DÊRSIM - Li herêma Alîbogazi ya Dêrsimê teqînek rû da û çawîşek pispor birîndar bû.
Li herêma Alîbogazi ya dinavbera navçeyên Xozat û Çemîşgezeka Dêrsimê, di dema derbasbûna leşkerên derketin operasyonê de, mayîn teqiya. Di teqîna mayîn de çawişekê pispor birîndar bû. Çawîşê pispor ê birîndar bû, bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Zanîngeha Firat a Xerpetê.
Li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike.