‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’

  • rojane
  • 09:15 1 Nîsan 2018
  • |
img

ENQERE – Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol, têkildarî rapora Îmraliyê ya CPT’yê got: “Tê xwestin ku Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê ew e ku vê yekê pesend bike.” Her wiha Erol diyar kir ku rapor ne raporeke rojane ye û got: “Em ê rastiya li Îmraliyê bikin rapor.” 

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Kirêt a Ewropayê (CPT), di 28-29’ê Nîsanê de serdana Girava Îmraliyê kiribû û rapora xwe ya serdanê di 20’ê Adarê de daxiyand. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol rapor nirxand.
 
‘RAPOR NE ROJANE YE’ 
 
Erol, destnîşan kir ku rapora ku CPT daxuyandiye ne rojane ye û bal kişand ser xisûsên girîn. Erol got: “Beriya her tişştî pêvajoya di navbera 2016-2018’an de nanirxîne. Di 2018’an de hat daxuyandin. Lê di wekî rewşa niha vedibêje didin der. Ev raporeke ku serdema herî krîtîk nanirxîne. Di vê behsa navborî de, ji Tîrmeha 2016’an heta Adara 2018’an; li Tirkiyeyê hewldaneke darbeye pêk hat, Rewşa Awarte hat îlankirin, têketin û derketinên Girava Îmraliyê, rêbazên pêwendiyê hemû hatin betalkirin û qedexekirin. Yanî ji van geşedanan yek jê jî di vê raporê de tune ye. Lewma rapor ne raporeke rojane ye.” Erol, diyar kir ku ji ber vê yekê ew nikarin bibêjin ku ev rapor rewşa Îmraliyê tam dide der. 
 
Erol, bi bîr xist ku venhêrtina ku CPT’yê kir hêleke wê ya hiqûqî û hêleke wê ya siyasî heye û got: “CPT rêxistineke bin a saziyeke siyasî ya Konseya Ewropayê ye. Hêla wê ya hiqûqî jî zêde ye Lê belê, ji bo CPT pergala venêhartinê têxe dewrê, divê raporên ku nivîsandine biweşîne. Weşandina van raporan jî bi pesendkirina welatên têkildar ve girêdayiye. Li vir siyaset dikeve dewrê. We di 26’ê Tîrmeha de rapor nivîsandiye, lê hûn di 20’ê Adara 2018’an de aşkere dikin. Yanî hikûmeta Tirkiyeyê hîn nû destûra weşandina vê raporê daye. Piştî sal û nîvekê şûn de aşkerekirina raporê tu bikî nekî siyasî ye.” Erol destnîşan kir ku bi vê yekê hatiye xwestin ku tecrîda li Îmraliyê ji ber çavan bê rakirin.
 
‘DIXWAZIN ÎMRALIYÊ DERÎ VENÊHARTINÊ BIHÊLIN’ 
 
Erol, destnîşan kir ku CPT’yê berê jî têkildarî mijarê gelek rapor weşandine û rapora ku herî dawî hatiye weşandin, ji yên din paşdetir e. Erol ku got “Divê em serê xwe li ser sedemên vê yekê biêşînin” ev tişt gotin: “Hûn evqasî bi paş de diçin. Hûn ji şert û mercên 2014’an paşdetir diçin û dema we ev yek kir, serdemeke dijwar bû. Parêzer, malbat û heyetên serbixwe nikarin têkevin Girtîgeha Îmraliyê, lê ji bilî rayedarên hikûmetê tekane saziya ku dikare têkeve Îmraliyê CPT ye. CPT, di Nîsana 2016’an de çû. Sê meh şûn de li Tirkiyeyê hewldana darbeyekê pêk hat. Û piştî vê hewldana darbeyê der barê Îmraliyê de îdiayên cidî di çapemeniyê de rû dan. Hîn jî tê gotin darbekar bi helîkopterê çûne Îmraliyê. Wê demê bi vê hincetê hatibû xwestin ku CPT serdana Îmraliyê bike. CPT, di Tebaxa 2016’an de hat Tirkiyeyê, lê neçû Îmraliyê. Li Enqereyê hevdîtin çêkirin. Çûn girtîgehên Sîncan û Sîlîvriyê. Nîşeyeke kurt weşandin û gotin ew neçûne Îmraliyê, lê belê wan der barê Îmraliyê de agahî ji rayedaran girtine. Hadê em ev jî derbas kir, lê salek di ser van gotinan re derbas bûn û di dawiya 2017’an de careke din hat. Di vê serdana xwe de jî neçû Îmraliyê. Yanî zaf aşkere ye. We serdana xwe ya herî dawî di 2016’an de kiriye. Piştî hewldana darbeyê. We rapora xwe nivîsandiye û piştî hewldana darbeyê hûn pêdiviyê nabînin ku girtîgehê kontrol bikin. Her wiha ji bilî we tu kes nikare têkeve wê girtîgehê. Yanî di asasê xwe de ev tewr tê wateya ku Îmralî derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê ew e ku vê yekê pesend bike.” 
 
‘7 SAL IN DMME SERLÊDANA NEŞANDINE’ 
 
Erol, têkildarî Konseya Ewropayê (KE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî, bi bîr xist ku ji ber destûr nayê dayîn parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê, 7 sal berê wan serî li DMME’yê dabû. Erol got: “Dema serlêdan pêk bê, divê DMME ji hikûmetê re bişîne. Hikûmet jî vê yekê radigihîne saziyên têkildar û li benda bersivê disekine. Lê 7 sal derbas bûne, hîn DMME serlêdan jî ji hikûmetê re neşandine. Ma hêleke vê ya ku mirov rave bike heye?” 
 
Erol, diyar kir ku rapora ku CPT daxuyand ne rojane ye, ne li gor cidiyata rewşa li Îmraliyê ye. Erol, bi lêv kir ku di rapora CPT’yê de rexneyên cidî yên der barê hikûmetê jî cih digirin. 
 
‘EM Ê RASTIYA ÎMRALIYÊ BIKIN RAPOR’ 
 
Erol, anî ziman ku li hemberî rapora CPT’yê ew ê jî raporekê amade bikin û got: “CPT raporek nivîsandiye û tiştên dîtiye nivîsandiye. Hikûmetê jî li gor xwe xwestiye bibîne. Niha em ê raporekê aşkere bikin. CPT wisa dibîne, hikûmet wiha dibîne. Em ê jî rastiya Îmraliyê binivîsînin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

03/04/2018
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin