Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe 2017-10-09 14:33:30   AMED – Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim diyar kir ku ji 9’ê Cotmeha 1998’an vir ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe û got: “Bi vê pêvajoyê re krîzên aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk hatin jiyîn. 9’ê Cotmehek din dispêrin gelan.”    Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê bi boneya salvegera 9'ê Cotmeha 1998'an a derxistina Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Sûriyê, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sîbel Yigîtalp, Hevserokên rêxistinên DBP û HDP’ê yên Amedê, rêveberên HDP, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    ‘TECRÎD BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE’    Di daxuyaniyê de ewil Hevseroka Rêxistina DBP’a Amedê Rûken Akça axivî û got: “Komploya li ser Ocalan pêk hat li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Brêz Ocalan Rojhilata Navîn ronî kir. Paradîgma û felsefeya Ocalan li Rojava hat sazkirin, dewletên Rojhilata Navîn û Ewropa jî viya qebûl dîtin. Tecrîda li ser Ocalan berdewamiya komployê ye.”    ‘EW ROJ Û EV ROJ E TIRKIYE…’   Piştî Akça, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî axivî û destnîşan kir ku komplo ji aliyê hêzên xwestin Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve bibin ve pêk hatiye û wiha got: “Di bingeha komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de dijminahiya biratiyê ava bike hebû. Yên wê rojê viya pêk anîn, astengiya hatina ba hev a Tirkiyê û Rojhilata Navîn e û ne hiştin gel rûyê rojê bibînin. Ew roj û ev roj e Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe û krîzên aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk dijî.”    ‘RÊBERIYA OCALAN RASTIYEK DÎROKÎ YE’    Yildirim da zanîn ku Ocalan rêberê gelekî ye û wiha dewam kir: “Ev ne biryara kongre an jî darazê ye. Dema kesayetek xwe bike rêberê gelekî viya ne bi deste hiqûq û kongreyan pêk tê. Kesek ku gel ji nasname û statûya xwe hatibin mehrûmkirin û ku nasnameya gel bi ya xwe re kiribe yek, jiyana xwe feda bike ew di dilê gelan de rêberek e. Pêşketina Brêz Ocalan wisa ye. Rastiya vê lîderiyê rastiyek civakî û dîrokî ye.”   ‘ROLA OCALAN LI HOLÊ YE’    Yildirim bi bîr xist ku piştî Ocalan “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” da destpêkirin û piştî ev pêvajoya ji aliyê hikumetê ve hat xelaskirin 4 hezar mirov jiyana xwe ji dest da û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Brêz Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dixwast ku azadî pêk were û aştiyek mayînde çê bibe. Daxwaz û hewldana wî ya di 2013-2015’an de ava kirina rojên xweş bû. Nêzî 2 salan hindik be jî aştî pêk hat û dilopek xwîn ne bariya. Rol û rista Ocalan li holê ye. Divê ku çav ji vê rastiyê re neyên girtin û viya wisa bigirin dest.”    ‘PÊVAJOYA PIŞTÎ 2015 BERDEWAMA FERESETA 9’Ê COTMEHÊ YE’    Yildirim bal kişand ser pêvajoya şer a ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dest pê kir û tecrîda li ser Ocalan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Rakirina tecrîda li ser Ocalan em hemû dizanin ku dê nefes bide Tirkiyê û her dever rehet bibe. Pêvajoya ji tîrmeha 2015’an vir ve li pêş ket, spartina komployên nû yên mîna 9’ê Cotmehê ye. Ji bo şer bi dawî bibe û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe em ê têbikoşin û hewldanên xwe berdewam bikin. Bimre komploya 9’ê Cotmehê.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.