ŞIRNEX - Li Cizîrê Hevseroka DBP’a Sîlopiyê jî di navê de 4 kes hatin binçavkirin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sîlopiyê Bîşeng Mete, rêveberên HDP’ê Delîl Urek, Cemîle Alyanak û Mustafa Uget ên xwestin ji navçeya Cizîrê biçin navçeya Sîlopî ya Şirnexê polîsan wesayîta wan rawestand û binçavkirin.
Polîsan 4 kesên binçavkirin anîn Midûryeta Polîsan a Cizîrê û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn.