Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin 2018-04-05 10:06:34   ŞIRNEX – Ji ber qedexekirina zozana û bihabûna fiyetên êman, jinên koçer ên Silopiyayê bi zorê heywanên xwe xweyî dikin. Jinên koçer destnîşan kirin ku barê herî giran li ser milê wan e û ew ê koçertiyê bidomînin.    Koçerên ku 5 meh berê ji navçeya Dihê ya Sêrtê berê xwe dan bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê, her çend bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimînin jî, jiyana xwe didomînin. Koçerên ku koçî bajarokê kirin û heywanên xwe xweyî dikin, herî zêde qedexekirina zozanan û bihabûna fiyetên êman ew ditengijînin. Jinên koçer ên ku herî zêde ew zehmetiyê dikişînin û barê giran li ser milê wan e, hem li heywanan dinerin hem jî li zarokên xwe.    Jinên ku şeveqê zû radibin û dest bi kar dikin, diyar kirin ku her çend koçertî zehmet be jî ew ê bidomînin.    'BARÊ HERÎ GIRAN LI SER MILÊ JINA YE’    Rabîa Baykana 55 salî diyar kir ku tekane çavkaniya wan a debarkirinê sewalvanî ye û herî zêde jin tahbê dibînin. Baykan, bi lêv kir ku ew 4 malbat in û nêzî 500 heywanên wan hene û ew ji sibehê heta êvarî bi heywanan re bilî dibin. Baykan, diyar kir ku ew şeveqê saet di 4’an de hişyar dibin û got: “Heywanên ku em êvarî wan didoşin, sibehê dîsa wan didoşin. Paşê em ji bo çêrandinê heywanan derdixin. Û em li hêlekê jî li zarokên xwe dinerin û xwarinê  çêdikin. Em penir û mastê ku çêdikin hinekî digiroşin ên mayî jî ji bo zivistanê hiltînin. Li vir dîsa barê herî giran dikeve ser milê jinan?”    Baykan, bal kişand ser qedexekirina zozanan û got: “Berê baştir bû. Mirov bi rihetî heywanên xwe xweyî dikirin. Berê zehmetî pir tune bûn.” Baykan, bi lêv kir ku bihabûna fiyetên êman herî zêde bandor li wan kiriye û got: “Berê kîloya êm ne veqasî biha bû. Niha zêde biha ye. Ji ber vê em nikarin êm bikirin. Em ji berê de vî karî dikin. Ji ber em debara xwe bi sewalvaniyê dikin, em nikarin dev ji van deran berdin.”    'TEVÎ HEMÛ ZEHEMTIYAN JÎ…’    Ayşe Savaşçi ya 54 salî diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve koçertiyê dike û ji ber şert û mercên avhewayê ew hatine Silopiyayê. Savaşçi, diyar kir ku koçertî he zor hem jî xweş e û got: “Berê şert û mercn me baştir bûn. Lê niha zehmetir in.” Savaşçi, diyar kir ku berê wan kîloya mast û penêêr bi 4-5 lîreyan difirot, lê belê niha ji ber zêdebûna êm biha bûye Savaşçi bal kişand ser qedexekirina zozanan û got: “Em zanin mirin jî têde ye, lê dîsa jî em diçin zozanan. Em mecbûr in. Ma em ê çi ji heywanên xw ebikin?”    Zahîde Baykan (45) jî destnîşan kir ku li quntarên Cûddiyê koçertî xweş e. Baykan, diyar kir ku di dema qedexeya derketina derve de di warê cih de ew ditengijîn, lê belê niha ev yek kêm bûye.