Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin

  • rojane
  • 11:07 5 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike, bi beşdariya navên girîng li dijî tecrîda ser miwekîlê xwe dê di 7’ê Nîsanê de sempozyuma “Pirsgirêka Kurd û Polîtîkaya Hiqûqî ya Tecrîdê” li dar bixe. 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev bû demek dirêje nahêlin parêzer, malbat û heyetên siyasî biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan dike, bi boneya balê bikişîne ser bêhiqûqiyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd nîqaş bikin dê di 7’ê Nîsanê de sempozyuma “Pirsgirêka Kurd û Polîtîkaya Hiqûqî ya Tecrîdê” li dar bixe. Dê sempozyum li Otela Elît World pêk bê. 
 
 Sempozyum wê bi şîara “Ji tarîtiyê ber bi hêviyê ve û ji hêviyê ber bi azadiyê ve” bi axaftina vekirinê ya siyasetmedarê kurd Ahmet Turk dest pê bike. 
 
DÊ BALÊ BIKIŞÎNIN SER HIQÛQA ÎMRALIYÊ
 
Sempozyum wek du rûniştina hatiye plansazkirin. Rûniştina ewil dê bi moderatoriya Parêzer Several Ballikaya ya bi sernavê “Mafên Bingehîn ên her tim tên astengkirin û Rejîma Îmraliyê ya li her derî belav dibe” pêk bê. Dê Parêzer Ozgur Erol bi sernavê “Rejîma Îmrali” gotûbêj bike. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî bi sernavê “Bandora Rejîma Îmrali ya li ser pratîkên daraz û înfazê dike” gotûbêj bike û parêzer Ercan Kanar jî dê bi sernavê “Rejîma Îmrali ya li her derî belav bûye di hiqûqa navnetewî de feraseta wê û nirxandina wê” gotûbêj bike. 
 
PIRSGIRÊKA KURD, ŞER Û ÇARESERÎ DÊ BÊ AXAFTIN 
 
Rûniştina duyemîn a sempozyumê jî dê bi moderatoriya Endama Meclîsa HDP’ê Ayşe Berktay a bi sernavê “Têkiliya Mekanîka Darbeyê ya bi Pirsgirêka Kurd re û Derfetên Çareseriyê” pêk bê. 
 
Di vê rûniştinê de jî Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureya Onder bi ser mijara “Pirgirêka kurd û mekanîka darbeye”, siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovan Akin Bîrdal jî dê bi ser mijara “Ocalan û têkoşîna demokratîka aştiyane” û Kordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç jî dê bi ser mijara “Halê şer ê Rojhilata Navîn û çarerseriya demokrasiya radîkal” biaxivin û gotûbêjan bikin. 
 
Dê piştî runiştinan bi moderatoriya Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji çapemeniyê re foruma girtî pêk bê. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî sempozyuma dê li dar bixe daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
‘TECRÎDEK GIRANKIRÎ YA TEQEZ DIDOME’ 
 
Daxuyaniya Asrinê wiha ye: “Em di şertên ku bi çavê hiqûqa dijminahiya cezayê daxwaza aştiyê dikin sûc û şer derketiya asta herî jor û rewa dikin de derbas dibin. Di OHAL’ê de hemû mafên me tên astengkirin. Lê em ê dev ji mafên xwe bernedin. 
 
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her gavên bên avêtin dê çareserî ûaştyê bîne welat û ev yek girîng e. Bêguman di her pêvajo û kêliyê de hewldanên ji bo aştî û çareseriyê yên Birêz Abdullah Ocalan tên zanîn. Ev hewldan di dîroka darbeyan de bersiva demokrasiyê ye. Piştî hewlda darbeyê û îlankirina OHAL’ê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî ya teqez destpê kir û ev tecrîd li ser hemû qadên jiyanê belav bûye. Hemû mafên raman û îfadekirinê tên redkirin û astengkirin. Em dikarin bêjin ku astengiya mafên bingehîn ji Rejîma Îmrali dest pê dike û li ser her deverê belav bûye. Hiqûqa li ser Îmraliyê tê meşandin dixwazin li tevahiya Tirkiyeyê bidin meşandin.” 

Sernavên din

06/04/2018
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê
17:45 Kesên li mala Ocalan hatin binçavkirin hatin berdan
17:09 Pûtîn, Erdogan û Ruhanî: Biryara pêşeroja Sûriye dê gelê Sûriye bide
16:54 4’ê Nîsanê li Şirnex û Mêrdînê hat pîrozkirin
16:06 Hejmara binçav kirina rojnamegeran derket 7'an
16:05 Li ber NY'ê qîr kirin: Li Efrinê êrîşî vîna azad a jinê dikin
15:37 Ozturk: Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên Ocalan girîng in
15:16 MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir
15:03 Altan û 5 kesên din hatin berdan
14:51 Di doza Manîsa de parastina kurdî red kirin
14:16 Li Çiyayê Agiriyê pevçûn 2 leşker birîndar bûn
14:09 Dadgeha Bilind cezayê Îlhan Çomak erê kir
14:05 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran
13:45 Parêzer xwest Pekîn ê got 'Yeşîl dijî' bê guhdarkirin
13:13 Pirsa çapxanê ji xebatkaran kirin: Armanca çapkirina rojnaman û kovaran çiye?
13:13 Hezkirina Ocalan tirs û xof xist dilê wan
12:40 Li Dêrsimê teqîn: Leşkerek birîndar bû
12:19 Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin
12:11 Jinên zilma DAIŞ’ê dîtin: Êndixwazin bikevin Mînbîçê heya niha li ku bûn?
11:31 Li ser sînorê Efrînê qedexe hat îlankirin
11:22 Polîsan li Kopê 15 kes binçav kirin
11:18 Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'
10:38 Hikûmetê ji Îmraliyê xwest HDP serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê
10:17 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Guneş de girt
09:50 Avahîsaz Huseyîn Oguzcan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
09:33 Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê
09:32 Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye
09:31 Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin
09:30 Dixwazin Mûnzûrê ziwa bikin!
09:29 Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike
09:27 Ji ber bi hevalê xwe yê parêzer re sohbet kir ceza lê hat birîn
09:26 Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir
09:26 Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin
09:24 AVM şûr li kezeba Amedê dixe
09:23 Atalan: Ên êrîşî Şengalê bikin dê mîna DAÎŞ’ê winda bikin
09:22 Malên Jiyan TV desteser kirin û krasê hiqûqî lê kirin
09:22 Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike
09:21 'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN
08:29 Li dijî malên xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasî operasyon: 4 kes binçav kirin
08:14 9 xwendekarên Bogazîçî ku Erdogan ferman da hatin girtin
03/04/2018
23:45 Cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan: 9 kes hatin binçavkirin
21:39 Serlêdana parêzeran a 743'yan jî hat redkirin
18:04 Xwendekarên Bogazîçî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
17:21 Eren Keskîn: Ev ceza rêbaza tolhildanê ye
17:01 Endama Meclîsa HDP’ê Çetîn hat binçavkirin
16:42 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 743'yemîn hat redkirin
16:17 Girtiyan 4'ê Nîsanê pîroz kir: Em soz didin zindanan bikin keleha azadiyê
16:17 Mustafa Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
15:54 Li Sêrtê 14 kes hatin berdan
15:34 Xwendekarên Bogazîçiyê: Hevalên me berdin
15:33 Îtîraza li dijî binçavkirina xebatkarên çapemeniyê hat redkirin
15:21 Dozger, ji rojnameger Çagdaş Kaplan re 15 sal ceza xwest
15:19 Dijberî dagirkeriyê kampanya boykota tûrîzma tirkan