‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’ 2018-04-01 09:15:38 ENQERE – Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol, têkildarî rapora Îmraliyê ya CPT’yê got: “Tê xwestin ku Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê ew e ku vê yekê pesend bike.” Her wiha Erol diyar kir ku rapor ne raporeke rojane ye û got: “Em ê rastiya li Îmraliyê bikin rapor.”  Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Kirêt a Ewropayê (CPT), di 28-29’ê Nîsanê de serdana Girava Îmraliyê kiribû û rapora xwe ya serdanê di 20’ê Adarê de daxiyand. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol rapor nirxand.   ‘RAPOR NE ROJANE YE’    Erol, destnîşan kir ku rapora ku CPT daxuyandiye ne rojane ye û bal kişand ser xisûsên girîn. Erol got: “Beriya her tişştî pêvajoya di navbera 2016-2018’an de nanirxîne. Di 2018’an de hat daxuyandin. Lê di wekî rewşa niha vedibêje didin der. Ev raporeke ku serdema herî krîtîk nanirxîne. Di vê behsa navborî de, ji Tîrmeha 2016’an heta Adara 2018’an; li Tirkiyeyê hewldaneke darbeye pêk hat, Rewşa Awarte hat îlankirin, têketin û derketinên Girava Îmraliyê, rêbazên pêwendiyê hemû hatin betalkirin û qedexekirin. Yanî ji van geşedanan yek jê jî di vê raporê de tune ye. Lewma rapor ne raporeke rojane ye.” Erol, diyar kir ku ji ber vê yekê ew nikarin bibêjin ku ev rapor rewşa Îmraliyê tam dide der.    Erol, bi bîr xist ku venhêrtina ku CPT’yê kir hêleke wê ya hiqûqî û hêleke wê ya siyasî heye û got: “CPT rêxistineke bin a saziyeke siyasî ya Konseya Ewropayê ye. Hêla wê ya hiqûqî jî zêde ye Lê belê, ji bo CPT pergala venêhartinê têxe dewrê, divê raporên ku nivîsandine biweşîne. Weşandina van raporan jî bi pesendkirina welatên têkildar ve girêdayiye. Li vir siyaset dikeve dewrê. We di 26’ê Tîrmeha de rapor nivîsandiye, lê hûn di 20’ê Adara 2018’an de aşkere dikin. Yanî hikûmeta Tirkiyeyê hîn nû destûra weşandina vê raporê daye. Piştî sal û nîvekê şûn de aşkerekirina raporê tu bikî nekî siyasî ye.” Erol destnîşan kir ku bi vê yekê hatiye xwestin ku tecrîda li Îmraliyê ji ber çavan bê rakirin.   ‘DIXWAZIN ÎMRALIYÊ DERÎ VENÊHARTINÊ BIHÊLIN’    Erol, destnîşan kir ku CPT’yê berê jî têkildarî mijarê gelek rapor weşandine û rapora ku herî dawî hatiye weşandin, ji yên din paşdetir e. Erol ku got “Divê em serê xwe li ser sedemên vê yekê biêşînin” ev tişt gotin: “Hûn evqasî bi paş de diçin. Hûn ji şert û mercên 2014’an paşdetir diçin û dema we ev yek kir, serdemeke dijwar bû. Parêzer, malbat û heyetên serbixwe nikarin têkevin Girtîgeha Îmraliyê, lê ji bilî rayedarên hikûmetê tekane saziya ku dikare têkeve Îmraliyê CPT ye. CPT, di Nîsana 2016’an de çû. Sê meh şûn de li Tirkiyeyê hewldana darbeyekê pêk hat. Û piştî vê hewldana darbeyê der barê Îmraliyê de îdiayên cidî di çapemeniyê de rû dan. Hîn jî tê gotin darbekar bi helîkopterê çûne Îmraliyê. Wê demê bi vê hincetê hatibû xwestin ku CPT serdana Îmraliyê bike. CPT, di Tebaxa 2016’an de hat Tirkiyeyê, lê neçû Îmraliyê. Li Enqereyê hevdîtin çêkirin. Çûn girtîgehên Sîncan û Sîlîvriyê. Nîşeyeke kurt weşandin û gotin ew neçûne Îmraliyê, lê belê wan der barê Îmraliyê de agahî ji rayedaran girtine. Hadê em ev jî derbas kir, lê salek di ser van gotinan re derbas bûn û di dawiya 2017’an de careke din hat. Di vê serdana xwe de jî neçû Îmraliyê. Yanî zaf aşkere ye. We serdana xwe ya herî dawî di 2016’an de kiriye. Piştî hewldana darbeyê. We rapora xwe nivîsandiye û piştî hewldana darbeyê hûn pêdiviyê nabînin ku girtîgehê kontrol bikin. Her wiha ji bilî we tu kes nikare têkeve wê girtîgehê. Yanî di asasê xwe de ev tewr tê wateya ku Îmralî derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê ew e ku vê yekê pesend bike.”    ‘7 SAL IN DMME SERLÊDANA NEŞANDINE’    Erol, têkildarî Konseya Ewropayê (KE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî, bi bîr xist ku ji ber destûr nayê dayîn parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê, 7 sal berê wan serî li DMME’yê dabû. Erol got: “Dema serlêdan pêk bê, divê DMME ji hikûmetê re bişîne. Hikûmet jî vê yekê radigihîne saziyên têkildar û li benda bersivê disekine. Lê 7 sal derbas bûne, hîn DMME serlêdan jî ji hikûmetê re neşandine. Ma hêleke vê ya ku mirov rave bike heye?”    Erol, diyar kir ku rapora ku CPT daxuyand ne rojane ye, ne li gor cidiyata rewşa li Îmraliyê ye. Erol, bi lêv kir ku di rapora CPT’yê de rexneyên cidî yên der barê hikûmetê jî cih digirin.    ‘EM Ê RASTIYA ÎMRALIYÊ BIKIN RAPOR’    Erol, anî ziman ku li hemberî rapora CPT’yê ew ê jî raporekê amade bikin û got: “CPT raporek nivîsandiye û tiştên dîtiye nivîsandiye. Hikûmetê jî li gor xwe xwestiye bibîne. Niha em ê raporekê aşkere bikin. CPT wisa dibîne, hikûmet wiha dibîne. Em ê jî rastiya Îmraliyê binivîsînin.”    MA / Selman Guzelyuz