Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe

  • rojane
  • 14:33 9 Cotmeh 2017
  • |
img
AMED – Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim diyar kir ku ji 9’ê Cotmeha 1998’an vir ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe û got: “Bi vê pêvajoyê re krîzên aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk hatin jiyîn. 9’ê Cotmehek din dispêrin gelan.” 
 
Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê bi boneya salvegera 9'ê Cotmeha 1998'an a derxistina Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Sûriyê, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sîbel Yigîtalp, Hevserokên rêxistinên DBP û HDP’ê yên Amedê, rêveberên HDP, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘TECRÎD BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE’ 
 
Di daxuyaniyê de ewil Hevseroka Rêxistina DBP’a Amedê Rûken Akça axivî û got: “Komploya li ser Ocalan pêk hat li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Brêz Ocalan Rojhilata Navîn ronî kir. Paradîgma û felsefeya Ocalan li Rojava hat sazkirin, dewletên Rojhilata Navîn û Ewropa jî viya qebûl dîtin. Tecrîda li ser Ocalan berdewamiya komployê ye.” 
 
‘EW ROJ Û EV ROJ E TIRKIYE…’
 
Piştî Akça, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî axivî û destnîşan kir ku komplo ji aliyê hêzên xwestin Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibin ve pêk hatiye û wiha got: “Di bingeha komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de dijminahiya biratiyê ava bike hebû. Yên wê rojê viya pêk anîn, astengiya hatina ba hev a Tirkiyê û Rojhilata Navîn e û ne hiştin gel rûyê rojê bibînin. Ew roj û ev roj e Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe û krîzên aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk dijî.” 
 
‘RÊBERIYA OCALAN RASTIYEK DÎROKÎ YE’ 
 
Yildirim da zanîn ku Ocalan rêberê gelekî ye û wiha dewam kir: “Ev ne biryara kongre an jî darazê ye. Dema kesayetek xwe bike rêberê gelekî viya ne bi deste hiqûq û kongreyan pêk tê. Kesek ku gel ji nasname û statûya xwe hatibin mehrûmkirin û ku nasnameya gel bi ya xwe re kiribe yek, jiyana xwe feda bike ew di dilê gelan de rêberek e. Pêşketina Brêz Ocalan wisa ye. Rastiya vê lîderiyê rastiyek civakî û dîrokî ye.”
 
‘ROLA OCALAN LI HOLÊ YE’ 
 
Yildirim bi bîr xist ku piştî Ocalan “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” da destpêkirin û piştî ev pêvajoya ji aliyê hikumetê ve hat xelaskirin 4 hezar mirov jiyana xwe ji dest da û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Brêz Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dixwast ku azadî pêk were û aştiyek mayînde çê bibe. Daxwaz û hewldana wî ya di 2013-2015’an de ava kirina rojên xweş bû. Nêzî 2 salan hindik be jî aştî pêk hat û dilopek xwîn ne bariya. Rol û rista Ocalan li holê ye. Divê ku çav ji vê rastiyê re neyên girtin û viya wisa bigirin dest.” 
 
‘PÊVAJOYA PIŞTÎ 2015 BERDEWAMA FERESETA 9’Ê COTMEHÊ YE’ 
 
Yildirim bal kişand ser pêvajoya şer a ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dest pê kir û tecrîda li ser Ocalan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Rakirina tecrîda li ser Ocalan em hemû dizanin ku dê nefes bide Tirkiyê û her dever rehet bibe. Pêvajoya ji tîrmeha 2015’an vir ve li pêş ket, spartina komployên nû yên mîna 9’ê Cotmehê ye. Ji bo şer bi dawî bibe û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe em ê têbikoşin û hewldanên xwe berdewam bikin. Bimre komploya 9’ê Cotmehê.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/10/2017
14:34 Ji qereqolê gule avêtin kesek mir kesek birîndar bû
14:34 Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin sûcê AKP'ê ye
14:12 Êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kirin gelek kes binçav kirin
13:49 Kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:48 Ji Hevşaredara Artemêtanê re heta 15 sal ceza
13:21 Şika înfazê zêde dibe: Alav nedan û agahî ji texsiyê tune
13:12 Dîroknasê kurd Zend çû ser dilovaniya xwe
13:10 ‘Mehmed Uzun wêjeya kurd gihand hemû cîhanê’
12:50 Demîrtaş: Hêj hesab ji kujeran nehatiye pirsîn
12:29 Li Colemêrgê ‘qedexe’ hat dirêjkirin
12:16 Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye
12:15 Seroka Partiya Şoreşger a Îzmîrê hat binçavkirin
11:47 ‘DAIŞ'a li dijî Kurdan rêxistin kirin piştî karê wan qediya îmha kirin'
11:41 Polîs êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kir
11:19 Dadgeh bi israr e ku Demîrtaş neyne dadgehê
11:02 Balafira şer a Rûsya li Sûriye ket
10:41 Bi sedan sivîl ji DAIŞ'ê hatin azadkirin
10:40 HRW û Article 19 mudaxilê doza wekîlên girtî bûn
10:28 Porên girtiyên li Efyonê kur kirin
09:43 Bi hezaran dar bi hinceta 'ewlehiyê' tên birîn
09:32 7 roj borin lê hêj dewletê der bare îşkenceya 7 kesan de daxuyani nedaye
09:31 Ekîncî: AKP-MHP tunekirina kurdan esas digirin
09:30 Jinan înîsîyatifa ‘Em dixwazin bijîn’ ava kirin
09:28 Dê Şanoya Bajêr a Amedê ji şanoya cîhanê lîstikan bide nişandan
09:27 Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin
09:26 ‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’
09:25 Dema çîroka Pero û Cimon li ser tuwalê reng vedide
09:24 KODA di sala xwe ya duyemîn de ye: Têkoşîn dewam dike
09:22 Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN
09/10/2017
20:58 Hevşaredarên Payîzavayê hatin tehliyekirin
20:25 Li Mûglayê cenazeyekî din jî şandin saziya tiba edlî
17:46 Dewletê 25 meh şûn ve qebûl kir
17:45 Doza Aladagê: Heyetê rapor xwest lê avahî tune
17:28 Zabiteyên AKP'î mişmişên esnafan belav kirin
16:52 Polîs gef li dikandar xar
16:35 Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin
16:13 HDP'ê li Meclisê pirsa Cuma Îmen kir
15:58 Ji bo tevlibûna bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bang
15:46 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
15:15 Navên kesên li Muglayê hatin binçavkirin diyar bûn
15:12 7 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
15:06 Mukaddes Alataş tahliye bû
15:04 ÎHD: Em dê îşkenceya li Mûgla bibin NY û CPT’î
14:51 Li Yukselê 4 kes binçav kirin
14:33 Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe
14:32 Karataş: Ez sûcdar bim ew jî sûcdarin
14:24 Aşûre li gelê Akçadagê belav kirin
14:19 Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome
14:18 Doza Roboskê dê rojek piştî roja komkujiyê bê dîtin
14:16 'Bi komploya 9’ê Cotmehê re pirsgirêk mezintir bûn'
14:05 Ji bo rûniştina doza Rojnameger Tolu banga tevlêbûnê
13:49 KCD parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê em dengê xwe bilind bikin
13:44 QSD'ê li Reqqa maşîna DAIŞ'ê îmha kir
13:19 Girtiyan ‘Karta nasnameyê’ şermezar kirin
13:04 Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!
12:08 Rûniştina doza Yuksekdag taloq kirin
11:45 Di medyaya civakî de çalakiya #MuftulukYasasınaKarşıNobete
11:39 ‘Eger Tirkiye gavan navêje dê têkiliyên bi YE'ê re xelas bibe'
11:29 Ev der îşkencexaneya DAIŞ'ê ye!
11:25 13 girtiyên Xarpêtê di qawîşa yek kesî de ne
11:12 Girtiyên li Kîlîsê 10 rojin di greva birîbûnê dene
11:02 Ji TUSÎAD’ê berteka kirîza vîzeyê: Divê têkilî asayî bibin
11:00 Bi boneya 9'ê Cotemehê li Kobanê jiyan rawestiya
10:55 Li Enqereyê serdagirtin û binçavî
10:46 'Sedema şewatê panoya ceryanê ye'
10:43 Trenê li tirimbêlê xist pitikek û 2 kes mirin
10:39 Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê
10:28 Jinek li Soma hat kuştin
09:59 'Ger zagona tûtinê bê erêkirin dê 200 hezar kes bi bandor bibe'
09:49 Li Sûrê lêkolîn: Ne avahî, qereqol û kalekolan çêdikin
09:48 Apê Şengîl: Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin
09:34 Kirîza vîzeyê dolar rakir
09:33 'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne'
09:32 Bi girêka berazê girêdan û ew avîtin hucreyê
09:32 Dezgehê jinan ji destê wan digirin
09:31 Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû!
09:30 Çotkarên tûtinê: Rê li şîrketên mezin vedikin
09:29 Girtî êdî malbata xwe jî nas nake
09:28 Kujerê Sîbel Çelîk 15 mehin hêj nehatiye girtin
09:27 Karkerên DHL'ê: Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike
09:26 Onder: Heke Ocalan bi awayekî azad siyaset bikira dê gelek tişt biguheriya
09:23 Dozger şandina nameyan a girtîgehê sûc dît
09:22 Birayê Mehmet Uzun: Bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye
09:00 ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2017'AN
08/10/2017
21:02 Di çalakiya li Kolana Yukselê de 15 kes hatin binçavkirin
18:30 Di Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan de şewat derket
17:58 Heyeta HDP û DBP rastî eleqeyek mezin hat
17:40 Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye
16:59 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girt
16:55 'Dema ez li Sûr û Cizê mêze dikim ez Kerbelayê dibînim'
16:40 TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve
16:37 Yildirim: Qedexeya Tûtinê dê îflaza aboriyê bine
16:31 Ji parêzvanên mafên mirovan re 15 sal ceza tê xwestin
15:18 Baydemîr: Her kes hebû lê Enqere tune bû
14:47 Beriya daxuyaniyê mudaxaleyî Yukselê kirin
14:42 Piştî peymanê civîna yekem
14:32 Malbatan bertek nîşanî wêneyan da: Ev li dijî mirovahiyê ye
14:27 Parêzer banga 'Tev li doza Aladagê bibin' kir
13:42 Li dijî wêrankirinê li ber xwe didin