Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin

  • rojane
  • 12:19 4 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî agahiyên dawî yên ji Îmraliyê girtî û zextên li ser Ocalan diyar kir ku piştî şerê li ser Efrînê heyetek çûye Îmarliyê û piştî hevdîtinan û şûnde zext û şertên tecrîdê hê zêdetir hatiye girankirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rapora ku CPT aşkere kir nirxandin kir. 
Bayik ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku piştî daxuyaniya CPT’ê û şûnde hinek agahî gihiştin ber destên wan û wiha got: "Em ketin nava fikaran gelo piştî 2 salan daxuyaniya CPT’ê ya ku nû hate dayîn, dixwazin zext û êşkenceya li Îrmarliyê bi nixûmînin. Ji ber vê Birêz Karayilan ew daxuyanî da. Agahiyên ku gihiştin ber destê me, di pêvajoya Berxwedana Efrînê de heyetek çûye Îmraliyê. Hinek zext li ser Rêber Apo dane kirin, hat diyarkirin ku piştî Rêber Apo ev pêkanînên wan red kir, zext û tecrîd hê hatiye girankirin. Hat destnîşankirin ku pêkanînên hatin kirin têkildarî mijara Rojava û Efrînê ye, li dijî vê jî Rêber Apo helwestekî diyar raberî vê yekê kiriye. Li hemerî vê biryara Rêbertiya me radyo û tv jê hatine girtin, her wiha derfetên li gorî berê hatine tengkirin.
Ev agahî piştî dagirkirina navenda Efrînê û şûnde gihişte ber destê me. Agahî hê nû hatibû girtin. Daxuyaniya CPT’ê ne têrker û pê bawer bû. Ji ber vê piştî van agahiyan û daxuyaniya CPT’ê me û hevrêyên me xiste nava fikaran. Ji bo vê Birêz Karayilan ji bo van fikaran bide nîşandan û bang li CPT’ê hate kirin ku bi erka xwe rabe û ji bo rayedarên dewleta Tirk hişyar bike daxuyaniyek bi vî awayî bi raya giştî re parvekiribû. Kesê ku agahî jî dayî, gihandiye hinek yekîneyên têkildarî me, diyar kir dike ku di dema Berxwedana Efrînê de li ser Rêber Apo hine zext û pêkanîn jê hatiye xwestin, li ser vê yekê dema ku Rêber Apo ev yek nepejirandiye radyo û tv jê hatiye standin, pêdiviyên jiyanî lê hatine sînordarkirin.
 
'DIVÊ CPT ERKA XWE PÊK BÎNE' 
 
Bayik, destnîşan kir ku ew vê mijarê cîddî digirin dest û wiha berdewam kir: "Bi taybet daxuyaniya CPT’ê ya piştî du salan û şûnde û li gel wê agahiyên gihiştine ber destê me, kir ku birêz Karayilan daxuyaniyek wiha bi raya giştî re parve bike. Dema ku Birêz Karayilan ev daxuyanî da bang li CPT’ê kir ku bi erka xwe rabe. Divê CPT erka xwe pêk bîne, daxuyaniya ku hateiye dayîn, me têr nake. Ji ber ku di nava 2 salan de gelek tişt hatine guhertin. Di nava van du salan de li Tirkiyeyê gelek zext û êşkence hatin kirin,agahiyên berî du salan îro ti fêdeyê nade. Ma em dikarin rewşa beriya du salan a li Îmraliyê li gorî ya îro bigirin dest? Di pêvajoyeke li Tirkiyeyê her titş tê guhertin de, her wiha girtin û binçavkirinê li ser her beşê civakê û bitaybet şirîkatiya faşîzmê ya AKP-MHP’ê ya ku her Kurd li ku di be bila bibe em ê tine bikin, li gel daxuyaniyên CPT’ê yên berî du salan ya têkilarî Rêbertiya me rewşeke nayê pejirandine." 
 
'RÊBERTIYA ME DAXWAZÊN WAN RED KIRIYE'
 
Bayik, da zanîn ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir  ve Mehmet Ocalan di sala 2016’an de cerekê hevdîtin kiriye û ji wê demê heta niha ti agahî ji Ocalan negirtiye û wiha lê zêde kir: "Têkildarî rewşa Rêbetiya xwe me agahiyên zelel nîne. Lê dem bi dem agahiyên mîna vê hatine ber destê me. Diçin li gel Rêbertiya me hevdîtina dikin, hinek pêkanîna dixwazin bidin kirin, lê Rêbertiya me ti tiştî li ber çavan nagire, diyar dike ku her tiştê pêwîst kir û ji niha û pê ve tişta ku ez bikim nîne. Ji derveyî vê tiştekî ji min nexwazin. Ji salekî nîv û vir ve ti agahî me negirtiye. Di pêvajoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hinek hevdîtin bi Rêbertiya me re hatine kirin û hinek daxwaz kirin, li gel vê Rêbertiya me ev daxwaz û pêkanîn redkiriye.
 
‘DAXUYANIYA CPT’Ê YA PIŞTÎ 2 SALAN FIKARÊ ZÊDE DIKE'
 
Bayik, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan mijar 40 milyon kesî têkildar dike û wiha pêde çû: "Tevgera me têkildar dike. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê têkildar dike. Gelê Rojhilata Navîn têkildar dike. Di vê pêvajoyê de daxuyaniya CPT’ê ya ku piştî du salan rê li ber fikar û pirsên bê bersiv dihêle. Ev daxuyaniya CPT’ê ya di pêvajoya asta herî bilind a zext û êşkenceyê her wiha dagirkirina Efrînê re tê wateya bê berpirsyariyê. Bi taybet piştî dagirkirina navenda Efrînê re agahiyên ku gihiştin me, her wiha di pêvajoya berxwedana xurt a li Efrînê dom dike, ji ber biryardariya Rêber Apo tê zanîn ku zext û tecrîd hê zêdetir hatiye girankirin. Di rewşeke asayî de divê CPT bi erka xwe rabe û li Îmraliyê hevdîtina bike û eger îxlaleke mirovî hebe, pêkanînên girtîgehê yên li gorî rêziknameyên Ewropayê nebe ji bo bi lezgîn van îxlalan bide derbaskirin, divê Konseya Ewropa helwesta xwe zelal raber bike." 
 
RAMANÊN OCALA NDÊ ROJHILATA NAVÎN DEMOKRATÎK BIKE
 
Bayik, anî ziman ku Ramanên Ocalan bi teqez wê gelên Rojhilata Navîn demokratîk bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê li ser bingehê azadiya jinê civak azad bibe. Eger ku yên ji bo xwe dibêjin em demokrat in, cih li gel demokrasiyê digirin, divê cih li gel têkoşîna gelê Kurd bigire. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd ne tenê ji bo xwe ye, têkoşîna demokratkirina Rojhilata Navîn e." 
 
‘CPT ŞIRÎKÊ SÛC E'  
 
Bayik, bal kişand ser tecrîdê jî û wiha got: "Dewleta Tirk tecrîdekî pir giran li ser Rêbertiya me dide kirin, hevkarê vê sûcê giran ên dij mafê mirovahiyê jî Konseya Eropa ye. CPT jî hevkar e. Wan jî çavên xwe ji vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê kirin girtine. Bi vî awayî hevdîtinên malabat û parêzeran tê astegkirin, têkiliyên wî yên bi derve re hatiye astengkirin. Bi vî awayî dixwazin rêgirî li belavbûn û pêşketina ramanên Rêbertiya me bigre. Ev tecrîdeke ne li dijî kesekê ye, di heman demê de li ser gelekê tê kirin; tecrîdekî li dijî mirovahiyê ye." 
 

Sernavên din

06/04/2018
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê
17:45 Kesên li mala Ocalan hatin binçavkirin hatin berdan
17:09 Pûtîn, Erdogan û Ruhanî: Biryara pêşeroja Sûriye dê gelê Sûriye bide
16:54 4’ê Nîsanê li Şirnex û Mêrdînê hat pîrozkirin
16:06 Hejmara binçav kirina rojnamegeran derket 7'an
16:05 Li ber NY'ê qîr kirin: Li Efrinê êrîşî vîna azad a jinê dikin
15:37 Ozturk: Ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin fikrên Ocalan girîng in
15:16 MKGP: Banga têkoşîna hevpar li rojnamegeran kir
15:03 Altan û 5 kesên din hatin berdan
14:51 Di doza Manîsa de parastina kurdî red kirin
14:16 Li Çiyayê Agiriyê pevçûn 2 leşker birîndar bûn
14:09 Dadgeha Bilind cezayê Îlhan Çomak erê kir
14:05 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ veguherî qirkirina karkeran
13:45 Parêzer xwest Pekîn ê got 'Yeşîl dijî' bê guhdarkirin
13:13 Pirsa çapxanê ji xebatkaran kirin: Armanca çapkirina rojnaman û kovaran çiye?
13:13 Hezkirina Ocalan tirs û xof xist dilê wan
12:40 Li Dêrsimê teqîn: Leşkerek birîndar bû
12:19 Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin
12:11 Jinên zilma DAIŞ’ê dîtin: Êndixwazin bikevin Mînbîçê heya niha li ku bûn?
11:31 Li ser sînorê Efrînê qedexe hat îlankirin
11:22 Polîsan li Kopê 15 kes binçav kirin
11:18 Buldan: Ocalan gotibû 'ez bi fikarim bibim endamê welatekî ku ew qas jin lê tên kuştin'
10:38 Hikûmetê ji Îmraliyê xwest HDP serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê
10:17 Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Guneş de girt
09:50 Avahîsaz Huseyîn Oguzcan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
09:33 Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê
09:32 Dêra Saînt Stefanos li ber hilweşandinê ye
09:31 Li Êlihê bi hezar û 200 lîreyî tên xebitandin
09:30 Dixwazin Mûnzûrê ziwa bikin!
09:29 Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike
09:27 Ji ber bi hevalê xwe yê parêzer re sohbet kir ceza lê hat birîn
09:26 Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir
09:26 Wanî: Zema herî zêde li bêaramiyê tê kirin
09:24 AVM şûr li kezeba Amedê dixe
09:23 Atalan: Ên êrîşî Şengalê bikin dê mîna DAÎŞ’ê winda bikin
09:22 Malên Jiyan TV desteser kirin û krasê hiqûqî lê kirin
09:22 Xwînerên Welat: Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike
09:21 'Bi dil û can karkirin, serkeftinê bi xwere tîne'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN
08:29 Li dijî malên xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasî operasyon: 4 kes binçav kirin
08:14 9 xwendekarên Bogazîçî ku Erdogan ferman da hatin girtin
03/04/2018
23:45 Cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan: 9 kes hatin binçavkirin
21:39 Serlêdana parêzeran a 743'yan jî hat redkirin
18:04 Xwendekarên Bogazîçî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
17:21 Eren Keskîn: Ev ceza rêbaza tolhildanê ye
17:01 Endama Meclîsa HDP’ê Çetîn hat binçavkirin
16:42 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 743'yemîn hat redkirin
16:17 Girtiyan 4'ê Nîsanê pîroz kir: Em soz didin zindanan bikin keleha azadiyê
16:17 Mustafa Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
15:54 Li Sêrtê 14 kes hatin berdan
15:34 Xwendekarên Bogazîçiyê: Hevalên me berdin
15:33 Îtîraza li dijî binçavkirina xebatkarên çapemeniyê hat redkirin
15:21 Dozger, ji rojnameger Çagdaş Kaplan re 15 sal ceza xwest
15:19 Dijberî dagirkeriyê kampanya boykota tûrîzma tirkan