Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin

  • rojane
  • 16:35 9 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser zextên li ser girtiyan û tecrîda li ser girtiyan, li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniye pêk anî. Dayikan bang li siyasetmedaran kirin û gotin: "Ev çi zulm e? Li girtîgeha çi pêk bê berpirsiyar îktîdara siyasî ye. Ev ne çareserî ye êdî vê yekê fam bikin." Dayikan bang li dayikên leşker û polîsan kir û xwest li dijî kuştinê dest bidin hev. 

Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser zextên li ser girtiyan û tecrîda li ser girtiyan tê meşandin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê pêk anî. Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan diyar kirin ku binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û ji telefonan bigire heta tekmîlê û hevdîtina telefonan û rewşa girtiyên nexweş gelek binpêkirin hene. Li ser navê Dayikên Aştiyê û Xizmên girtiyan Nazmiye Yurek, diyar kir ku li girtîgehê 4 zarokên wê girtî ne û wiha got: "Keça min a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi nexweşiya zekem, bronşit û KOAH'ê ye. Lê nayê dermankirin. Kurê min ê 18 salin girtî ye li Girtîgeha Kandira girtî ye. Kurê min nexweşê movikan e. Li Girtîgeha Bolu girtî 4 heftene rastî zordariya tekmilê tên. Ji ber vê yekê destûr nadtin ku bi telefonê bi axivin. 
 
‘ÇI JI ZAROKÊN ME DIXWAZIN?' 
 
Yurek, anî ziman ku ji temenê zarokên wan zêdetir ceza li zarokên wan hatiye birîn û wiha got: "Çi ji zarokên me dixwazin? Mafê wan tune her dem dilê me biêşînin. Tecrîda li ser wan dimeşînin nayê qebûlkirin. Êdî bes e. Em nexweşin û nikarin biçin hevdîtina wan. Zarokên me tevî nexweşiyên xwe sirgûnî girtîgehên dûr kirine. Hem sirgûn dikin û hem wan rehet bernadin. Bi şev bi ser odeyên wan de digirin. Çi ji zarokên me dixwazin. Em dixwazin bi lez dest ji van pêkanînan berdin. Ger ku tiştek bê serê zarokên me em dê li ber girtîgehan bedena xwe bidin ber agir. Tevî her tiştî em dîsa aştiyê dixwazin. Zarokên me digirin dîsa em aştiyê dixwazin. Ew çi biki em dê her dem aştiyê bixwazin. Ev çi zulm e li me dikin. Pirsgirêka aştî û çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka dayikên girtiyan e. Piştî OHAL'ê hemû girtîgeh tije kirin. Her kesî digirin. Li Amedê zarokên 13-14 sali girtî ne. Ji bo em biçin xizmên xwe li girtîgan ziyaret bikin em bi saetan li ber deriyê girtîgehan radiwestin. Em bi cîhazê di kontrola çavan re derbas dibin û piştre me berdide hundir."  
 
‘KURÊ MIN Û HEVSERÊ MIN NAXIN ODEYEKÊ' 
 
Hesina Guler, jî anî ziman ku kurê wê û hevserê wê girtî ne û wan naxwe odeyekê. Guler, anî ziman ku hevserê wê kal e û nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe temîn bike. Guler, anî ziman ku hevserê wê pîre û perîşan e û wiha got "Ji kalê perîşan çi dixwazin. Kurê min li Girtîgeha Kandira ye. Hevserê min nexweş e. Gardiyan dermanên wî nadin wî. Tiştekî neyînî li girtîgehê pêk bê berpirsiyar dewlet e." 
 
ÊDÎ SEBRA ME YA LI DIJÎ TECRÎDA LI SER OCALAN NEMAYE 
 
Seher Gurenç jî anî ziman ku kurê wê li Girtîgeha Çankiri girtî ye û wiha got: "Kurê min nexweşê mîgrenê ye. Dema kurê min derman dixwaze rastî lêdanê tê. Em dixwazin tecrida li ser girtiyan bi dawî bebe. Êdî sebra me ji tecrîda li ser Ocalan re nemaye. 
 
Kuddusiye Eryilmaz  jî bang li Emine Erdogan kir û wiha got: "Divê ji bîr neke ku ew jî dayik e. Gelo ew dikare 2 saetan ji zarokên xwe dûr bikeve. Kurê min diyar kir ku li erdê radizê. Saet di 1’ê şevê de bi ser kawîşên wan de digirin û îşkence li wan dikin. Em dibêjin hûn zarokên me sirgûnî ku bikin em jî dê biçin wir. Em dibêjin ev ne çareserî ye. Êdî vê yekê fam bikin. 
 
Herî dawî Raife Ozbey  jî axîvî û wiha got: "4 zarokên min girtî ne. Em dixwazin êdî dawî li vê îşkenceyê bînin. Sebra me êdî nema. Niha her tiştî di bin OHAL'ê de dikin. Berê jî her tişt dikirin. Di 12'ê îlonê de dîsa heman zext hebûn. Zextên îro 12'ê Îlonê derbas kirine.  Ger ku sûcê me kurdbûn e. Em dê vî sûcî berdewam bikin. Em heta dawiya dilopa xwîna xwe li cem zarokên xwe ne. Em bang li dayikên polîs û leşkeran jî dikin û dibêjin ewrin em dest bi din hev û rê li pêş vê kuştinê bigirin." 
 
 

Sernavên din

10/10/2017
14:34 Ji qereqolê gule avêtin kesek mir kesek birîndar bû
14:34 Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin sûcê AKP'ê ye
14:12 Êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kirin gelek kes binçav kirin
13:49 Kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:48 Ji Hevşaredara Artemêtanê re heta 15 sal ceza
13:21 Şika înfazê zêde dibe: Alav nedan û agahî ji texsiyê tune
13:12 Dîroknasê kurd Zend çû ser dilovaniya xwe
13:10 ‘Mehmed Uzun wêjeya kurd gihand hemû cîhanê’
12:50 Demîrtaş: Hêj hesab ji kujeran nehatiye pirsîn
12:29 Li Colemêrgê ‘qedexe’ hat dirêjkirin
12:16 Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye
12:15 Seroka Partiya Şoreşger a Îzmîrê hat binçavkirin
11:47 ‘DAIŞ'a li dijî Kurdan rêxistin kirin piştî karê wan qediya îmha kirin'
11:41 Polîs êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kir
11:19 Dadgeh bi israr e ku Demîrtaş neyne dadgehê
11:02 Balafira şer a Rûsya li Sûriye ket
10:41 Bi sedan sivîl ji DAIŞ'ê hatin azadkirin
10:40 HRW û Article 19 mudaxilê doza wekîlên girtî bûn
10:28 Porên girtiyên li Efyonê kur kirin
09:43 Bi hezaran dar bi hinceta 'ewlehiyê' tên birîn
09:32 7 roj borin lê hêj dewletê der bare îşkenceya 7 kesan de daxuyani nedaye
09:31 Ekîncî: AKP-MHP tunekirina kurdan esas digirin
09:30 Jinan înîsîyatifa ‘Em dixwazin bijîn’ ava kirin
09:28 Dê Şanoya Bajêr a Amedê ji şanoya cîhanê lîstikan bide nişandan
09:27 Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin
09:26 ‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’
09:25 Dema çîroka Pero û Cimon li ser tuwalê reng vedide
09:24 KODA di sala xwe ya duyemîn de ye: Têkoşîn dewam dike
09:22 Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN
09/10/2017
20:58 Hevşaredarên Payîzavayê hatin tehliyekirin
20:25 Li Mûglayê cenazeyekî din jî şandin saziya tiba edlî
17:46 Dewletê 25 meh şûn ve qebûl kir
17:45 Doza Aladagê: Heyetê rapor xwest lê avahî tune
17:28 Zabiteyên AKP'î mişmişên esnafan belav kirin
16:52 Polîs gef li dikandar xar
16:35 Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin
16:13 HDP'ê li Meclisê pirsa Cuma Îmen kir
15:58 Ji bo tevlibûna bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bang
15:46 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
15:15 Navên kesên li Muglayê hatin binçavkirin diyar bûn
15:12 7 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
15:06 Mukaddes Alataş tahliye bû
15:04 ÎHD: Em dê îşkenceya li Mûgla bibin NY û CPT’î
14:51 Li Yukselê 4 kes binçav kirin
14:33 Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe
14:32 Karataş: Ez sûcdar bim ew jî sûcdarin
14:24 Aşûre li gelê Akçadagê belav kirin
14:19 Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome
14:18 Doza Roboskê dê rojek piştî roja komkujiyê bê dîtin
14:16 'Bi komploya 9’ê Cotmehê re pirsgirêk mezintir bûn'
14:05 Ji bo rûniştina doza Rojnameger Tolu banga tevlêbûnê
13:49 KCD parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê em dengê xwe bilind bikin
13:44 QSD'ê li Reqqa maşîna DAIŞ'ê îmha kir
13:19 Girtiyan ‘Karta nasnameyê’ şermezar kirin
13:04 Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!
12:08 Rûniştina doza Yuksekdag taloq kirin
11:45 Di medyaya civakî de çalakiya #MuftulukYasasınaKarşıNobete
11:39 ‘Eger Tirkiye gavan navêje dê têkiliyên bi YE'ê re xelas bibe'
11:29 Ev der îşkencexaneya DAIŞ'ê ye!
11:25 13 girtiyên Xarpêtê di qawîşa yek kesî de ne
11:12 Girtiyên li Kîlîsê 10 rojin di greva birîbûnê dene
11:02 Ji TUSÎAD’ê berteka kirîza vîzeyê: Divê têkilî asayî bibin
11:00 Bi boneya 9'ê Cotemehê li Kobanê jiyan rawestiya
10:55 Li Enqereyê serdagirtin û binçavî
10:46 'Sedema şewatê panoya ceryanê ye'
10:43 Trenê li tirimbêlê xist pitikek û 2 kes mirin
10:39 Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê
10:28 Jinek li Soma hat kuştin
09:59 'Ger zagona tûtinê bê erêkirin dê 200 hezar kes bi bandor bibe'
09:49 Li Sûrê lêkolîn: Ne avahî, qereqol û kalekolan çêdikin
09:48 Apê Şengîl: Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin
09:34 Kirîza vîzeyê dolar rakir
09:33 'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne'
09:32 Bi girêka berazê girêdan û ew avîtin hucreyê
09:32 Dezgehê jinan ji destê wan digirin
09:31 Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû!
09:30 Çotkarên tûtinê: Rê li şîrketên mezin vedikin
09:29 Girtî êdî malbata xwe jî nas nake
09:28 Kujerê Sîbel Çelîk 15 mehin hêj nehatiye girtin
09:27 Karkerên DHL'ê: Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike
09:26 Onder: Heke Ocalan bi awayekî azad siyaset bikira dê gelek tişt biguheriya
09:23 Dozger şandina nameyan a girtîgehê sûc dît
09:22 Birayê Mehmet Uzun: Bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye
09:00 ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2017'AN
08/10/2017
21:02 Di çalakiya li Kolana Yukselê de 15 kes hatin binçavkirin
18:30 Di Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan de şewat derket
17:58 Heyeta HDP û DBP rastî eleqeyek mezin hat
17:40 Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye
16:59 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girt
16:55 'Dema ez li Sûr û Cizê mêze dikim ez Kerbelayê dibînim'
16:40 TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve
16:37 Yildirim: Qedexeya Tûtinê dê îflaza aboriyê bine
16:31 Ji parêzvanên mafên mirovan re 15 sal ceza tê xwestin
15:18 Baydemîr: Her kes hebû lê Enqere tune bû
14:47 Beriya daxuyaniyê mudaxaleyî Yukselê kirin
14:42 Piştî peymanê civîna yekem
14:32 Malbatan bertek nîşanî wêneyan da: Ev li dijî mirovahiyê ye
14:27 Parêzer banga 'Tev li doza Aladagê bibin' kir
13:42 Li dijî wêrankirinê li ber xwe didin