ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, li Stenbolê zimanê kurdî li karkerên înşaetê qedexe kirin bir rojeva Meclîsî.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Nîhat Akdogan, li Stenbolê di fîrmayekê înşaetê de zimanê kurdî li karkeran qedexe kirin bir rojeva meclîsê û pirsname da. Akdogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê, her roja derbas dibe înkara li ser zimanê kurdê zêdetir dibe û ev yek nayê qebûl kirin.
Pirsên Akdogan ên xwest Wêzîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bersiv bide wihan e:
“*Heya roja îro ji bo ziamnê kurd bê axaftin û bê parastina çi xebat hane kirin?
*Ji bo pêşîlêgirtina înkara zimanê kurd hûn çi difirin?
* Fîrmaya mijara gotinê ye, we derbarê wê de lêpirsîn daye destpê kirin, an na?
*Gelo agahiya we ji kesên ji ber zilamê xwe yê kurdî hatine derpkirin, tacîzkirin û îşkence kirin hene? Ji bo vê yekê hûn difikirin tedbîrên çawan bigirin?