'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya' 2018-03-31 10:29:33   ŞENGAL - Hêzên HPG û YJA-Starê ku Êzîdîyên Şengalê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê parastin, bi biryara KCK'ê ji herêmê xwe paşve kişandin. Ji 12 rizgarvanê Şengalê Serxwebûn Azadî, diyar kir ku êzîdi bûne xwedî hêz û dikarin xwe biparêzin û ji ber vê yekê erka wan li vir xelas bûye.    Di 3'ê Tebaxa 2014’an de dema DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, pêşmergeyên girêdayî Serokê Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) Mesut Barzanî û Artêşa Iraqê dest ji parastina Şengal berdan û reviyan. Ev reva pêşmergeyan bi qeydên kamerayan di rûpelê dîrokê de hatin qeydkirin. Piştî DAİŞ ket Şeganê û li ser Êzîdiyan komkujî pêk anî, bi hezaran êzîdî koç kirin û bi hezaran êzîdî dîl hatin girtin. Piştî fermana 73'emîn ku DAIŞ'ê li ser êzîdîyên Şengalê pêk anî, 12 endamên YPG û YJA-Starê ku wekî "Duwanzdekan ” tê binavkirin bi hawariya Êzîdîyan çûn û êzîdî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Piştî YPG û YJA-Star bi hawara êzîdîyan çûn li çiyayê Şengalê koridor vekir û êzîdîyên Şengalê birin herêma ewle. HPG û YJA-Starê bi vê hewldana xwe civakek ku bi hezaran salan baweriya xwe diparêze ji tunebûnê rizgar kirin.    KCK'ê di 23'ê Adarê de daxuyanî da û diyar kir ku êdî Êzîdîyên Şengalê bûne xwedî hêz û dikarin xwe bi parêzin. KCK'ê da zanîn ku ji ber vê yekê endamên xwe yên li Şengalê HPG û YJA-Starê ji Şengalê paşve dikişînin. Li ser daxuyaniya KCK'ê şervanên HPG û YJA-Starê yên 4 salan axa Êzîdîyan parast, di 23'ê Adarê de hêza xwe paşve kişand. Piştî biryarê yek ji parazvanê Şengalê ku di nava koma 12 kesan de cih girt, endamê HPG'ê Serxwebûn Azadî, li ser vegerê û biryara KCK’ê nirxandin kir.    Azadî, diyar kir ku sedema hatina wan a Şengalê ew bû ku gelê êzîdî ji komkujî û qirkirina siyasî û fîzîkî rizgar bikin. Azadî anî ziman ku xwestin zanebûn û rêxistinbûna wan xurt bikin û 4 salin li ser vê bingehê ew perwerde kirin. Azadî, destnişan kir ku ya herî esasî parastina wan a rewa û cewherî xurt kirin.    Azadî, destnîşan kir ku di nava 4 salan de di milê pratîk de encamên girîng bi dest xistin û wiha got: "Piştî êrîşê di milê parastinê de hêzên YBŞ, YJŞ, Asayişa Êzidxan hatin avakirin. Dîsa di milê reveberiyê de li ser bingeha xweseriya demokratîk xebat hatin meşandin. Ev yek dê dewleta Iraqê jî xurt bike û hêzê bide. Êzidî êdî  hen di milê leşkerî de û hem jî di milê rêveberî û siyasî de bûne xwedî hêz. Di vî milî de erka ku ket ser milê me, me pêk anî. Rola dîrokî ya ket ser milê me, me pêk anî. Li ser banga KCK'ê êdî em paşve dikişin. Li vir ruhê şoreşê pêş ket. Li vir xwîna şehîdên me ket ser vê axê. Li gorî ruhê wan bingeha şoreşekê hat avakirin. KCK'ê ji ber ku gerîllayên HPG û YJA-Starê arka xwe pêk anîn ev biryar da. Li ser vê biryarê em paşve dikişin. Li vir ruhê şoreşê ava bû. Xwîna hevalên me li ser vê axê hat rijandin. Êdî gelê vir jî girêdayî vî ruhê şoreşê ne. Êdî gelê êzîdi dê ruhê vê şoreşê û têkoşînê ji bîr neke. Êdî zane bûn xwe bi rêxistin kirin û bûne xwedî vîn. Em bawer dikin ku di her milî de dikarin xwe biparêzin û bi rêve bibin."    'LI KU TALUKE LI SER GEL HEBE EM LI WIR IN'   Azadî, da zanîn ku li ku talûke li ser gel hebe ew hêza xwe dibin wir û parastinê dikin û wiha got: "Li ku komkujî hebe em diçin wir. Em hêza parazvanên gel in. Em heta gelê xwe yê di bin xeterê de bikin xwedî hêz û rêxistin em parastina wî dikin. Em li gel wan dijîn. Em piştgiriyê didin wan. Mînaka vê yekê êrişa DAIŞ'ê ya 2014'an ku li ser gelê Êzîdî yê Şengalê pêk anî ye. Em her dem di dil û mejiyê gelê xwe de cihê xwe digirin. Yê xwedî biryar gel bi xwe ye. KCK'ê li ser biryara gel ev biryar stendiye.    Azadî, destnîşan kir ku ew ji tu kesî natirsin û wiha berdewam kir: "Em 40 salin di nava rûpelên şoreşê de diherikin. Ji bilî azadiyê tiştekî din ên em winda bikin tune ye. Em tevgera ahlaqî û wîcdanî ne. Em nûnerê rûmeta mirovahiyê ne. Em nûnertiya kesên ku dibêjin 'Ez mirov im û wîdcanê min heye' dikin. Serok Apo gotiye 'Hêza me ya em cihanê têk bibin hebe jî em şer nakin, lê êrîşek li dijî nirxên me pêk bê heta dawî em dê parastinê bikin.' Ji bo me ya esasî ev e. "    Azadî li ser biryara vegerê û nêzîkatiya gel ya li hemberî vê biryarê jî wiha got: "Hem xemgîniyek heye hem jî êşek heye. Gelê me yê êzîdî eşên pir mezin jiyan. Ji ber vê yekê xemgîn in. Me her tiştên xwe bi hevre parve kirin. Hestiyariyek jî heye. Em di êş û şahiyan de bi hevre bûn. Hem bextewar in û hem jî xemgîn in. Dibêjin êdî hûn biçin jî her dem hûn di dil û mejiyê me dene."   Azadî da zanîn ku êdî gelê êzîdî xwedî hêz in û divê ji vê hêza xwe bawer bikin û wiha lê zêde kir: "Divê her dem hêza xwe biparêzin û xurt bikin. Divê di milê leşkerî, siyasî û abori de hêza xwe nû bikin. Divê her dem têbikoşin. Em kesên şoreşger in. Li cem me rawestandin û rûniştin çênabe. Em her dem li her derê têdikoşin. Armanca me parastina gelê me ye. Niha Tirkiye gefan dixwe. Lê ew axa êzîdîyan e. Niha Erdogan, axa Iraq û Sûriye îhlal dike.  Erdogan, dixwaze Împaratoriya Osmanî ji nûve ava bike. Ji ber vê yekê êrîşî her derê dike. Mesele ne tenê gelê kurd e. Mesele gelê kurd, fars, ereb, tirkmen û tirk e. Dê hemû gelên herêmê para xwe ji van êrîşan bigire. Dîsa dê hemû baweriyên din para xwe ji van êrîşan bigire. Erdoan yek ziman, yek dewlet û yek al dixwaze. Yek bawerî û yek çand dixwaze. Divê gel li hemberî vê yekê hişyar bibin û xwe bi rêxistin bikin. DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, lê li Kobanê têk çû. Êdîşî Şengalê kir, lê li Şengalê têk çû. Ji ber ku têk çû vê carê Tirkiye êrîşî Efrînê kir. Efrîn warê bihiştê bû. Li wir sinc, azadî, wekhevî û aramî hebû. Hemû awerî û gel di nava hevde bi hevre dijiyan. Lê rêxistinên faşistê cilên li ser xwe guhertin û êrîşî Efrinê kirin. Ji bo li Efrinê bi cih bibin êr9îş kirin. Niha dixwazin dubare vê yekê li Şengalê bikin. Yên nekarîbûn bi êrîşên DAIŞ’ê gelê êzîdî tune bikin niha hewl didin bi rebazên din êrîş bikin.  Niha ev plana Erdogan heye. Lê divê Dewleta Iraqê destûr nede vê yekê. Divê dewletên navneteweyî jî destûr nedin vê yekê."   MA / Selami Aslan