ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN

* Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol, têkildarî rapora Îmraliyê ya CPT’yê got: “Tê xwestin ku Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê ew e ku vê yekê pesend bike.” Her wiha Erol diyar kir ku rapor ne raporeke rojane ye û got: “Em ê rastiya li Îmraliyê bikin rapor.” 

* Mehmet Ocalan, rapora CPT ya tekildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 2 sal şûnde aşkere kir rexne kir û wiha got: "Rapor hem kêm e û hem pir dereng aşkere kir. "CPT ger ku bixwaze dikare îro rêya hevdîtinê li pêşiya me veke. Bi minasebeta rojbûyan birayê xwe em bang li her kesî dikin ku di 4'e Nîsanê de b3en Amarayê." 
 
* Rojnamegeran tayînkirina qeyûmê ser Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun û neçapkirina Rojnameya Welat nirxandin û gotin: “Tayînkirina qeyûm û girtina çapxaneyan di cîhanê de yekemîn car e. Di salên 90’î de jî ev zext hebûn, lê ne wek zextên niha bûn. Qanûn û hiqûq nemaye, desthilatdarî û Serokomar li gorî xwe çapemeniya yek deng ava dikin. Divê hemû rojnamegerên di bin zextan de xwe bikin yek.” 
 
* Aborînas Îzzettîn Onder, diyar kir ku li Tirkiye qrîza aborî heye û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze qrîza aborî bi siyasetê veşêre. Li aliyekî operasyonên leşkerî, li aliyekî srûd û gotinên nû ser qrîzê bin cil dike. Ev rewş dibibe wekî kesekî di trêna bi lez diçe de tiştekî nebîne. Wekî kesê di çama trênê de li derve binere û yek din jî têkeve baholê wî û alavê wî bidize. 
 
* Nivîskar Aydin Engîn bertek nîşanî dest danîna ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasrî da û got: “Min 3 pêvajoyên rewşa awarte dîtin, lê min serdemek wiha nedît. Bi hemû derfetên di destên me de divê em medyaya azad biparêzin.”
 
* Reşîde Kahya ku di înternetê de hînî çêkirina pitikên honandî bû û tevî 3 hevalên xwe dest bi çêkirina wan kir got: “Dema jin tiştekî hildiberîne hesteke xweşik li mirov peyda dibe.” 
 
* Waniyan bertek nîşanî destadanîna ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gun’ê û ji ber nebûna matbaayê neçapkirina Rojnameya Welatê dan û gotin: “Ev rojname ji dema Mûsa Anter vê digihêjin me. Çi dikin bila bikin, lê dê dîsa jî bigihîjînin me.” 
 
* Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, istismarkirina zarokan a di saziyên perwerdehiyê de rû dide nirxand û bal kişand ser kêmasiya perwerdehiya nasnameya zayendî. Derûnas Fahriye Cengîz jî got: “Li hemû deverên koçberî, şer û bûyerên civakî lê hebin, herî zêde zarok tên îstismarkirin.” 
 
* Li Mêrdînê 13 rojan ceryan hatibû qutkirin. Ev yek bandor li turîzma Bajarê Antîk ê Darayê jî kir. Şêniyên gund, diyar kirin ku turîstên ji bo bajarê antîk hatin, ji ber bajar di tariyê de bû ji wesayîtên xwe jî daneketin û çûn. 
 
* Yakûp Îrlanê ku di du salên dawî de gelek caran hat binçavkirin got: “Beriya rojên taybet ên ji bo kurdan, çenteyê xwe amade dikim û dibêjim ji xwe dê operasyon pêk bê.” Parêzerê wî Mazlûm Demîrbag jî got,  ji roja ku çêbûye muameleya “gumanbariyê” pê tê kirin. 
 
* Rêxistina HDP û DBP'ê yên Rihayê dê têkildarî çûna Amara ya ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk Bîne. (12.00) 
 
* Komeleyên Elewiyan dê ji bo 16 endamên Komeleya Pir Sultan yên li Erzînganê hatin binçavkirin li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Înîsiyatifa Aştî û Azadiyê ya Onur  dê li KYOD'ê panela "Zanistî û civaka ji reva Kapitalizmê" pêk bînin. (14.00)
 
* Bi silogana "Ji Parastinê re Azadî" Civîna piştevaniya bi Parêzerên girtî re, dê li Baroya Stenbolê ya Beyoglu civînê pêk bîne. (18.30) 
 
 
 

Sernavên din

01/04/2018
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin
15:18 Di dosyeya Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye!
14:52 Zext û gefan nehişt rojnameya Welat bê çapkirin!
14:45 Midurê Karê Nivîsan a Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasul jî hat binçavkirin
14:42 31 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
14:39 Rêveberiya Efrînê bang li NY'ê kir: Erka xwe pêk bîne
14:35 Dozger ji girtiyan re got ‘MÎT dikare bi we re hevdîtinê bike û tiştê pêwîst be em ê amade bikin’
14:33 ÎRA dê rapora Adarê ji bo Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê aşkere bike
13:34 Li fîrmaya ku ji sedî 80’yê karkeran kurd in kurdî qedexe kirin
13:05 Leşkerek li Çiyayê Cûdî birîndar bû
12:58 YDK: Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me
12:57 Operasyona tora civakî: Nûçegihana Jinnews Zeyrek binçav kirin
12:11 Gelê Efrînê şandeya Rûsyayê qewirand
12:08 Rêxistina Efoyê: Ji bo xwendekarên Bogazîçî kampanya çalakiyê da destpekirin
11:39 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:38 Îthalata Tirkiye li gorî îxracatê duqat zêde bû
11:13 Li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê
10:49 Alerjiya qeyûman a li hember bîrdaran didome
10:34 Daxuyaniyên Saziyên Navneteweyî yên Ozgurlukçu Demokrasî: mafê wan bidin
10:09 Endama Dîwana KCD'ê Guzel û hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin binçavkirin
09:59 Heyeta Bakurê Sûriyeyê: Karên me yên hevpar dê bi Fransayê re bidomin
09:35 Di serdema AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûn
09:35 Bariş: Fikra ‘operasyona li ser Şengalê’ ji bo hakîmyeta li ser erdnîgariyê ye
09:33 'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e'
09:32 Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin
09:30 Hîn jî hikûmet nikare biryara bide ku ka DAIŞ rêxistina terorî ye yan na!
09:29 Wekî fîlmê Pardon çêbû: 25 sal şûn de hatin berdan
09:28 Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma!
09:27 Dixwazin vegerin warê xwe
09:26 Hefteyeke trafoyê gund nayê çêkirin
09:26 Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin
09:01 Li Sêrtê 6 cerdevan hatin kuştin 7 kes birîndar bûn
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2018'AN
08:21 Li Îdirê 17 koçber şewitîn û mirin 38 kes jî birîndar bûn
29/03/2018
21:06 Belavkara rojnameyê Fendîk hat berdan
17:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan hat redkirin
17:16 Roboskiyan: Heya edalet pêk were…
16:31 Belavkara rojnamê Fendîk hat binçavkirin
16:19 Polîsan şeqam li xwendekarekê dan û binçavan kirin
16:08 Hejmara binçavkirina xebatkarên rojname û çapxaneyê zêde bûn
15:48 OSO talan kir lê di wergara tirkî de xistin situyê YPG'ê
15:46 Maşîneya leşkerî rastî êrîşê hat: 6 birîndar
15:24 ÎHD aqûbeta Gulmez ê 7 mehin agahî jê nayê girtin pirsî
15:03 Xizmetkarên tenduristiyê bertek nîşanî îxracan dan
14:28 15 sal ceza li Eren Keskin û Reyhan Çapan birîn
14:27 Rojnameger Polat: Dê neviyên Apê Mûsa ji xwe re riyên nû bibînin
14:12 Dadgehê cezayê pere li parlamentera HDP’ê Beştaş birîn
13:59 Polîsan di ser malê de girt û zarok derp kirin
13:53 Gardiyenan perdeya guhê girtiyê derp kirin teqand
13:25 Li Dêrikê notirvanê taxê jinek revand
13:14 Polîsê bersûcê teqîna mitînga HDP’ê: Piştî teqînê perwerdehiya GBT’ê dan min
13:14 Qeyûmê Nisêbînê bîrdariya Newrozê xera kir
12:26 3 wekîlên HDP'ê hatin darizandin
12:15 Rojên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dirêj kirin
11:38 Gelê Êzidî li dijî gefên Erdogan meşiyan