Li Dêrsimê teqîn: Leşkerek birîndar bû 2018-04-04 12:40:10 DÊRSIM - Li herêma Alîbogazi ya Dêrsimê teqînek rû da û çawîşek pispor birîndar bû. Li herêma Alîbogazi ya dinavbera navçeyên Xozat û Çemîşgezeka Dêrsimê, di dema derbasbûna leşkerên derketin operasyonê de, mayîn teqiya. Di teqîna mayîn de çawişekê pispor birîndar bû. Çawîşê pispor ê birîndar bû, bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Perwerdê  û Lêkolînê ya Zanîngeha Firat a Xerpetê.    Li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike.