Heyeta HDP’ê li gel Mesûd Barzanî civiya 2018-04-07 15:31:34 HEWLÊR – Şandeya HDP’ê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya. Mijara sereke ya civînê yekîtiya neteweyî ya kurd e.  Şevê din şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zeynep Boga pêk dihat çûn bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê.  Şandeya HDP’ê îro destpêkê li gel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî civiya.  Armanca sereke ya serdana şandeyê ji bo guftûgokirina yekîtiya netewî li gel alî û rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê ye.   Hêjayî gotinê ye ku destûr nehat dayîn çapemenî civînê bi şopîne.