Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane 2018-04-02 09:35:03 STENBOL – Edîtorê  SiyasîHaber Halît Elçî, tifaqa AKP-MHP wekî “Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon" pênase kir û diyar kir ku ev ji bo hemû gelên Tirkiye tîfaqek gelek talûke ye. Elçî, anî ziman ku heta hêza şoreşger ku HDP wê temsîl dike pêş nekeve ev faşîzm têk naçe.  Edîtorê SiyasîHaber Halît Elçî, beriya hilbijartina 2019'an îtîfaqa AKP-MHP'ê, helwesta CHP'ê ya li hemberî vê tîfaqê û rewşa HDP'ê nirxand. Elçî, tîfaqa AKP-MHP'ê ya li Tirkiye wekî "Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon" pênase kir û anî ziman ku tenê hêza muxalif ya li hemberî wan HDP ye. Elçî da zanîn ku her çend wekî ku di navbera AKP-MHP'ê te tîfaq hebe jî divê Ergenekon jî li vê yekê bê zêdekirin. Elçi, anî ziman ku rêberê polîtîk yê vê tifaqê Serokê AKP'ê Erdogan e û wiha got: "Di vê tîfaqa di bin hegemonyaya Erdogan de hatiye avakirin, li ser berjewendiyên aborî û polîtîk yên Erdogan ekîbê li pişt berdê heye. Erdogan zincîra xwa ya bi Cemaatê re qut kiriye. Erdogan, piştî di kadroyên dewletê de valahî çêbûn, ji bo vê valahiyê çêke, kadroyên Ergenekonî yên bi Cemaatê re ixrac kirin, disa li wan poşman bû. Ji ber ku AKP bawer kir ku êdî hêza xwe berê winda kiriye xwe avêz hembêza Ergenekonê. Dîza bi daxwaza gelekan bi riya Devlet Bahçelî MHP kir pêveka xwe."    BERJEWENDIYÊN ÇÎNÎ JÎ HENE   Elçî, da zanîn ku tîfaqa AKP-MHP tenê li ser berjewendiyên şexsî nehatiye avakirin û wiha lê zêde kir: "Li ser berjewendiyên aborî û polîtîk yên bloka îktidarê hatiye avakirin. Li pişt vê tifaqê pêla nû ya burjûvaziya Anadolu  heye. Ev yek pêşxistin û belavkirina axa herêmê esas digire. Ev çîn ji hêza tevgera Gelê Kurd ya hêza xwe ji civaka muxalif digire, ditirse. Bê guman fikara Erdogan û hevkarên wî yên sibê derkevin pêşberî dadgehê û bên darizandin jî heye.    'EV TIFAQ DIJMINÊ BINDESTAN E'   Elçî, li ser milê hevpar yê tifaqa AKP-MHP'ê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: "Aliyê hevpar ê yekemîn tirsa kurdan e. Ev tifaqa AKP-MHP'ê dijminê gel û kedkaran in. Hevpariya wan a din ji pirjimari û pir dengiyê ditisin. Ji demokrasiyê ditirsin. Ji ber vê yekê otoriterî û faşizmê pêş dixin. Ya sêyemîn dixwazin pergala Avrasyavanî û Osmanîperestiyê ava bikin. Ev yek li ser bingehê Tifaqa Cumhurê li hev kom bûn û bi teşe bûn. Hem girtina siyasetmedaran û pêşîlêgirtina siyasetea demokratîk û hem jî tengkirina qada siyasî ji ber vê yekê ye. Dîsa operasyona li ser Efrînê û Bakurê Iraqê hinceta tifaqa Cumhur e. Ev tifaqa Cumhur hebûn û rêxistina kurdan û serxwebûna kurdan qebûl nake û tehamul nake. Ne tenê kurdan, hemû kesên îtîata Reîs û dewletê nakin tevan ji bo xwe dijmin û qeter dibine.   TIFAQA AKP-MHP-ERGENEKON E   Elçî, tifaqa AKP-MHP wekî “Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon" pênase kir û diyar kir ku ev ji bo hemû gelên Tirkiye tîfaqek gelek talûke ye. Elçî, anî ziman ku heta hêza şoreşger ku HDP wê temsîl dike pêş nekeve ev faşîzm têk naçe. Hemû saziyên dewletê bi dest xistine. Li ser tarza avakirina rejîma faşist pêş dikevin. Hemû medya bi qesrê ve girê dan. li dijî tevgerên civakî hêzên paramiliter amade kirine. Niha li pêş Sazûbuna Faşizma xwe Tevgera Gelê Kurd dibînin. Dîsa muxalefeta demokratik û şoreşger dibînin. Tifaqa Cumhur a di Rêbertiya Qesrê de armanc dike ku hilbijartina 2019'an di bi dest bixe. Ji ber vê yekê hemû astengiyê ku difire derkeve pêş pê tevan bişkîne û belav bike.    DIVÊ HEMÛ HÊZÊN MUXALÎF BIBIN YEK    Elçî, destnîşan kir ku divê hemû hêzên muxalif kurd, elewî, jin, ciwan û hêzên antî-kapitalist tev bibin yek û wiha bi dawî kir: "Ger ku nebin yek dê ji her demê bêtir rastî zext û tundiyê bên. Bêyî HDP'ê faşîzm belav nabe. Dibe ku di aliyê hêjmarê de maxalifa herî mezin CHP xuya bike. Lê hêza çalak û bi rêxistin û sekna wê xurt HDP ye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên muxalif yên ku HDP wan temsîl dike bibin yek û bêtir xwe bi hêz û rêxistin bikin.    MA /  Bilal Seçkin