Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire

img
ŞIRNEX - Li Cizîra Botan bi deh hezaran kes agirê Newroza azadiyê pêxist û peyama ku ji bo ew ji zilmakaran hesab bixwazin îro hatine cem hev. 
 
Gelê herêma Botanê li taxa Banê Xanê ya navçeya Cizîrêy a Şirnexê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Bi deh hezaran welatiyên Cizîra Botan û Şirnex û navçeyên wê tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwanên ku hatin qada Newrozê di ketina qadê de fişekên hewayî teqandin. Li qadê dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Be Serok Jiyan nabe", "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana zindanan", "Şehîd namirin" berz kirin. Bi deh hezaran kes sirûdên “Çerxa Şoreşê” û “Kobanê”xwendin. 
 
Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê kir. Hevşaredarên Cizîrê Bêrîvan Kûtlû û Mehmet Zirig ên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, derketin ser dikê û gel silav kirin û axaftinên kurt kirin. 
 
Piştre Koma Kolektîfa Awazên Botanê derket ser dikê û strîn û coşa girseyê derket asta herî jor û govend hat gerandin. 
 
‘GEL LI VIR E’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Erd û esman bûye Newroz. Hemû kolan bûne agirê Newrozê. Newroz pîroz be. Newroz bexwedan û hebûn e. Em ê îro dîrok binivisînin. Em Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê dikin. Yên ku digotin ‘daqeta wan nemaye’ bila li vê qadê binêrin. Vaye gel û vaye hêz û bawerî. Em kurd in û em li vir in. Kes nikare pêşiya têkoşîna me bigire. Ne qeyûm dikarin îradeya gelê me destesr bike ne jî binçavkirin û girtin dikarin têkoşîna me lawaz bikin. Ji bo ku îradeya gelê Botanê teslîm bigirin her cûre zext û zordestiyê dikin. Ev yek di qirika wan de dimîne. Qeyûm, tecrîd û zextên li girtîgehan neheqî ne. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li vê zilmê bînin.”
 
Piştî axaftina Îmîr, hunermend Mehmet Atli derket ser dikê û strî. 
 
‘ME MIHEMEDAN JI BÎR NEKIRIYE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî derket ser dikê û xîtabî gel kir. Temellî diyar kir ku ew bi êşa qurbaniyên erdhejê Newroza îsal pêşwazî dikin û got: “Em êşa qurbaniyên xwe parve dikin. Em ê qet vê êş û xemê ji bîr nekin. Em ê hesabê qurbaniyên xwe ji îktidarê bipirsin. Me Mihemedan, Asyayan, Dayika Taybet, Pakîzeyan ji bîra nekiriye. Bîranîna wan hêz dide me. Em xwedî li êşa xwe derketin û em li qadên Newrozê hatin cem hev.” 
 
‘RÊYA ME YA SÊYEMÎN E’ 
 
Temellî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: “Sedema îro tiştên neyînî ku diqewimin ew e ku maseya pêvajoya çareseriyê hat qelibandin. Çimkî wel i Îmraliyê maseyê qeliband û lewma ev tişt hemû bûn. Ew çareserî ji b ovan mirovan mafê jiyanê bû. Wê pere ne ji bo şer ji bo însanan bihata xerckirin. Lê viya nekirin. Maseyê qelibandin. Ew di bin vê maseyê de man. Bila kesên ku di şer de israr dikin baş bizanibin em ê aştiyê bînin vî welatî. Teqez em ê pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin. Yên ku gelê kurd tune dihesibînin û qeyûm tayînî ser îradeya gelê me dikin, bila baş bizanibin em ê wan ji van deran biqewirînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Ev rêya çareseriya demokratîk e. Ev rê rêya rizgariyê ye. 
 
MUXATAB BIRÊZ OCALAN E 
 
Cîzîra leheng bi dîroka xwe serbilind be. Bi têkoşîn û gelê xwe serbilind be. Helbet wê ev gel bi xwe serbilind be. Me got çareseriya demokratîk lê wan planên têkbirina kurdan xist dewrê. Lê ew têk çûn û diçin û vî welatî têk birin. 
 
Xwediyê çareseriya demokratîk jî heye. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê ev pirsgirêk bidomin. Birêz Ocalan jî muxatabê çareseriyê ye.
 
HILWEŞANDINA ÎKTIDARÊ
 
Ber bi hilbijartinê ve hêviya me mezin dibe. HDP wê bi ser bikeve. Wê Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve. Wê di sindoqan de jî faşîzm têk biçe. Em ê hemû bi hev re vê îktidara dijminê gelan hilweşînin.”
 
 
Piştî axaftinan hunermend Xecê derket ser dikê û strî. Pîrozbahî li ber stranan û bi govend gerandinê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin