HEWLÊR – Şandeya HDP’ê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya. Mijara sereke ya civînê yekîtiya neteweyî ya kurd e.
Şevê din şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zeynep Boga pêk dihat çûn bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê. Şandeya HDP’ê îro destpêkê li gel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî civiya. Armanca sereke ya serdana şandeyê ji bo guftûgokirina yekîtiya netewî li gel alî û rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Hêjayî gotinê ye ku destûr nehat dayîn çapemenî civînê bi şopîne.