Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin 2017-10-09 16:35:25 AMED - Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser zextên li ser girtiyan û tecrîda li ser girtiyan, li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniye pêk anî. Dayikan bang li siyasetmedaran kirin û gotin: "Ev çi zulm e? Li girtîgeha çi pêk bê berpirsiyar îktîdara siyasî ye. Ev ne çareserî ye êdî vê yekê fam bikin." Dayikan bang li dayikên leşker û polîsan kir û xwest li dijî kuştinê dest bidin hev.  Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser zextên li ser girtiyan û tecrîda li ser girtiyan tê meşandin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê pêk anî. Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan diyar kirin ku binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û ji telefonan bigire heta tekmîlê û hevdîtina telefonan û rewşa girtiyên nexweş gelek binpêkirin hene. Li ser navê Dayikên Aştiyê û Xizmên girtiyan Nazmiye Yurek, diyar kir ku li girtîgehê 4 zarokên wê girtî ne û wiha got: "Keça min a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi nexweşiya zekem, bronşit û KOAH'ê ye. Lê nayê dermankirin. Kurê min ê 18 salin girtî ye li Girtîgeha Kandira girtî ye. Kurê min nexweşê movikan e. Li Girtîgeha Bolu girtî 4 heftene rastî zordariya tekmilê tên. Ji ber vê yekê destûr nadtin ku bi telefonê bi axivin.    ‘ÇI JI ZAROKÊN ME DIXWAZIN?'    Yurek, anî ziman ku ji temenê zarokên wan zêdetir ceza li zarokên wan hatiye birîn û wiha got: "Çi ji zarokên me dixwazin? Mafê wan tune her dem dilê me biêşînin. Tecrîda li ser wan dimeşînin nayê qebûlkirin. Êdî bes e. Em nexweşin û nikarin biçin hevdîtina wan. Zarokên me tevî nexweşiyên xwe sirgûnî girtîgehên dûr kirine. Hem sirgûn dikin û hem wan rehet bernadin. Bi şev bi ser odeyên wan de digirin. Çi ji zarokên me dixwazin. Em dixwazin bi lez dest ji van pêkanînan berdin. Ger ku tiştek bê serê zarokên me em dê li ber girtîgehan bedena xwe bidin ber agir. Tevî her tiştî em dîsa aştiyê dixwazin. Zarokên me digirin dîsa em aştiyê dixwazin. Ew çi biki em dê her dem aştiyê bixwazin. Ev çi zulm e li me dikin. Pirsgirêka aştî û çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka dayikên girtiyan e. Piştî OHAL'ê hemû girtîgeh tije kirin. Her kesî digirin. Li Amedê zarokên 13-14 sali girtî ne. Ji bo em biçin xizmên xwe li girtîgan ziyaret bikin em bi saetan li ber deriyê girtîgehan radiwestin. Em bi cîhazê di kontrola çavan re derbas dibin û piştre me berdide hundir."     ‘KURÊ MIN Û HEVSERÊ MIN NAXIN ODEYEKÊ'    Hesina Guler, jî anî ziman ku kurê wê û hevserê wê girtî ne û wan naxwe odeyekê. Guler, anî ziman ku hevserê wê kal e û nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe temîn bike. Guler, anî ziman ku hevserê wê pîre û perîşan e û wiha got "Ji kalê perîşan çi dixwazin. Kurê min li Girtîgeha Kandira ye. Hevserê min nexweş e. Gardiyan dermanên wî nadin wî. Tiştekî neyînî li girtîgehê pêk bê berpirsiyar dewlet e."    ÊDÎ SEBRA ME YA LI DIJÎ TECRÎDA LI SER OCALAN NEMAYE    Seher Gurenç jî anî ziman ku kurê wê li Girtîgeha Çankiri girtî ye û wiha got: "Kurê min nexweşê mîgrenê ye. Dema kurê min derman dixwaze rastî lêdanê tê. Em dixwazin tecrida li ser girtiyan bi dawî bebe. Êdî sebra me ji tecrîda li ser Ocalan re nemaye.    Kuddusiye Eryilmaz  jî bang li Emine Erdogan kir û wiha got: "Divê ji bîr neke ku ew jî dayik e. Gelo ew dikare 2 saetan ji zarokên xwe dûr bikeve. Kurê min diyar kir ku li erdê radizê. Saet di 1’ê şevê de bi ser kawîşên wan de digirin û îşkence li wan dikin. Em dibêjin hûn zarokên me sirgûnî ku bikin em jî dê biçin wir. Em dibêjin ev ne çareserî ye. Êdî vê yekê fam bikin.    Herî dawî Raife Ozbey  jî axîvî û wiha got: "4 zarokên min girtî ne. Em dixwazin êdî dawî li vê îşkenceyê bînin. Sebra me êdî nema. Niha her tiştî di bin OHAL'ê de dikin. Berê jî her tişt dikirin. Di 12'ê îlonê de dîsa heman zext hebûn. Zextên îro 12'ê Îlonê derbas kirine.  Ger ku sûcê me kurdbûn e. Em dê vî sûcî berdewam bikin. Em heta dawiya dilopa xwîna xwe li cem zarokên xwe ne. Em bang li dayikên polîs û leşkeran jî dikin û dibêjin ewrin em dest bi din hev û rê li pêş vê kuştinê bigirin."