Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane

  • rojane
  • 09:35 2 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Edîtorê  SiyasîHaber Halît Elçî, tifaqa AKP-MHP wekî “Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon" pênase kir û diyar kir ku ev ji bo hemû gelên Tirkiye tîfaqek gelek talûke ye. Elçî, anî ziman ku heta hêza şoreşger ku HDP wê temsîl dike pêş nekeve ev faşîzm têk naçe. 

Edîtorê SiyasîHaber Halît Elçî, beriya hilbijartina 2019'an îtîfaqa AKP-MHP'ê, helwesta CHP'ê ya li hemberî vê tîfaqê û rewşa HDP'ê nirxand. Elçî, tîfaqa AKP-MHP'ê ya li Tirkiye wekî "Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon" pênase kir û anî ziman ku tenê hêza muxalif ya li hemberî wan HDP ye. Elçî da zanîn ku her çend wekî ku di navbera AKP-MHP'ê te tîfaq hebe jî divê Ergenekon jî li vê yekê bê zêdekirin. Elçi, anî ziman ku rêberê polîtîk yê vê tifaqê Serokê AKP'ê Erdogan e û wiha got: "Di vê tîfaqa di bin hegemonyaya Erdogan de hatiye avakirin, li ser berjewendiyên aborî û polîtîk yên Erdogan ekîbê li pişt berdê heye. Erdogan zincîra xwa ya bi Cemaatê re qut kiriye. Erdogan, piştî di kadroyên dewletê de valahî çêbûn, ji bo vê valahiyê çêke, kadroyên Ergenekonî yên bi Cemaatê re ixrac kirin, disa li wan poşman bû. Ji ber ku AKP bawer kir ku êdî hêza xwe berê winda kiriye xwe avêz hembêza Ergenekonê. Dîza bi daxwaza gelekan bi riya Devlet Bahçelî MHP kir pêveka xwe." 
 
BERJEWENDIYÊN ÇÎNÎ JÎ HENE
 
Elçî, da zanîn ku tîfaqa AKP-MHP tenê li ser berjewendiyên şexsî nehatiye avakirin û wiha lê zêde kir: "Li ser berjewendiyên aborî û polîtîk yên bloka îktidarê hatiye avakirin. Li pişt vê tifaqê pêla nû ya burjûvaziya Anadolu  heye. Ev yek pêşxistin û belavkirina axa herêmê esas digire. Ev çîn ji hêza tevgera Gelê Kurd ya hêza xwe ji civaka muxalif digire, ditirse. Bê guman fikara Erdogan û hevkarên wî yên sibê derkevin pêşberî dadgehê û bên darizandin jî heye. 
 
'EV TIFAQ DIJMINÊ BINDESTAN E'
 
Elçî, li ser milê hevpar yê tifaqa AKP-MHP'ê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: "Aliyê hevpar ê yekemîn tirsa kurdan e. Ev tifaqa AKP-MHP'ê dijminê gel û kedkaran in. Hevpariya wan a din ji pirjimari û pir dengiyê ditisin. Ji demokrasiyê ditirsin. Ji ber vê yekê otoriterî û faşizmê pêş dixin. Ya sêyemîn dixwazin pergala Avrasyavanî û Osmanîperestiyê ava bikin. Ev yek li ser bingehê Tifaqa Cumhurê li hev kom bûn û bi teşe bûn. Hem girtina siyasetmedaran û pêşîlêgirtina siyasetea demokratîk û hem jî tengkirina qada siyasî ji ber vê yekê ye. Dîsa operasyona li ser Efrînê û Bakurê Iraqê hinceta tifaqa Cumhur e. Ev tifaqa Cumhur hebûn û rêxistina kurdan û serxwebûna kurdan qebûl nake û tehamul nake. Ne tenê kurdan, hemû kesên îtîata Reîs û dewletê nakin tevan ji bo xwe dijmin û qeter dibine.
 
TIFAQA AKP-MHP-ERGENEKON E
 
Elçî, tifaqa AKP-MHP wekî “Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon" pênase kir û diyar kir ku ev ji bo hemû gelên Tirkiye tîfaqek gelek talûke ye. Elçî, anî ziman ku heta hêza şoreşger ku HDP wê temsîl dike pêş nekeve ev faşîzm têk naçe. Hemû saziyên dewletê bi dest xistine. Li ser tarza avakirina rejîma faşist pêş dikevin. Hemû medya bi qesrê ve girê dan. li dijî tevgerên civakî hêzên paramiliter amade kirine. Niha li pêş Sazûbuna Faşizma xwe Tevgera Gelê Kurd dibînin. Dîsa muxalefeta demokratik û şoreşger dibînin. Tifaqa Cumhur a di Rêbertiya Qesrê de armanc dike ku hilbijartina 2019'an di bi dest bixe. Ji ber vê yekê hemû astengiyê ku difire derkeve pêş pê tevan bişkîne û belav bike. 
 
DIVÊ HEMÛ HÊZÊN MUXALÎF BIBIN YEK 
 
Elçî, destnîşan kir ku divê hemû hêzên muxalif kurd, elewî, jin, ciwan û hêzên antî-kapitalist tev bibin yek û wiha bi dawî kir: "Ger ku nebin yek dê ji her demê bêtir rastî zext û tundiyê bên. Bêyî HDP'ê faşîzm belav nabe. Dibe ku di aliyê hêjmarê de maxalifa herî mezin CHP xuya bike. Lê hêza çalak û bi rêxistin û sekna wê xurt HDP ye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên muxalif yên ku HDP wan temsîl dike bibin yek û bêtir xwe bi hêz û rêxistin bikin. 
 
MA /  Bilal Seçkin 

Sernavên din

03/04/2018
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin