Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin 2018-04-05 11:07:12 STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike, bi beşdariya navên girîng li dijî tecrîda ser miwekîlê xwe dê di 7’ê Nîsanê de sempozyuma “Pirsgirêka Kurd û Polîtîkaya Hiqûqî ya Tecrîdê” li dar bixe.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev bû demek dirêje nahêlin parêzer, malbat û heyetên siyasî biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan dike, bi boneya balê bikişîne ser bêhiqûqiyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd nîqaş bikin dê di 7’ê Nîsanê de sempozyuma “Pirsgirêka Kurd û Polîtîkaya Hiqûqî ya Tecrîdê” li dar bixe. Dê sempozyum li Otela Elît World pêk bê.     Sempozyum wê bi şîara “Ji tarîtiyê ber bi hêviyê ve û ji hêviyê ber bi azadiyê ve” bi axaftina vekirinê ya siyasetmedarê kurd Ahmet Turk dest pê bike.    DÊ BALÊ BIKIŞÎNIN SER HIQÛQA ÎMRALIYÊ   Sempozyum wek du rûniştina hatiye plansazkirin. Rûniştina ewil dê bi moderatoriya Parêzer Several Ballikaya ya bi sernavê “Mafên Bingehîn ên her tim tên astengkirin û Rejîma Îmraliyê ya li her derî belav dibe” pêk bê. Dê Parêzer Ozgur Erol bi sernavê “Rejîma Îmrali” gotûbêj bike. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî bi sernavê “Bandora Rejîma Îmrali ya li ser pratîkên daraz û înfazê dike” gotûbêj bike û parêzer Ercan Kanar jî dê bi sernavê “Rejîma Îmrali ya li her derî belav bûye di hiqûqa navnetewî de feraseta wê û nirxandina wê” gotûbêj bike.    PIRSGIRÊKA KURD, ŞER Û ÇARESERÎ DÊ BÊ AXAFTIN    Rûniştina duyemîn a sempozyumê jî dê bi moderatoriya Endama Meclîsa HDP’ê Ayşe Berktay a bi sernavê “Têkiliya Mekanîka Darbeyê ya bi Pirsgirêka Kurd re û Derfetên Çareseriyê” pêk bê.    Di vê rûniştinê de jî Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureya Onder bi ser mijara “Pirgirêka kurd û mekanîka darbeye”, siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovan Akin Bîrdal jî dê bi ser mijara “Ocalan û têkoşîna demokratîka aştiyane” û Kordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç jî dê bi ser mijara “Halê şer ê Rojhilata Navîn û çarerseriya demokrasiya radîkal” biaxivin û gotûbêjan bikin.    Dê piştî runiştinan bi moderatoriya Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji çapemeniyê re foruma girtî pêk bê.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî sempozyuma dê li dar bixe daxuyaniyek nivîskî weşand.   ‘TECRÎDEK GIRANKIRÎ YA TEQEZ DIDOME’    Daxuyaniya Asrinê wiha ye: “Em di şertên ku bi çavê hiqûqa dijminahiya cezayê daxwaza aştiyê dikin sûc û şer derketiya asta herî jor û rewa dikin de derbas dibin. Di OHAL’ê de hemû mafên me tên astengkirin. Lê em ê dev ji mafên xwe bernedin.    Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her gavên bên avêtin dê çareserî ûaştyê bîne welat û ev yek girîng e. Bêguman di her pêvajo û kêliyê de hewldanên ji bo aştî û çareseriyê yên Birêz Abdullah Ocalan tên zanîn. Ev hewldan di dîroka darbeyan de bersiva demokrasiyê ye. Piştî hewlda darbeyê û îlankirina OHAL’ê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî ya teqez destpê kir û ev tecrîd li ser hemû qadên jiyanê belav bûye. Hemû mafên raman û îfadekirinê tên redkirin û astengkirin. Em dikarin bêjin ku astengiya mafên bingehîn ji Rejîma Îmrali dest pê dike û li ser her deverê belav bûye. Hiqûqa li ser Îmraliyê tê meşandin dixwazin li tevahiya Tirkiyeyê bidin meşandin.”