Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin 2017-10-10 09:22:09 COLEMÊRG – Her çiqas 2 meh bi ser îşkenceya Şapatanê re derbas bûbe jî lê serdegirtina bi bibir, xortom û dar nayê ji bîr kirin. Jinên li ber çavên hevjîn û zarokên xwe îşkence li wan hat kirin gotin ku 2 meh e ew nikarin rakevin.  Li gundê Şapatanê ya Şemzînana Colemêrgê di 6’ê tebaxê de bi sedan polîsên tîmên taybet bi dehan maşîneyên zirxî bi ser gund de ve girtibûn, ji gund heta midûriyeta polîsan li şêniyên gund îşkence kiribûn. Her çiqas 2 meh bi ser bûyerê ve derbas bûbe jî lê îşkenceya bi xortim, bibir û daran li welatiyan hat kirin nayê ji bîr kirin. Hêj xemgîniyek derûnî li ser gundiyan heye. Şêniyên gund diyar dikin ku bi şev û roj nikarin rekevin.    TITÛN Û HINGIVÊ HERÎ BAŞ LI ŞAPATANÊ YE   Şapatan navê xwe ji ava qûntarên çiyê tê digire û piştî şerê çekdarî yên di salên 1980’an de li herêmê hat  destpêkirin, leşkeran navê “Gundê Gawira” li gund kir û wisa tê nasîn. Şêniyên gund Şapatanê wek cihê çavkaniya titûna baş, hingiv û ava mîna zêr û ev gund yek ji gundê ku pişta Şemzînanê xurt dike ye didin pênasekirin. Gundiyan got ku piştî her operasyonê şewata ku derket bi hezara donim qadên wan şewitîn.    POIŞTÎ HER BÛYERÊ ÊRÎŞA EWIL ŞAPATAN E   Gundiyan diyar kir ku ji salên 1990’an heta niha her tim zext li ser gundiyan didome û piştî her pevçûnê para xwe jê digirin. Gundiyan da zanîn ku piştî her bûyerê li derdora gund rastî zext û îşkenceyê tên. Gundî didin xuya kirin ku ji ber şewat û operasyonan dar, devî û baxçeyên wan ên fêkî û sebzeyan hemû ji ziwabûnê hişk bûne.    ‘POLÎS BI BIBIR LI GUND DIGERIYA’    Ji şahidên bûyerê Ş.T. diyar kir ku rastî heqaretên giran hatine û got: “Polîsek tîmê taybet bi bibiran deriyê mala me bi hev de hûr kir. Piştî deriyê malê şikandin min jî birin cem zilamên li ba mizgeftê li hev komkiribûn. Ji min re gotin ‘Tu û keça xwe berê xwe bidin dîwar, vegerin û destê xwe bilind bikin.’ Êrîşa psîkolojîk li ser me çêkirin. Piştî bala polîsê bi bibir belav bû ez û keça xwe reviyan û em xelas bûn. Tenê daxwaziyek min heye ku carek din ev tişt pêk neyên.”    ‘HÊJ DENGÊ WÊ ŞEVÊ TÊ MIN’    Atiye Atabak a ku li ber çavê hevjîn û kurê xwe bi saetan îşkence lê hat kirin jî got ku 2 meh e hêj her şevê di heman saetê de wek ku hêj dengê sîrenê dibîhîze û qet nikare rakeve. Atabak destnîşan kir ku ji ber dengek herî biçûk jî aciz dibe û wiha dewam kir: “Wê çevê ew qas li kurê min Bunyamîn ê 24 salî dan lê hêj ji ber çavê min naçe. Bi saetan li kurê min û hevjînê min dan. Ji ber lêdanê ji birîna rûyê kurê min xwîn pişiqî dîwaran. Serê sibê şopên xwînê min xist nav sawek mezin. Du zimanê kurê min şikandin. Me wî şand bajarekê din. Ez naxwazin kurê min li vir bisekine. Çêr û bêçariyên nayên ziman li jinan dikirin. Denge qêrîna mirovan dihat. Dibe ku birînên hevjîn û kurê min baş bûbûn, lê belê derûniya min û keça min qet baş nebû. Ji ber min nikaribû xwarin bixwim 5 kîlo zeîf bûm. Kurê ji stûyê xwe derban xwaribû û bi şevan nikaribû rakeve. Dema çûn nexweşxaneyê dermanan jî nedan wan. Ji bo ku kurê min diranên xwe çêbike û dermankirina xwe bike me wî şand bajarek din.”   ‘DEÛNIYA ME HÊJ BAŞ NEBÛYE’    Kudret Korkmaz jî diyar kir ku bi saetan li ber malê îşkence li hevjînê wê kirine û wiha axivî: “Min xwest hevjînê xwe ji nav lepên wan rizgar bikim, lê tundî li min û keça min a 6 salî kirin. Derûniya me hêj baş nebûye. Ji bo tiştên hatin serê me ez ji bîra bikim bi roj li navçeyê dixebitim. Gelek alavên li mala me hatin şikandin. Demek dirêj min nikaribû wan rast bikim. Destê min nediçûyê ez rast bikim. Ez û zarokên xwe demek li gel malbata xwe mam. 3 makîneyên min ên dirûtinê hebûn, her sê makîne ji ber hatin şikandin nikarim kar bikim. Min bi van makîneyan alîkariya malbata xwe dikir. Salên berê jî heman bi ser malan de girtin, lê yekem car zext û serdegirtinek wisa giran dibînim. Ew qas çêrî me kirin hêj çêrê wan di kerika guhê min de ne.”    MA / Nîmet Olmez