Bayik. Piştî Ocalan daxwazên heyetê red kir tecrîd girantir kirin 2018-04-04 12:19:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî agahiyên dawî yên ji Îmraliyê girtî û zextên li ser Ocalan diyar kir ku piştî şerê li ser Efrînê heyetek çûye Îmarliyê û piştî hevdîtinan û şûnde zext û şertên tecrîdê hê zêdetir hatiye girankirin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rapora ku CPT aşkere kir nirxandin kir.  Bayik ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku piştî daxuyaniya CPT’ê û şûnde hinek agahî gihiştin ber destên wan û wiha got: "Em ketin nava fikaran gelo piştî 2 salan daxuyaniya CPT’ê ya ku nû hate dayîn, dixwazin zext û êşkenceya li Îrmarliyê bi nixûmînin. Ji ber vê Birêz Karayilan ew daxuyanî da. Agahiyên ku gihiştin ber destê me, di pêvajoya Berxwedana Efrînê de heyetek çûye Îmraliyê. Hinek zext li ser Rêber Apo dane kirin, hat diyarkirin ku piştî Rêber Apo ev pêkanînên wan red kir, zext û tecrîd hê hatiye girankirin. Hat destnîşankirin ku pêkanînên hatin kirin têkildarî mijara Rojava û Efrînê ye, li dijî vê jî Rêber Apo helwestekî diyar raberî vê yekê kiriye. Li hemerî vê biryara Rêbertiya me radyo û tv jê hatine girtin, her wiha derfetên li gorî berê hatine tengkirin. Ev agahî piştî dagirkirina navenda Efrînê û şûnde gihişte ber destê me. Agahî hê nû hatibû girtin. Daxuyaniya CPT’ê ne têrker û pê bawer bû. Ji ber vê piştî van agahiyan û daxuyaniya CPT’ê me û hevrêyên me xiste nava fikaran. Ji bo vê Birêz Karayilan ji bo van fikaran bide nîşandan û bang li CPT’ê hate kirin ku bi erka xwe rabe û ji bo rayedarên dewleta Tirk hişyar bike daxuyaniyek bi vî awayî bi raya giştî re parvekiribû. Kesê ku agahî jî dayî, gihandiye hinek yekîneyên têkildarî me, diyar kir dike ku di dema Berxwedana Efrînê de li ser Rêber Apo hine zext û pêkanîn jê hatiye xwestin, li ser vê yekê dema ku Rêber Apo ev yek nepejirandiye radyo û tv jê hatiye standin, pêdiviyên jiyanî lê hatine sînordarkirin.   'DIVÊ CPT ERKA XWE PÊK BÎNE'    Bayik, destnîşan kir ku ew vê mijarê cîddî digirin dest û wiha berdewam kir: "Bi taybet daxuyaniya CPT’ê ya piştî du salan û şûnde û li gel wê agahiyên gihiştine ber destê me, kir ku birêz Karayilan daxuyaniyek wiha bi raya giştî re parve bike. Dema ku Birêz Karayilan ev daxuyanî da bang li CPT’ê kir ku bi erka xwe rabe. Divê CPT erka xwe pêk bîne, daxuyaniya ku hateiye dayîn, me têr nake. Ji ber ku di nava 2 salan de gelek tişt hatine guhertin. Di nava van du salan de li Tirkiyeyê gelek zext û êşkence hatin kirin,agahiyên berî du salan îro ti fêdeyê nade. Ma em dikarin rewşa beriya du salan a li Îmraliyê li gorî ya îro bigirin dest? Di pêvajoyeke li Tirkiyeyê her titş tê guhertin de, her wiha girtin û binçavkirinê li ser her beşê civakê û bitaybet şirîkatiya faşîzmê ya AKP-MHP’ê ya ku her Kurd li ku di be bila bibe em ê tine bikin, li gel daxuyaniyên CPT’ê yên berî du salan ya têkilarî Rêbertiya me rewşeke nayê pejirandine."    'RÊBERTIYA ME DAXWAZÊN WAN RED KIRIYE'   Bayik, da zanîn ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir  ve Mehmet Ocalan di sala 2016’an de cerekê hevdîtin kiriye û ji wê demê heta niha ti agahî ji Ocalan negirtiye û wiha lê zêde kir: "Têkildarî rewşa Rêbetiya xwe me agahiyên zelel nîne. Lê dem bi dem agahiyên mîna vê hatine ber destê me. Diçin li gel Rêbertiya me hevdîtina dikin, hinek pêkanîna dixwazin bidin kirin, lê Rêbertiya me ti tiştî li ber çavan nagire, diyar dike ku her tiştê pêwîst kir û ji niha û pê ve tişta ku ez bikim nîne. Ji derveyî vê tiştekî ji min nexwazin. Ji salekî nîv û vir ve ti agahî me negirtiye. Di pêvajoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hinek hevdîtin bi Rêbertiya me re hatine kirin û hinek daxwaz kirin, li gel vê Rêbertiya me ev daxwaz û pêkanîn redkiriye.   ‘DAXUYANIYA CPT’Ê YA PIŞTÎ 2 SALAN FIKARÊ ZÊDE DIKE'   Bayik, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan mijar 40 milyon kesî têkildar dike û wiha pêde çû: "Tevgera me têkildar dike. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê têkildar dike. Gelê Rojhilata Navîn têkildar dike. Di vê pêvajoyê de daxuyaniya CPT’ê ya ku piştî du salan rê li ber fikar û pirsên bê bersiv dihêle. Ev daxuyaniya CPT’ê ya di pêvajoya asta herî bilind a zext û êşkenceyê her wiha dagirkirina Efrînê re tê wateya bê berpirsyariyê. Bi taybet piştî dagirkirina navenda Efrînê re agahiyên ku gihiştin me, her wiha di pêvajoya berxwedana xurt a li Efrînê dom dike, ji ber biryardariya Rêber Apo tê zanîn ku zext û tecrîd hê zêdetir hatiye girankirin. Di rewşeke asayî de divê CPT bi erka xwe rabe û li Îmraliyê hevdîtina bike û eger îxlaleke mirovî hebe, pêkanînên girtîgehê yên li gorî rêziknameyên Ewropayê nebe ji bo bi lezgîn van îxlalan bide derbaskirin, divê Konseya Ewropa helwesta xwe zelal raber bike."    RAMANÊN OCALA NDÊ ROJHILATA NAVÎN DEMOKRATÎK BIKE   Bayik, anî ziman ku Ramanên Ocalan bi teqez wê gelên Rojhilata Navîn demokratîk bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê li ser bingehê azadiya jinê civak azad bibe. Eger ku yên ji bo xwe dibêjin em demokrat in, cih li gel demokrasiyê digirin, divê cih li gel têkoşîna gelê Kurd bigire. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd ne tenê ji bo xwe ye, têkoşîna demokratkirina Rojhilata Navîn e."    ‘CPT ŞIRÎKÊ SÛC E'     Bayik, bal kişand ser tecrîdê jî û wiha got: "Dewleta Tirk tecrîdekî pir giran li ser Rêbertiya me dide kirin, hevkarê vê sûcê giran ên dij mafê mirovahiyê jî Konseya Eropa ye. CPT jî hevkar e. Wan jî çavên xwe ji vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê kirin girtine. Bi vî awayî hevdîtinên malabat û parêzeran tê astegkirin, têkiliyên wî yên bi derve re hatiye astengkirin. Bi vî awayî dixwazin rêgirî li belavbûn û pêşketina ramanên Rêbertiya me bigre. Ev tecrîdeke ne li dijî kesekê ye, di heman demê de li ser gelekê tê kirin; tecrîdekî li dijî mirovahiyê ye."