HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê 2018-04-01 14:50:08 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, li Stenbolê zimanê kurdî li karkerên înşaetê qedexe kirin bir rojeva Meclîsî.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Nîhat Akdogan, li Stenbolê di fîrmayekê înşaetê de zimanê kurdî li karkeran qedexe kirin bir rojeva meclîsê û pirsname da. Akdogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê, her roja derbas dibe înkara li ser zimanê kurdê zêdetir dibe û ev yek nayê qebûl kirin.      Pirsên Akdogan ên xwest Wêzîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bersiv bide wihan e:    “*Heya roja îro ji bo ziamnê kurd bê axaftin û bê parastina çi xebat hane kirin?    *Ji bo pêşîlêgirtina înkara zimanê kurd hûn çi difirin?   * Fîrmaya mijara gotinê ye, we derbarê wê de lêpirsîn daye destpê kirin, an na?   *Gelo agahiya we ji kesên ji ber zilamê xwe yê kurdî hatine derpkirin, tacîzkirin û îşkence kirin hene? Ji bo vê yekê hûn difikirin tedbîrên çawan bigirin?