ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-01 09:00:04 * Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol, têkildarî rapora Îmraliyê ya CPT’yê got: “Tê xwestin ku Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê ew e ku vê yekê pesend bike.” Her wiha Erol diyar kir ku rapor ne raporeke rojane ye û got: “Em ê rastiya li Îmraliyê bikin rapor.”  * Mehmet Ocalan, rapora CPT ya tekildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 2 sal şûnde aşkere kir rexne kir û wiha got: "Rapor hem kêm e û hem pir dereng aşkere kir. "CPT ger ku bixwaze dikare îro rêya hevdîtinê li pêşiya me veke. Bi minasebeta rojbûyan birayê xwe em bang li her kesî dikin ku di 4'e Nîsanê de b3en Amarayê."    * Rojnamegeran tayînkirina qeyûmê ser Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun û neçapkirina Rojnameya Welat nirxandin û gotin: “Tayînkirina qeyûm û girtina çapxaneyan di cîhanê de yekemîn car e. Di salên 90’î de jî ev zext hebûn, lê ne wek zextên niha bûn. Qanûn û hiqûq nemaye, desthilatdarî û Serokomar li gorî xwe çapemeniya yek deng ava dikin. Divê hemû rojnamegerên di bin zextan de xwe bikin yek.”    * Aborînas Îzzettîn Onder, diyar kir ku li Tirkiye qrîza aborî heye û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze qrîza aborî bi siyasetê veşêre. Li aliyekî operasyonên leşkerî, li aliyekî srûd û gotinên nû ser qrîzê bin cil dike. Ev rewş dibibe wekî kesekî di trêna bi lez diçe de tiştekî nebîne. Wekî kesê di çama trênê de li derve binere û yek din jî têkeve baholê wî û alavê wî bidize.    * Nivîskar Aydin Engîn bertek nîşanî dest danîna ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasrî da û got: “Min 3 pêvajoyên rewşa awarte dîtin, lê min serdemek wiha nedît. Bi hemû derfetên di destên me de divê em medyaya azad biparêzin.”   * Reşîde Kahya ku di înternetê de hînî çêkirina pitikên honandî bû û tevî 3 hevalên xwe dest bi çêkirina wan kir got: “Dema jin tiştekî hildiberîne hesteke xweşik li mirov peyda dibe.”    * Waniyan bertek nîşanî destadanîna ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gun’ê û ji ber nebûna matbaayê neçapkirina Rojnameya Welatê dan û gotin: “Ev rojname ji dema Mûsa Anter vê digihêjin me. Çi dikin bila bikin, lê dê dîsa jî bigihîjînin me.”    * Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, istismarkirina zarokan a di saziyên perwerdehiyê de rû dide nirxand û bal kişand ser kêmasiya perwerdehiya nasnameya zayendî. Derûnas Fahriye Cengîz jî got: “Li hemû deverên koçberî, şer û bûyerên civakî lê hebin, herî zêde zarok tên îstismarkirin.”    * Li Mêrdînê 13 rojan ceryan hatibû qutkirin. Ev yek bandor li turîzma Bajarê Antîk ê Darayê jî kir. Şêniyên gund, diyar kirin ku turîstên ji bo bajarê antîk hatin, ji ber bajar di tariyê de bû ji wesayîtên xwe jî daneketin û çûn.    * Yakûp Îrlanê ku di du salên dawî de gelek caran hat binçavkirin got: “Beriya rojên taybet ên ji bo kurdan, çenteyê xwe amade dikim û dibêjim ji xwe dê operasyon pêk bê.” Parêzerê wî Mazlûm Demîrbag jî got,  ji roja ku çêbûye muameleya “gumanbariyê” pê tê kirin.    * Rêxistina HDP û DBP'ê yên Rihayê dê têkildarî çûna Amara ya ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk Bîne. (12.00)    * Komeleyên Elewiyan dê ji bo 16 endamên Komeleya Pir Sultan yên li Erzînganê hatin binçavkirin li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Înîsiyatifa Aştî û Azadiyê ya Onur  dê li KYOD'ê panela "Zanistî û civaka ji reva Kapitalizmê" pêk bînin. (14.00)   * Bi silogana "Ji Parastinê re Azadî" Civîna piştevaniya bi Parêzerên girtî re, dê li Baroya Stenbolê ya Beyoglu civînê pêk bîne. (18.30)