Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin

  • rojane
  • 09:22 10 Cotmeh 2017
  • |
img

COLEMÊRG – Her çiqas 2 meh bi ser îşkenceya Şapatanê re derbas bûbe jî lê serdegirtina bi bibir, xortom û dar nayê ji bîr kirin. Jinên li ber çavên hevjîn û zarokên xwe îşkence li wan hat kirin gotin ku 2 meh e ew nikarin rakevin. 

Li gundê Şapatanê ya Şemzînana Colemêrgê di 6’ê tebaxê de bi sedan polîsên tîmên taybet bi dehan maşîneyên zirxî bi ser gund de ve girtibûn, ji gund heta midûriyeta polîsan li şêniyên gund îşkence kiribûn. Her çiqas 2 meh bi ser bûyerê ve derbas bûbe jî lê îşkenceya bi xortim, bibir û daran li welatiyan hat kirin nayê ji bîr kirin. Hêj xemgîniyek derûnî li ser gundiyan heye. Şêniyên gund diyar dikin ku bi şev û roj nikarin rekevin. 
 
TITÛN Û HINGIVÊ HERÎ BAŞ LI ŞAPATANÊ YE
 
Şapatan navê xwe ji ava qûntarên çiyê tê digire û piştî şerê çekdarî yên di salên 1980’an de li herêmê hat  destpêkirin, leşkeran navê “Gundê Gawira” li gund kir û wisa tê nasîn. Şêniyên gund Şapatanê wek cihê çavkaniya titûna baş, hingiv û ava mîna zêr û ev gund yek ji gundê ku pişta Şemzînanê xurt dike ye didin pênasekirin. Gundiyan got ku piştî her operasyonê şewata ku derket bi hezara donim qadên wan şewitîn. 
 
POIŞTÎ HER BÛYERÊ ÊRÎŞA EWIL ŞAPATAN E
 
Gundiyan diyar kir ku ji salên 1990’an heta niha her tim zext li ser gundiyan didome û piştî her pevçûnê para xwe jê digirin. Gundiyan da zanîn ku piştî her bûyerê li derdora gund rastî zext û îşkenceyê tên. Gundî didin xuya kirin ku ji ber şewat û operasyonan dar, devî û baxçeyên wan ên fêkî û sebzeyan hemû ji ziwabûnê hişk bûne. 
 
‘POLÎS BI BIBIR LI GUND DIGERIYA’ 
 
Ji şahidên bûyerê Ş.T. diyar kir ku rastî heqaretên giran hatine û got: “Polîsek tîmê taybet bi bibiran deriyê mala me bi hev de hûr kir. Piştî deriyê malê şikandin min jî birin cem zilamên li ba mizgeftê li hev komkiribûn. Ji min re gotin ‘Tu û keça xwe berê xwe bidin dîwar, vegerin û destê xwe bilind bikin.’ Êrîşa psîkolojîk li ser me çêkirin. Piştî bala polîsê bi bibir belav bû ez û keça xwe reviyan û em xelas bûn. Tenê daxwaziyek min heye ku carek din ev tişt pêk neyên.” 
 
‘HÊJ DENGÊ WÊ ŞEVÊ TÊ MIN’ 
 
Atiye Atabak a ku li ber çavê hevjîn û kurê xwe bi saetan îşkence lê hat kirin jî got ku 2 meh e hêj her şevê di heman saetê de wek ku hêj dengê sîrenê dibîhîze û qet nikare rakeve. Atabak destnîşan kir ku ji ber dengek herî biçûk jî aciz dibe û wiha dewam kir: “Wê çevê ew qas li kurê min Bunyamîn ê 24 salî dan lê hêj ji ber çavê min naçe. Bi saetan li kurê min û hevjînê min dan. Ji ber lêdanê ji birîna rûyê kurê min xwîn pişiqî dîwaran. Serê sibê şopên xwînê min xist nav sawek mezin. Du zimanê kurê min şikandin. Me wî şand bajarekê din. Ez naxwazin kurê min li vir bisekine. Çêr û bêçariyên nayên ziman li jinan dikirin. Denge qêrîna mirovan dihat. Dibe ku birînên hevjîn û kurê min baş bûbûn, lê belê derûniya min û keça min qet baş nebû. Ji ber min nikaribû xwarin bixwim 5 kîlo zeîf bûm. Kurê ji stûyê xwe derban xwaribû û bi şevan nikaribû rakeve. Dema çûn nexweşxaneyê dermanan jî nedan wan. Ji bo ku kurê min diranên xwe çêbike û dermankirina xwe bike me wî şand bajarek din.”
 
DEÛNIYA ME HÊJ BAŞ NEBÛYE’ 
 
Kudret Korkmaz jî diyar kir ku bi saetan li ber malê îşkence li hevjînê wê kirine û wiha axivî: “Min xwest hevjînê xwe ji nav lepên wan rizgar bikim, lê tundî li min û keça min a 6 salî kirin. Derûniya me hêj baş nebûye. Ji bo tiştên hatin serê me ez ji bîra bikim bi roj li navçeyê dixebitim. Gelek alavên li mala me hatin şikandin. Demek dirêj min nikaribû wan rast bikim. Destê min nediçûyê ez rast bikim. Ez û zarokên xwe demek li gel malbata xwe mam. 3 makîneyên min ên dirûtinê hebûn, her sê makîne ji ber hatin şikandin nikarim kar bikim. Min bi van makîneyan alîkariya malbata xwe dikir. Salên berê jî heman bi ser malan de girtin, lê yekem car zext û serdegirtinek wisa giran dibînim. Ew qas çêrî me kirin hêj çêrê wan di kerika guhê min de ne.” 
 
MA / Nîmet Olmez
 

Sernavên din

10/10/2017
14:34 Ji qereqolê gule avêtin kesek mir kesek birîndar bû
14:34 Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin sûcê AKP'ê ye
14:12 Êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kirin gelek kes binçav kirin
13:49 Kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:48 Ji Hevşaredara Artemêtanê re heta 15 sal ceza
13:21 Şika înfazê zêde dibe: Alav nedan û agahî ji texsiyê tune
13:12 Dîroknasê kurd Zend çû ser dilovaniya xwe
13:10 ‘Mehmed Uzun wêjeya kurd gihand hemû cîhanê’
12:50 Demîrtaş: Hêj hesab ji kujeran nehatiye pirsîn
12:29 Li Colemêrgê ‘qedexe’ hat dirêjkirin
12:16 Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye
12:15 Seroka Partiya Şoreşger a Îzmîrê hat binçavkirin
11:47 ‘DAIŞ'a li dijî Kurdan rêxistin kirin piştî karê wan qediya îmha kirin'
11:41 Polîs êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kir
11:19 Dadgeh bi israr e ku Demîrtaş neyne dadgehê
11:02 Balafira şer a Rûsya li Sûriye ket
10:41 Bi sedan sivîl ji DAIŞ'ê hatin azadkirin
10:40 HRW û Article 19 mudaxilê doza wekîlên girtî bûn
10:28 Porên girtiyên li Efyonê kur kirin
09:43 Bi hezaran dar bi hinceta 'ewlehiyê' tên birîn
09:32 7 roj borin lê hêj dewletê der bare îşkenceya 7 kesan de daxuyani nedaye
09:31 Ekîncî: AKP-MHP tunekirina kurdan esas digirin
09:30 Jinan înîsîyatifa ‘Em dixwazin bijîn’ ava kirin
09:28 Dê Şanoya Bajêr a Amedê ji şanoya cîhanê lîstikan bide nişandan
09:27 Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin
09:26 ‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’
09:25 Dema çîroka Pero û Cimon li ser tuwalê reng vedide
09:24 KODA di sala xwe ya duyemîn de ye: Têkoşîn dewam dike
09:22 Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN
09/10/2017
20:58 Hevşaredarên Payîzavayê hatin tehliyekirin
20:25 Li Mûglayê cenazeyekî din jî şandin saziya tiba edlî
17:46 Dewletê 25 meh şûn ve qebûl kir
17:45 Doza Aladagê: Heyetê rapor xwest lê avahî tune
17:28 Zabiteyên AKP'î mişmişên esnafan belav kirin
16:52 Polîs gef li dikandar xar
16:35 Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin
16:13 HDP'ê li Meclisê pirsa Cuma Îmen kir
15:58 Ji bo tevlibûna bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bang
15:46 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
15:15 Navên kesên li Muglayê hatin binçavkirin diyar bûn
15:12 7 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
15:06 Mukaddes Alataş tahliye bû
15:04 ÎHD: Em dê îşkenceya li Mûgla bibin NY û CPT’î
14:51 Li Yukselê 4 kes binçav kirin
14:33 Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe
14:32 Karataş: Ez sûcdar bim ew jî sûcdarin
14:24 Aşûre li gelê Akçadagê belav kirin
14:19 Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome
14:18 Doza Roboskê dê rojek piştî roja komkujiyê bê dîtin
14:16 'Bi komploya 9’ê Cotmehê re pirsgirêk mezintir bûn'
14:05 Ji bo rûniştina doza Rojnameger Tolu banga tevlêbûnê
13:49 KCD parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê em dengê xwe bilind bikin
13:44 QSD'ê li Reqqa maşîna DAIŞ'ê îmha kir
13:19 Girtiyan ‘Karta nasnameyê’ şermezar kirin
13:04 Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!
12:08 Rûniştina doza Yuksekdag taloq kirin
11:45 Di medyaya civakî de çalakiya #MuftulukYasasınaKarşıNobete
11:39 ‘Eger Tirkiye gavan navêje dê têkiliyên bi YE'ê re xelas bibe'
11:29 Ev der îşkencexaneya DAIŞ'ê ye!
11:25 13 girtiyên Xarpêtê di qawîşa yek kesî de ne
11:12 Girtiyên li Kîlîsê 10 rojin di greva birîbûnê dene
11:02 Ji TUSÎAD’ê berteka kirîza vîzeyê: Divê têkilî asayî bibin
11:00 Bi boneya 9'ê Cotemehê li Kobanê jiyan rawestiya
10:55 Li Enqereyê serdagirtin û binçavî
10:46 'Sedema şewatê panoya ceryanê ye'
10:43 Trenê li tirimbêlê xist pitikek û 2 kes mirin
10:39 Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê
10:28 Jinek li Soma hat kuştin
09:59 'Ger zagona tûtinê bê erêkirin dê 200 hezar kes bi bandor bibe'
09:49 Li Sûrê lêkolîn: Ne avahî, qereqol û kalekolan çêdikin
09:48 Apê Şengîl: Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin
09:34 Kirîza vîzeyê dolar rakir
09:33 'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne'
09:32 Bi girêka berazê girêdan û ew avîtin hucreyê
09:32 Dezgehê jinan ji destê wan digirin
09:31 Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû!
09:30 Çotkarên tûtinê: Rê li şîrketên mezin vedikin
09:29 Girtî êdî malbata xwe jî nas nake
09:28 Kujerê Sîbel Çelîk 15 mehin hêj nehatiye girtin
09:27 Karkerên DHL'ê: Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike
09:26 Onder: Heke Ocalan bi awayekî azad siyaset bikira dê gelek tişt biguheriya
09:23 Dozger şandina nameyan a girtîgehê sûc dît
09:22 Birayê Mehmet Uzun: Bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye
09:00 ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2017'AN
08/10/2017
21:02 Di çalakiya li Kolana Yukselê de 15 kes hatin binçavkirin
18:30 Di Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan de şewat derket
17:58 Heyeta HDP û DBP rastî eleqeyek mezin hat
17:40 Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye
16:59 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girt
16:55 'Dema ez li Sûr û Cizê mêze dikim ez Kerbelayê dibînim'
16:40 TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve
16:37 Yildirim: Qedexeya Tûtinê dê îflaza aboriyê bine
16:31 Ji parêzvanên mafên mirovan re 15 sal ceza tê xwestin
15:18 Baydemîr: Her kes hebû lê Enqere tune bû
14:47 Beriya daxuyaniyê mudaxaleyî Yukselê kirin
14:42 Piştî peymanê civîna yekem
14:32 Malbatan bertek nîşanî wêneyan da: Ev li dijî mirovahiyê ye
14:27 Parêzer banga 'Tev li doza Aladagê bibin' kir
13:42 Li dijî wêrankirinê li ber xwe didin