'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'

img
ŞENGAL - Hêzên HPG û YJA-Starê ku Êzîdîyên Şengalê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê parastin, bi biryara KCK'ê ji herêmê xwe paşve kişandin. Ji 12 rizgarvanê Şengalê Serxwebûn Azadî, diyar kir ku êzîdi bûne xwedî hêz û dikarin xwe biparêzin û ji ber vê yekê erka wan li vir xelas bûye. 
 
Di 3'ê Tebaxa 2014’an de dema DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, pêşmergeyên girêdayî Serokê Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) Mesut Barzanî û Artêşa Iraqê dest ji parastina Şengal berdan û reviyan. Ev reva pêşmergeyan bi qeydên kamerayan di rûpelê dîrokê de hatin qeydkirin. Piştî DAİŞ ket Şeganê û li ser Êzîdiyan komkujî pêk anî, bi hezaran êzîdî koç kirin û bi hezaran êzîdî dîl hatin girtin. Piştî fermana 73'emîn ku DAIŞ'ê li ser êzîdîyên Şengalê pêk anî, 12 endamên YPG û YJA-Starê ku wekî "Duwanzdekan ” tê binavkirin bi hawariya Êzîdîyan çûn û êzîdî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Piştî YPG û YJA-Star bi hawara êzîdîyan çûn li çiyayê Şengalê koridor vekir û êzîdîyên Şengalê birin herêma ewle. HPG û YJA-Starê bi vê hewldana xwe civakek ku bi hezaran salan baweriya xwe diparêze ji tunebûnê rizgar kirin. 
 
KCK'ê di 23'ê Adarê de daxuyanî da û diyar kir ku êdî Êzîdîyên Şengalê bûne xwedî hêz û dikarin xwe bi parêzin. KCK'ê da zanîn ku ji ber vê yekê endamên xwe yên li Şengalê HPG û YJA-Starê ji Şengalê paşve dikişînin. Li ser daxuyaniya KCK'ê şervanên HPG û YJA-Starê yên 4 salan axa Êzîdîyan parast, di 23'ê Adarê de hêza xwe paşve kişand. Piştî biryarê yek ji parazvanê Şengalê ku di nava koma 12 kesan de cih girt, endamê HPG'ê Serxwebûn Azadî, li ser vegerê û biryara KCK’ê nirxandin kir. 
 
Azadî, diyar kir ku sedema hatina wan a Şengalê ew bû ku gelê êzîdî ji komkujî û qirkirina siyasî û fîzîkî rizgar bikin. Azadî anî ziman ku xwestin zanebûn û rêxistinbûna wan xurt bikin û 4 salin li ser vê bingehê ew perwerde kirin. Azadî, destnişan kir ku ya herî esasî parastina wan a rewa û cewherî xurt kirin. 
 
Azadî, destnîşan kir ku di nava 4 salan de di milê pratîk de encamên girîng bi dest xistin û wiha got: "Piştî êrîşê di milê parastinê de hêzên YBŞ, YJŞ, Asayişa Êzidxan hatin avakirin. Dîsa di milê reveberiyê de li ser bingeha xweseriya demokratîk xebat hatin meşandin. Ev yek dê dewleta Iraqê jî xurt bike û hêzê bide. Êzidî êdî  hen di milê leşkerî de û hem jî di milê rêveberî û siyasî de bûne xwedî hêz. Di vî milî de erka ku ket ser milê me, me pêk anî. Rola dîrokî ya ket ser milê me, me pêk anî. Li ser banga KCK'ê êdî em paşve dikişin. Li vir ruhê şoreşê pêş ket. Li vir xwîna şehîdên me ket ser vê axê. Li gorî ruhê wan bingeha şoreşekê hat avakirin. KCK'ê ji ber ku gerîllayên HPG û YJA-Starê arka xwe pêk anîn ev biryar da. Li ser vê biryarê em paşve dikişin. Li vir ruhê şoreşê ava bû. Xwîna hevalên me li ser vê axê hat rijandin. Êdî gelê vir jî girêdayî vî ruhê şoreşê ne. Êdî gelê êzîdi dê ruhê vê şoreşê û têkoşînê ji bîr neke. Êdî zane bûn xwe bi rêxistin kirin û bûne xwedî vîn. Em bawer dikin ku di her milî de dikarin xwe biparêzin û bi rêve bibin." 
 
'LI KU TALUKE LI SER GEL HEBE EM LI WIR IN'
 
Azadî, da zanîn ku li ku talûke li ser gel hebe ew hêza xwe dibin wir û parastinê dikin û wiha got: "Li ku komkujî hebe em diçin wir. Em hêza parazvanên gel in. Em heta gelê xwe yê di bin xeterê de bikin xwedî hêz û rêxistin em parastina wî dikin. Em li gel wan dijîn. Em piştgiriyê didin wan. Mînaka vê yekê êrişa DAIŞ'ê ya 2014'an ku li ser gelê Êzîdî yê Şengalê pêk anî ye. Em her dem di dil û mejiyê gelê xwe de cihê xwe digirin. Yê xwedî biryar gel bi xwe ye. KCK'ê li ser biryara gel ev biryar stendiye. 
 
Azadî, destnîşan kir ku ew ji tu kesî natirsin û wiha berdewam kir: "Em 40 salin di nava rûpelên şoreşê de diherikin. Ji bilî azadiyê tiştekî din ên em winda bikin tune ye. Em tevgera ahlaqî û wîcdanî ne. Em nûnerê rûmeta mirovahiyê ne. Em nûnertiya kesên ku dibêjin 'Ez mirov im û wîdcanê min heye' dikin. Serok Apo gotiye 'Hêza me ya em cihanê têk bibin hebe jî em şer nakin, lê êrîşek li dijî nirxên me pêk bê heta dawî em dê parastinê bikin.' Ji bo me ya esasî ev e. " 
 
Azadî li ser biryara vegerê û nêzîkatiya gel ya li hemberî vê biryarê jî wiha got: "Hem xemgîniyek heye hem jî êşek heye. Gelê me yê êzîdî eşên pir mezin jiyan. Ji ber vê yekê xemgîn in. Me her tiştên xwe bi hevre parve kirin. Hestiyariyek jî heye. Em di êş û şahiyan de bi hevre bûn. Hem bextewar in û hem jî xemgîn in. Dibêjin êdî hûn biçin jî her dem hûn di dil û mejiyê me dene."
 
Azadî da zanîn ku êdî gelê êzîdî xwedî hêz in û divê ji vê hêza xwe bawer bikin û wiha lê zêde kir: "Divê her dem hêza xwe biparêzin û xurt bikin. Divê di milê leşkerî, siyasî û abori de hêza xwe nû bikin. Divê her dem têbikoşin. Em kesên şoreşger in. Li cem me rawestandin û rûniştin çênabe. Em her dem li her derê têdikoşin. Armanca me parastina gelê me ye. Niha Tirkiye gefan dixwe. Lê ew axa êzîdîyan e. Niha Erdogan, axa Iraq û Sûriye îhlal dike.  Erdogan, dixwaze Împaratoriya Osmanî ji nûve ava bike. Ji ber vê yekê êrîşî her derê dike. Mesele ne tenê gelê kurd e. Mesele gelê kurd, fars, ereb, tirkmen û tirk e. Dê hemû gelên herêmê para xwe ji van êrîşan bigire. Dîsa dê hemû baweriyên din para xwe ji van êrîşan bigire. Erdoan yek ziman, yek dewlet û yek al dixwaze. Yek bawerî û yek çand dixwaze. Divê gel li hemberî vê yekê hişyar bibin û xwe bi rêxistin bikin. DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, lê li Kobanê têk çû. Êdîşî Şengalê kir, lê li Şengalê têk çû. Ji ber ku têk çû vê carê Tirkiye êrîşî Efrînê kir. Efrîn warê bihiştê bû. Li wir sinc, azadî, wekhevî û aramî hebû. Hemû awerî û gel di nava hevde bi hevre dijiyan. Lê rêxistinên faşistê cilên li ser xwe guhertin û êrîşî Efrinê kirin. Ji bo li Efrinê bi cih bibin êr9îş kirin. Niha dixwazin dubare vê yekê li Şengalê bikin. Yên nekarîbûn bi êrîşên DAIŞ’ê gelê êzîdî tune bikin niha hewl didin bi rebazên din êrîş bikin. 
Niha ev plana Erdogan heye. Lê divê Dewleta Iraqê destûr nede vê yekê. Divê dewletên navneteweyî jî destûr nedin vê yekê."
 
MA / Selami Aslan

Sernavên din

01/04/2018
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin
15:18 Di dosyeya Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye!
14:52 Zext û gefan nehişt rojnameya Welat bê çapkirin!
14:45 Midurê Karê Nivîsan a Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasul jî hat binçavkirin
14:42 31 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
14:39 Rêveberiya Efrînê bang li NY'ê kir: Erka xwe pêk bîne
14:35 Dozger ji girtiyan re got ‘MÎT dikare bi we re hevdîtinê bike û tiştê pêwîst be em ê amade bikin’
14:33 ÎRA dê rapora Adarê ji bo Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê aşkere bike
13:34 Li fîrmaya ku ji sedî 80’yê karkeran kurd in kurdî qedexe kirin
13:05 Leşkerek li Çiyayê Cûdî birîndar bû
12:58 YDK: Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me
12:57 Operasyona tora civakî: Nûçegihana Jinnews Zeyrek binçav kirin
12:11 Gelê Efrînê şandeya Rûsyayê qewirand
12:08 Rêxistina Efoyê: Ji bo xwendekarên Bogazîçî kampanya çalakiyê da destpekirin
11:39 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:38 Îthalata Tirkiye li gorî îxracatê duqat zêde bû
11:13 Li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê
10:49 Alerjiya qeyûman a li hember bîrdaran didome
10:34 Daxuyaniyên Saziyên Navneteweyî yên Ozgurlukçu Demokrasî: mafê wan bidin
10:09 Endama Dîwana KCD'ê Guzel û hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin binçavkirin
09:59 Heyeta Bakurê Sûriyeyê: Karên me yên hevpar dê bi Fransayê re bidomin
09:35 Di serdema AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûn
09:35 Bariş: Fikra ‘operasyona li ser Şengalê’ ji bo hakîmyeta li ser erdnîgariyê ye
09:33 'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e'
09:32 Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin
09:30 Hîn jî hikûmet nikare biryara bide ku ka DAIŞ rêxistina terorî ye yan na!
09:29 Wekî fîlmê Pardon çêbû: 25 sal şûn de hatin berdan
09:28 Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma!
09:27 Dixwazin vegerin warê xwe
09:26 Hefteyeke trafoyê gund nayê çêkirin
09:26 Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin
09:01 Li Sêrtê 6 cerdevan hatin kuştin 7 kes birîndar bûn
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2018'AN
08:21 Li Îdirê 17 koçber şewitîn û mirin 38 kes jî birîndar bûn
29/03/2018
21:06 Belavkara rojnameyê Fendîk hat berdan
17:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan hat redkirin
17:16 Roboskiyan: Heya edalet pêk were…
16:31 Belavkara rojnamê Fendîk hat binçavkirin
16:19 Polîsan şeqam li xwendekarekê dan û binçavan kirin
16:08 Hejmara binçavkirina xebatkarên rojname û çapxaneyê zêde bûn
15:48 OSO talan kir lê di wergara tirkî de xistin situyê YPG'ê
15:46 Maşîneya leşkerî rastî êrîşê hat: 6 birîndar
15:24 ÎHD aqûbeta Gulmez ê 7 mehin agahî jê nayê girtin pirsî
15:03 Xizmetkarên tenduristiyê bertek nîşanî îxracan dan
14:28 15 sal ceza li Eren Keskin û Reyhan Çapan birîn
14:27 Rojnameger Polat: Dê neviyên Apê Mûsa ji xwe re riyên nû bibînin
14:12 Dadgehê cezayê pere li parlamentera HDP’ê Beştaş birîn
13:59 Polîsan di ser malê de girt û zarok derp kirin
13:53 Gardiyenan perdeya guhê girtiyê derp kirin teqand
13:25 Li Dêrikê notirvanê taxê jinek revand
13:14 Polîsê bersûcê teqîna mitînga HDP’ê: Piştî teqînê perwerdehiya GBT’ê dan min
13:14 Qeyûmê Nisêbînê bîrdariya Newrozê xera kir
12:26 3 wekîlên HDP'ê hatin darizandin
12:15 Rojên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dirêj kirin
11:38 Gelê Êzidî li dijî gefên Erdogan meşiyan