Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin

  • rojane
  • 10:06 5 Nîsan 2018
  • |
img
ŞIRNEX – Ji ber qedexekirina zozana û bihabûna fiyetên êman, jinên koçer ên Silopiyayê bi zorê heywanên xwe xweyî dikin. Jinên koçer destnîşan kirin ku barê herî giran li ser milê wan e û ew ê koçertiyê bidomînin. 
 
Koçerên ku 5 meh berê ji navçeya Dihê ya Sêrtê berê xwe dan bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê, her çend bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimînin jî, jiyana xwe didomînin. Koçerên ku koçî bajarokê kirin û heywanên xwe xweyî dikin, herî zêde qedexekirina zozanan û bihabûna fiyetên êman ew ditengijînin. Jinên koçer ên ku herî zêde ew zehmetiyê dikişînin û barê giran li ser milê wan e, hem li heywanan dinerin hem jî li zarokên xwe. 
 
Jinên ku şeveqê zû radibin û dest bi kar dikin, diyar kirin ku her çend koçertî zehmet be jî ew ê bidomînin. 
 
'BARÊ HERÎ GIRAN LI SER MILÊ JINA YE’ 
 
Rabîa Baykana 55 salî diyar kir ku tekane çavkaniya wan a debarkirinê sewalvanî ye û herî zêde jin tahbê dibînin. Baykan, bi lêv kir ku ew 4 malbat in û nêzî 500 heywanên wan hene û ew ji sibehê heta êvarî bi heywanan re bilî dibin. Baykan, diyar kir ku ew şeveqê saet di 4’an de hişyar dibin û got: “Heywanên ku em êvarî wan didoşin, sibehê dîsa wan didoşin. Paşê em ji bo çêrandinê heywanan derdixin. Û em li hêlekê jî li zarokên xwe dinerin û xwarinê  çêdikin. Em penir û mastê ku çêdikin hinekî digiroşin ên mayî jî ji bo zivistanê hiltînin. Li vir dîsa barê herî giran dikeve ser milê jinan?” 
 
Baykan, bal kişand ser qedexekirina zozanan û got: “Berê baştir bû. Mirov bi rihetî heywanên xwe xweyî dikirin. Berê zehmetî pir tune bûn.” Baykan, bi lêv kir ku bihabûna fiyetên êman herî zêde bandor li wan kiriye û got: “Berê kîloya êm ne veqasî biha bû. Niha zêde biha ye. Ji ber vê em nikarin êm bikirin. Em ji berê de vî karî dikin. Ji ber em debara xwe bi sewalvaniyê dikin, em nikarin dev ji van deran berdin.” 
 
'TEVÎ HEMÛ ZEHEMTIYAN JÎ…’ 
 
Ayşe Savaşçi ya 54 salî diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve koçertiyê dike û ji ber şert û mercên avhewayê ew hatine Silopiyayê. Savaşçi, diyar kir ku koçertî he zor hem jî xweş e û got: “Berê şert û mercn me baştir bûn. Lê niha zehmetir in.” Savaşçi, diyar kir ku berê wan kîloya mast û penêêr bi 4-5 lîreyan difirot, lê belê niha ji ber zêdebûna êm biha bûye Savaşçi bal kişand ser qedexekirina zozanan û got: “Em zanin mirin jî têde ye, lê dîsa jî em diçin zozanan. Em mecbûr in. Ma em ê çi ji heywanên xw ebikin?” 
 
Zahîde Baykan (45) jî destnîşan kir ku li quntarên Cûddiyê koçertî xweş e. Baykan, diyar kir ku di dema qedexeya derketina derve de di warê cih de ew ditengijîn, lê belê niha ev yek kêm bûye. 

Sernavên din

06/04/2018
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê
17:45 Kesên li mala Ocalan hatin binçavkirin hatin berdan
17:09 Pûtîn, Erdogan û Ruhanî: Biryara pêşeroja Sûriye dê gelê Sûriye bide
16:54 4’ê Nîsanê li Şirnex û Mêrdînê hat pîrozkirin
16:06 Hejmara binçav kirina rojnamegeran derket 7'an
16:05 Li ber NY'ê qîr kirin: Li Efrinê êrîşî vîna azad a jinê dikin
15:37 Ozturk: Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên Ocalan girîng in
15:16 MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir
15:03 Altan û 5 kesên din hatin berdan
14:51 Di doza Manîsa de parastina kurdî red kirin
14:16 Li Çiyayê Agiriyê pevçûn 2 leşker birîndar bûn
14:09 Dadgeha Bilind cezayê Îlhan Çomak erê kir
14:05 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran
13:45 Parêzer xwest Pekîn ê got 'Yeşîl dijî' bê guhdarkirin
13:13 Pirsa çapxanê ji xebatkaran kirin: Armanca çapkirina rojnaman û kovaran çiye?
13:13 Hezkirina Ocalan tirs û xof xist dilê wan
12:40 Li Dêrsimê teqîn: Leşkerek birîndar bû
12:19 Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin
12:11 Jinên zilma DAIŞ’ê dîtin: Êndixwazin bikevin Mînbîçê heya niha li ku bûn?
11:31 Li ser sînorê Efrînê qedexe hat îlankirin
11:22 Polîsan li Kopê 15 kes binçav kirin
11:18 Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'
10:38 Hikûmetê ji Îmraliyê xwest HDP serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê
10:17 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Guneş de girt
09:50 Avahîsaz Huseyîn Oguzcan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
09:33 Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê
09:32 Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye
09:31 Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin
09:30 Dixwazin Mûnzûrê ziwa bikin!
09:29 Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike
09:27 Ji ber bi hevalê xwe yê parêzer re sohbet kir ceza lê hat birîn
09:26 Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir
09:26 Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin
09:24 AVM şûr li kezeba Amedê dixe
09:23 Atalan: Ên êrîşî Şengalê bikin dê mîna DAÎŞ’ê winda bikin
09:22 Malên Jiyan TV desteser kirin û krasê hiqûqî lê kirin
09:22 Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike
09:21 'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN
08:29 Li dijî malên xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasî operasyon: 4 kes binçav kirin
08:14 9 xwendekarên Bogazîçî ku Erdogan ferman da hatin girtin
03/04/2018
23:45 Cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan: 9 kes hatin binçavkirin
21:39 Serlêdana parêzeran a 743'yan jî hat redkirin
18:04 Xwendekarên Bogazîçî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
17:21 Eren Keskîn: Ev ceza rêbaza tolhildanê ye
17:01 Endama Meclîsa HDP’ê Çetîn hat binçavkirin
16:42 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 743'yemîn hat redkirin
16:17 Girtiyan 4'ê Nîsanê pîroz kir: Em soz didin zindanan bikin keleha azadiyê
16:17 Mustafa Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
15:54 Li Sêrtê 14 kes hatin berdan
15:34 Xwendekarên Bogazîçiyê: Hevalên me berdin
15:33 Îtîraza li dijî binçavkirina xebatkarên çapemeniyê hat redkirin
15:21 Dozger, ji rojnameger Çagdaş Kaplan re 15 sal ceza xwest
15:19 Dijberî dagirkeriyê kampanya boykota tûrîzma tirkan