Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya

img
MEREŞ - Beşeke avahiyê mexdûra erdhejê Cennet Davulcu ya li Elbistanê ku rapora “kêmxesar” dabûnê piştî baranan hilweşiya.
 
Di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de li navçeya Elbistanê hilweşîneke mezin çêbû. Di erdhejê de hinek mal nehilweşiyan lê belê ziyaneke mezin gihiştê. Piştî erdhejê xebatên tespîtkirina xesarê hatibûn destpêkirin lê van xebatan di serê mexdûrên erdhejê de rê li ber fikarên mezin vekir. Gelek mexdûrên erdhejê yên ku bo malên wan tespîta “kêmxesar” hatiye kirin, nikarin bikevin malên xwe. 
 
Ji mexdûrên erdhejê Cennet Davulcu, di erdhejê de du birayên xwe, neviyên birayên xwe û zarokên xwe winda kir. Ji bo avahiya Davulcu, rapora “kêmxesar” hatibû dayîn. Lê belê beşeke mala wê piştî baranê hilweşiya. Xesarên piştî erdhejê di malê de çêbûn jî hêj mîna roja ewil disekinin. 
 
‘DÊ BIHATINA LÊ NEHATIN’ 
 
Davulcu, bi salan berê hevjînê xwe winda kir û bi tenê dijî. Di erdhejê de ziyaneke mezin gihişt mala wê û li banê mala wê yê ji axê av tê xwarê. Ji bo temîrkirina malê, serî li qeymeqamtiya navçeyê da lê li gel ku jê re hat gotin ku dê tîm bên şandin jî, ev bû 45 roj ku tu kesî gavek neavêtiye mala wê. 
 
Dema em çûn serdana Davulcu, li ser banê malê bû, hewl dida banê malê çêbike û destên wê di nava heriyê de bûn. Dema em pirsa “Tu li wir çi dikî?” jê dikin, ew jî wiha bersivê dide: “Ma ez ê çi bikim, min konê li ser ban dikişand. Dê bihatina lê nehatin. Her devera malê dilop dike.” Davulcu nizane bê ka çend salî ye û li ser pirsa me dibêje; “Ji roja ji dayik bûm heta niha dijîm. Nizanim ka 70 salî me yan 80.” Wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ji bin kon av dihat xwarê. Ez çûm min ew av bi destê xwe paqij kir. Min xwê jî anî. Min kon kişand, ax avêt wê derê û xwê jî avêt nav ku ziwa bibe. Ez hêj jî li benda kon im. Heke bişînin baş e, neşînin jî ma ez ê çi bikim.” 
 
‘HEKE AQILÊ MIN Ê NIHA HEBÛYA DÊ MIN MALEK BIKIRIYA’
 
Bi domdarî Davulcu wiha dibêje: “Ma berê xwendin hebû? Dema mirov digot; ‘em biçin xwendinê’, yekser digotin; ‘ma keç qet diçin xwendinê, ma keç dixwînin?’ û paşguh dikirin. Heke aqilê min ê niha hebûya dê min bo xwe malek bikiriya. Ez niha tenê pereyê pîrtiyê digirim. Ji lingên xwe, ji navtengê du caran emeliyat bûm. Ji ber gelek nexweşiyan, ji apandîsê, ji mîdeyê xwe emeliyat bûm. Tansiyona min heye, nexweşa dil im. Şekira min heye. Havînê hatin, lê nihêrtin û gotin; ‘em mehaneyê bo te girê bidin’ û çûn. Min nekarî biçim wergirim. Min herî dawî du meh berê wergirtibû.” 
 
‘MA EZ Ê BI KU DE BIÇIM?’
 
Di berdewamê de Davulcu diyar kir ku ji bo mala wê rapora “kêmxesar” hatiye dayîn lê tu deverên malê saxlem nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Carnan digirîm, carnan ji çûkan hez dikim, nan didim wan. Radibim ser pêyan û dibêjim ‘Ya Xwedê, Bismillah’ û dikevin nava cihan. Dibêjim; ‘Ey Xweda yê ku dide jî yê distîne jî her tu yî. Tu min ji dest û lingan neêxe.’ Ma ez ê wekî din çi bikim? Kolan, derve min ditirsîne. Teneke (sac) ji hev veqetiyan, axa wan hate xwarê. Ez ditirsim lê ma ez ê bi ku de biçim? Ez nikarim biçim cihekî. Li vê derê televîzyoneke biçûk hebû. Min ew temaşe dikir. Çawa gurmên ji dîwar hat, min got eywax. Ez rabûm ser xwe, min li dîwar nihêrt û dît ku avê jê diherike. Min teyşt danîn ber. Di şeveqa serê sibehê de hişyar bûm, derketim ser banî. Her ku min pelçiqand bêhtir bariya. Ber serê sibehê ve televîzyon ket. Ez hatim li vê derê rûniştim, demekî dirêj giriyam. Min got; ‘Ey Xwedê ez bi qurbanî te bim. Yê dixuliqîne tu yî, yê distîne tu yî, yê ku tîne tu yî. Tu çima min ceza dikî?’ Min got; ‘hemû kes di bin kavilên mala xwe de ma û mir. Te çima ez hiştim?’ Ez rûniştim û giriyam. Yê ku kişandî dizane. Dema bi şev erdhej çêbûyî ez ranebûm. Ax hate xwarê, dar çûn û hatin. Ji cihê xwe nelivîm û min wisa lê temaşe dikir. Dema serê sibehê erdhej çêbûy jî ez ketim nava heriyê. Yek kesî bi destê min negirt û ji nava wê heriyê dernexistim. Ev dever tevek bûbûn herî. Ez giriyam û min got; ‘heke keça ku min hebûya dê li min bigeriya.’ Kal nebin, canê xwe zêde bêzar nekin. Ma ez ê bi ku de biçim. Bû 40 sal ku ji gund derketime. Ev 10 sal in di vê malê de me. Ka ez çi bikim.” 
 
MA / Yûsra Batihan 

Sernavên din

30/03/2023
11:45 Der barê lêpirsîna cilên netewî de doz hat vekirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:14 Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê da
11:12 Dirûşma hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
09:57 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê: Em ê pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê
09:07 Av bi dest mexdûrên erdhejê nakeve: Em nikarin bi pereyan jî avê peyda bikin
09:06 Piştî erdhejê rewşa girtîgehan: Îşkenceya bi saîqên nijadperest
09:06 Rojnameger Zagros: Dewleta tirk dixwaze beriya hilbijartinê êrişî Qendîlê bike
09:05 Oremar: Berxwedana Qazî bi têkoşîna Ocalan re bû yek
09:03 Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan
09:02 'Bi naskirina Serok re min zanî ku ez kurd im'
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2023'YAN
08:40 Otobûsên rêwiyan wergeriyan: 3 kes mirin, 46 kes birîndar bûn
29/03/2023
22:12 Kenala Youtube a Med Muzîk TV’yê hat girtin
22:04 Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand ku ew ê li gor biryara dadgehê tevbigere
21:25 Nasnameya 35 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin
20:01 'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'
18:19 Ji Hîlala Zêrîn strana `Jin im jiyan im`
18:15 Banga ji bo berdan û dermankirina girtiyê nexweş Polat
16:17 Bertek nîşanî dorpêça li Galatasarayê ya tevî biryara AYM’ê didome dan
16:03 Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike
15:54 Baroya Êlihê giliyê BOTAŞ’ê kir
15:19 Li Amedê mizgefta ku xesar gihiştibûyê hate hilweşandin
15:12 7 hezar karker di grevê de ne: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
14:46 EMEP, wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê
14:00 Kesên xizmên xwe winda kirin çûn ziyareta gora Jîna Emînî
13:41 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êriş kir
13:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin
13:00 Amnesty: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kir
12:18 Li Hênê malbat bi şer ketin: 5 mal hatin şewitandin
12:01 Li pêşiya edliyeyê li dijî jinekê êriş hat kirin
11:57 Cînayetên ewil ên rêxistina ku ji nav Yekitiya Xwendekarên Tirk a Milî derket
11:39 MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:30 ‘Nîşeyên Bakur’ a Ertûgrûl Mavîoglû ji Weşanên Aryenê derçû
10:02 Sewalvanê mexdûrê erdhejê: Pêdiviya min bi axurekî û bi êm heye
09:59 Hedefa Partiya Çep a Kesk: Bi AKP-MHP’ê bide windakirin, ji sedî 20 deng bistîne
09:48 Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin
09:03 Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne
09:03 Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin
09:03 Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine
09:02 ‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin'
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir
18:16 Li Mereşê erdhej çêbû
16:52 Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin
16:22 Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
15:51 3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin
15:44 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da