke cidî heye û wiha got: “Li gel gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rûspî, esnaf û welatî nêzîkatiyeke wisa heye. Ev rewşa li Başûr raste rast sîrayetî me jî kir. Bi heycan û rêzgiriyeke mezin xwedî li delegasyon û heyeta me ya Bakur hat derketin.” Yildirim, diyar kir ku ev yek jî nîşan dide ku heta ku li Bakur tevgera azadiyê ya kurdan bi encam nebe, dê gef û tehdîdên li perçeyên din tên xwarin bidomin.  Yildirim, got ku gelê herêmê bi awayekî aşkere durûtiya polîtîkayên dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê dîtiye. 
 
Yildirim, dest nîşan kir ku wê di serdemên pêş de wek HDP du stratejiyên wan ên sereke hebin û wiha got: “Hem têkoşîna di warê yekîtiya demokratîk, rêxistinbûyîna siyaseta netewî hem jî li gel vê em ê pêvajoya ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û li dijî faşîzmê avakirina eniyeke demokratîk jî wek du stratejiyên sereke deynin pêşiya xwe.”
 
‘YEKÎTIYA KURDAN ÊDÎ BIVÊ NEVÊ YE’ 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, dest nîşan kir ku Talabanî ji bo kurdan lîderekî girîng e û divê xwedî li mîrateya wî bê derketin. Ozturk, diyar kir ku di pêvajoya heyî de yekîtiya kurdan bivênevê ye û ev tişt gotin: “Tirkiyeya ku heta duh jî digot ‘em dost’ û ‘mutefîk’ in, piştî refrandûmê gef li Kurdistana Federa xwarin û gel bi birçîbûnê tehdîd dike. Duh ji bo Birêz Barzanî digot ‘birayê me’, ‘hevalê me’, lê belê îro heqaretên giran lê dike. Ambargoya ku Îsraîl danî ser Filîstînê, Serokomar Erdogan jî bi gotina ‘em ê sînoran bigirin û hûn ê birçî bimînin’ li ser gelê herêmê disepîne. Kesên naxwazin bibînin, bila êdî çavên xwe vekin. Dema mesele dibe statuya kurdan ereb, tirk û fars wê dijminahiya di navbera xwe de datînin kêlekekê û ji bo kurd nebin xwedî statu dibin yek. Dijminahiya kurdan dikin.” 
 
Ozturk, diyar kir ku şîna Talabanî berpirsiyarî û bareke giran û mezin daye ser milê gelê kurd û wiha got: “Ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd tevlî merasîma cenaze bûn. Lê belê, divê kurd tenê ne di van rojên ku dilê me dişewite, di rojên xweş û geş de jî bên gel hev. Ji bo yekîtiya gelê kurd, tifaq û aramiyê çi hewce be, divê kurdên her çar perçeyan bikin. Heke em dixwazin qîmeta ku Mam Celal heq kiriye bidin, divê em yekîtiya her çar perçeyan pêk bînin. Divê berjewendiyên netewî yên gelê kurd danekevin asta yên partiyeke siyasî. Di warê yekîtiya netewî de tu pirsgirêkeke gelê kurd tune ye. Heke bi awayekî rast parastina mafê gelê kurd bê xwestin, nexwe divê li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiyê liv û tevger xwe bidin der. Em ê ji bo vê yekê bitêkoşin.” 
 

Sernavên din

10/10/2017
14:34 Ji qereqolê gule avêtin kesek mir kesek birîndar bû
14:34 Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin sûcê AKP'ê ye
14:12 Êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kirin gelek kes binçav kirin
13:49 Kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:48 Ji Hevşaredara Artemêtanê re heta 15 sal ceza
13:21 Şika înfazê zêde dibe: Alav nedan û agahî ji texsiyê tune
13:12 Dîroknasê kurd Zend çû ser dilovaniya xwe
13:10 ‘Mehmed Uzun wêjeya kurd gihand hemû cîhanê’
12:50 Demîrtaş: Hêj hesab ji kujeran nehatiye pirsîn
12:29 Li Colemêrgê ‘qedexe’ hat dirêjkirin
12:16 Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye
12:15 Seroka Partiya Şoreşger a Îzmîrê hat binçavkirin
11:47 ‘DAIŞ'a li dijî Kurdan rêxistin kirin piştî karê wan qediya îmha kirin'
11:41 Polîs êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kir
11:19 Dadgeh bi israr e ku Demîrtaş neyne dadgehê
11:02 Balafira şer a Rûsya li Sûriye ket
10:41 Bi sedan sivîl ji DAIŞ'ê hatin azadkirin
10:40 HRW û Article 19 mudaxilê doza wekîlên girtî bûn
10:28 Porên girtiyên li Efyonê kur kirin
09:43 Bi hezaran dar bi hinceta 'ewlehiyê' tên birîn
09:32 7 roj borin lê hêj dewletê der bare îşkenceya 7 kesan de daxuyani nedaye
09:31 Ekîncî: AKP-MHP tunekirina kurdan esas digirin
09:30 Jinan înîsîyatifa ‘Em dixwazin bijîn’ ava kirin
09:28 Dê Şanoya Bajêr a Amedê ji şanoya cîhanê lîstikan bide nişandan
09:27 Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin
09:26 ‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’
09:25 Dema çîroka Pero û Cimon li ser tuwalê reng vedide
09:24 KODA di sala xwe ya duyemîn de ye: Têkoşîn dewam dike
09:22 Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN
09/10/2017
20:58 Hevşaredarên Payîzavayê hatin tehliyekirin
20:25 Li Mûglayê cenazeyekî din jî şandin saziya tiba edlî
17:46 Dewletê 25 meh şûn ve qebûl kir
17:45 Doza Aladagê: Heyetê rapor xwest lê avahî tune
17:28 Zabiteyên AKP'î mişmişên esnafan belav kirin
16:52 Polîs gef li dikandar xar
16:35 Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin
16:13 HDP'ê li Meclisê pirsa Cuma Îmen kir
15:58 Ji bo tevlibûna bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bang
15:46 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
15:15 Navên kesên li Muglayê hatin binçavkirin diyar bûn
15:12 7 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
15:06 Mukaddes Alataş tahliye bû
15:04 ÎHD: Em dê îşkenceya li Mûgla bibin NY û CPT’î
14:51 Li Yukselê 4 kes binçav kirin
14:33 Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe
14:32 Karataş: Ez sûcdar bim ew jî sûcdarin
14:24 Aşûre li gelê Akçadagê belav kirin
14:19 Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome
14:18 Doza Roboskê dê rojek piştî roja komkujiyê bê dîtin
14:16 'Bi komploya 9’ê Cotmehê re pirsgirêk mezintir bûn'
14:05 Ji bo rûniştina doza Rojnameger Tolu banga tevlêbûnê
13:49 KCD parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê em dengê xwe bilind bikin
13:44 QSD'ê li Reqqa maşîna DAIŞ'ê îmha kir
13:19 Girtiyan ‘Karta nasnameyê’ şermezar kirin
13:04 Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!
12:08 Rûniştina doza Yuksekdag taloq kirin
11:45 Di medyaya civakî de çalakiya #MuftulukYasasınaKarşıNobete
11:39 ‘Eger Tirkiye gavan navêje dê têkiliyên bi YE'ê re xelas bibe'
11:29 Ev der îşkencexaneya DAIŞ'ê ye!
11:25 13 girtiyên Xarpêtê di qawîşa yek kesî de ne
11:12 Girtiyên li Kîlîsê 10 rojin di greva birîbûnê dene
11:02 Ji TUSÎAD’ê berteka kirîza vîzeyê: Divê têkilî asayî bibin
11:00 Bi boneya 9'ê Cotemehê li Kobanê jiyan rawestiya
10:55 Li Enqereyê serdagirtin û binçavî
10:46 'Sedema şewatê panoya ceryanê ye'
10:43 Trenê li tirimbêlê xist pitikek û 2 kes mirin
10:39 Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê
10:28 Jinek li Soma hat kuştin
09:59 'Ger zagona tûtinê bê erêkirin dê 200 hezar kes bi bandor bibe'
09:49 Li Sûrê lêkolîn: Ne avahî, qereqol û kalekolan çêdikin
09:48 Apê Şengîl: Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin
09:34 Kirîza vîzeyê dolar rakir
09:33 'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne'
09:32 Bi girêka berazê girêdan û ew avîtin hucreyê
09:32 Dezgehê jinan ji destê wan digirin
09:31 Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû!
09:30 Çotkarên tûtinê: Rê li şîrketên mezin vedikin
09:29 Girtî êdî malbata xwe jî nas nake
09:28 Kujerê Sîbel Çelîk 15 mehin hêj nehatiye girtin
09:27 Karkerên DHL'ê: Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike
09:26 Onder: Heke Ocalan bi awayekî azad siyaset bikira dê gelek tişt biguheriya
09:23 Dozger şandina nameyan a girtîgehê sûc dît
09:22 Birayê Mehmet Uzun: Bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye
09:00 ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2017'AN
08/10/2017
21:02 Di çalakiya li Kolana Yukselê de 15 kes hatin binçavkirin
18:30 Di Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan de şewat derket
17:58 Heyeta HDP û DBP rastî eleqeyek mezin hat
17:40 Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye
16:59 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girt
16:55 'Dema ez li Sûr û Cizê mêze dikim ez Kerbelayê dibînim'
16:40 TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve
16:37 Yildirim: Qedexeya Tûtinê dê îflaza aboriyê bine
16:31 Ji parêzvanên mafên mirovan re 15 sal ceza tê xwestin
15:18 Baydemîr: Her kes hebû lê Enqere tune bû
14:47 Beriya daxuyaniyê mudaxaleyî Yukselê kirin
14:42 Piştî peymanê civîna yekem
14:32 Malbatan bertek nîşanî wêneyan da: Ev li dijî mirovahiyê ye
14:27 Parêzer banga 'Tev li doza Aladagê bibin' kir
13:42 Li dijî wêrankirinê li ber xwe didin