Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin 2017-10-10 09:27:30 AMED – Parlementerê HDP’ê Nadir Yildirim, diyar kir ku gelê li Herêma Kurdistana Federe dijî, ji bo yekîtiya netewî bi biryar e û sekneke wan a cidî heye û wiha got: “Hem têkoşîna di warê yekîtiya demokratîk û rêxistinbûyîna siyaseta netewî hem jî li gel vê em ê pêvajoya ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û li dijî faşîzmê avakirina eniyeke demokratîk jî wek du stratejiyên sereke deynin pêşiya xwe.” Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Parlementerê HDP’ê yê Wanê Nadir Yildirim, ku di nav heyeta ku li Herêma Kurdistana Federe tevlî merasîma cenazeyê Lîderê YNK’ê Celal Talabanî bûn de cih girtin, serdan, geşedanên piştî referandûmê û xebatên ji bo yekîtiya netewî nirxandin.    Yildirim, anî ziman ku merasîma cenazeyê Talabanî ji bo kurdan merasîmeke ku divê ders jê bê derxistin bû. Yildirim, diyar kir ku gelek hêzên ku nedihatin gel hev, li wir bûn û wiha got: “Hema bêje hemû nûnerên siyasî, çandî, civakî û olî yên kurdan li wir bûn. A rast merasîma cenazeyê mam Celal ji bo yekîtiya kurdan bû zemînek.” Yildirim, dest nîşan kir ku lê belê divê kurd tim hişyar bin û divê destûrê nedin ku tu kes weziyeta ku dê ji bo yekîtiya netewî xwe bide der îstismar bike.    ‘ŞIK Û GUMANÊN GEL HENE’    Yildirim, diyar kir ku li Herêma Kurdistana Federe nîqaşên ku beriya referandûmê dihatin kirin, piştî referandûmê jî didomin. Yildirim, got ku piştî referandûmê rexneyên tund ên gel û partiyên siyasî yên Başûr didomin û wiha axivî: “Pêvajoya referandûmê wek rojeveke ferzkirineke fermanwarî tê nirxandin. Bi taybetî jî, fikreke hevpar heye ku tê gotin heta ku meseleyên navxweyî neyên çareserkirin divê gaveke giştî neyê avêtin. A rast di vî warî de şik û gumanên mirovan hene.” Yildirim dest nîşan kir ku, li gor çavdêriyên wan tê diyarkirin ku pêvajoya referandûmê ji armanceke civakî wê detir li ser hesab û kitêbên siyaseta navxweyî hatiye kirin û bertekên li hemberî vê hîn jî didomin.    Yildirim, diyar kir ku gelê herêmê bertek nîşanî gefên mudaxileya leşkerî û ambargoyî yên ku piştî referandûmê dewletên li herêmê li Kurdistana Federe dixwin didin. Yildirim, anî ziman ku gelê herêmê di warê aborî de girêdayî derve ye û niha kapasîteya Herêma Kurdistana Federe tune ye ku zexîre û enerjiyê hilberîne. Yildirim, got ku bi taybetî gel 15 salên borî li ber çavan derbas dike û diyar dike ku rêveberî evqas sal bi awayekî baş bi kar neanîne û wiha got: “Ji ber vê yekê, ji bo pêşerojê şik û gumanên wan hene.” Yildirim, dest nîşan kir ku tewrên dewleta tirk ên li hemberî herêmê, gel zaf nerihet kiriye û ev yek rastiyeke derxistiye holê ku hîn bêtir xwedî li têkoşîna azadiyê ya Bakur bê derketin. Yildirim, got ku lê belê ev yek bi xwe re tiştek din jî daye der ku, gelê herêmê ji ber têkiliyên hin partiyên siyasî yên bi AKP’ê û dewleta tirk re nerazîne û ev têkilî dibin cihê rexneyên tund.    ‘WÊ DU STRATEJIYÊN ME YÊN SEREKE HEBIN’    Yildirim, dest nîşan kir ku di warê pêkanîna yekîtiya netewî de sekneke cidî heye û wiha got: “Li gel gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rûspî, esnaf û welatî nêzîkatiyeke wisa heye. Ev rewşa li Başûr raste rast sîrayetî me jî kir. Bi heycan û rêzgiriyeke mezin xwedî li delegasyon û heyeta me ya Bakur hat derketin.” Yildirim, diyar kir ku ev yek jî nîşan dide ku heta ku li Bakur tevgera azadiyê ya kurdan bi encam nebe, dê gef û tehdîdên li perçeyên din tên xwarin bidomin.  Yildirim, got ku gelê herêmê bi awayekî aşkere durûtiya polîtîkayên dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê dîtiye.    Yildirim, dest nîşan kir ku wê di serdemên pêş de wek HDP du stratejiyên wan ên sereke hebin û wiha got: “Hem têkoşîna di warê yekîtiya demokratîk, rêxistinbûyîna siyaseta netewî hem jî li gel vê em ê pêvajoya ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û li dijî faşîzmê avakirina eniyeke demokratîk jî wek du stratejiyên sereke deynin pêşiya xwe.”   ‘YEKÎTIYA KURDAN ÊDÎ BIVÊ NEVÊ YE’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, dest nîşan kir ku Talabanî ji bo kurdan lîderekî girîng e û divê xwedî li mîrateya wî bê derketin. Ozturk, diyar kir ku di pêvajoya heyî de yekîtiya kurdan bivênevê ye û ev tişt gotin: “Tirkiyeya ku heta duh jî digot ‘em dost’ û ‘mutefîk’ in, piştî refrandûmê gef li Kurdistana Federa xwarin û gel bi birçîbûnê tehdîd dike. Duh ji bo Birêz Barzanî digot ‘birayê me’, ‘hevalê me’, lê belê îro heqaretên giran lê dike. Ambargoya ku Îsraîl danî ser Filîstînê, Serokomar Erdogan jî bi gotina ‘em ê sînoran bigirin û hûn ê birçî bimînin’ li ser gelê herêmê disepîne. Kesên naxwazin bibînin, bila êdî çavên xwe vekin. Dema mesele dibe statuya kurdan ereb, tirk û fars wê dijminahiya di navbera xwe de datînin kêlekekê û ji bo kurd nebin xwedî statu dibin yek. Dijminahiya kurdan dikin.”    Ozturk, diyar kir ku şîna Talabanî berpirsiyarî û bareke giran û mezin daye ser milê gelê kurd û wiha got: “Ji her çar perçeyên Kurdistanê kurd tevlî merasîma cenaze bûn. Lê belê, divê kurd tenê ne di van rojên ku dilê me dişewite, di rojên xweş û geş de jî bên gel hev. Ji bo yekîtiya gelê kurd, tifaq û aramiyê çi hewce be, divê kurdên her çar perçeyan bikin. Heke em dixwazin qîmeta ku Mam Celal heq kiriye bidin, divê em yekîtiya her çar perçeyan pêk bînin. Divê berjewendiyên netewî yên gelê kurd danekevin asta yên partiyeke siyasî. Di warê yekîtiya netewî de tu pirsgirêkeke gelê kurd tune ye. Heke bi awayekî rast parastina mafê gelê kurd bê xwestin, nexwe divê li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiyê liv û tevger xwe bidin der. Em ê ji bo vê yekê bitêkoşin.”