4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin 2018-04-02 15:59:41 ŞIRNEX -  Li Cizîrê Hevseroka DBP’a Sîlopiyê jî di navê de 4 kes hatin binçavkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sîlopiyê Bîşeng Mete, rêveberên HDP’ê Delîl Urek, Cemîle Alyanak û Mustafa Uget ên xwestin ji navçeya Cizîrê biçin navçeya Sîlopî ya Şirnexê polîsan wesayîta wan rawestand û binçavkirin.     Polîsan 4 kesên binçavkirin anîn Midûryeta Polîsan a Cizîrê û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn.