Mexdûrên şer bêwar in

img

AGIRÎ – Penaberên ku bi hêviya biçin Ewropayê ji Afxanîstan, Pakîstan û Îranê koç kirin û hatin Tirkiyeyê, bi mehane tî û birçî li Otogara Agiriyê dijîn. Penaber li tacirên mirovan ên ku pere dan wan û wan di nîvê rê de hiştin digerin. 

Hema bêje li Tirkiyeyê her roj penaber difetisin, diqefilin an jî di qezayan de dimirin. Herî dawî li ser riya Qers-Îdirê mînîbusa ku penaberên ji Afganîstan, Pakîstan û Îranê de têde bûn qeza kir û 17 kes mirin û ji 30’yî zêdetir jî kes birîndar bûn. Penaberên ku ji gelek deveran hatine Otogara Agiriyê, navçeya Patnos, Tûtax û Xemûrê, ji ber wesayît wan nagirin bi peya diçin gelek deveran. Bi sedan penaberên ku li Otogara Agiriyê ne, xwe dispêrin hev û bi awayekî kifş li ser zemîna betonî radizên. 
 
Penaberên ku ji Afxanîstan û Pakîstanê bi riyên qaçax hatine, ji ber betaliyê hewl didin biçin Ewropayê. Sexayî Mûradî (21) ku salek berê hat Tirkiyeyê û bi qasî ku xwe îfade bike hînî tirkî bûye behsa tiştên ku penaber bi wan re rû bi rû dimînin kir. 
 
Mûradî, diyar kir ku piştî rêwîtiyeke talûke û zehmet ew hatine Tirkiyeyê û got: “Mirov ji Afxanîstanî Pakîstan û Bangladeşê tên vir. Li welatê me mafê jiyanê tune ye, mirov dimirin. Gelek miriv dimirin, bombe diteqin. Îro jî di nûçeyekê de derket ku li Afxanîstanê bombe teqiyaye. Em li vir dixebitin, hindik be jî em pereyan ji malbatên xwe yên li wir re dişînin. Ji ber vê em her tiştî digirin ber çav. Çimkî em li wir bimînin wê tu mafê me yê jiyanê nemine. Beriya her tiştî em herkê hezar dolarî didin kesên ku me tînin. Mesela di erebeyê de cihê 5-6 kesan heye, lê ew 30 kesî dixinê. Bi erebeyê heta dereke tînin. Paşê em ji Îranê heta Deriyê Sînor ê Gurbûlakê dimeşin. Carinan leşker me didin sekinandin, paşê belgeyek tê dayîn û me ber didin. Paşê em tên otogara vir.” 
 
’LI ÇIYAYAN EM 20 ROJÎ MEŞIYAN’ 
 
Mûradî, destnîşan kir ku piştî wan sînor derbas kiriye bi qasî 20-30 rojî ew li çiyayan meşiyane. Mûradî, bi lêv kir ku sar û seqem bûna jî ew mecbûr bûn bimeşin. Mûradî got, ji ber ku tu wesayît ew nedigirtin mecbûr diman bimeşin. Mûradî, diyar kir ku pêdiviyên wan ên wekî nan û avê di çenteyên wan de ne. Mûradî, anî ziman ku yên tên piranî ciwan in, lê belê carinan jin, extiyar û zarok jî bi wan re tên. 
 
Mûradî bi lêv kir ku ew ji ber zilma Talîban direvin û got: “Talîban zilmê li mirovan dike û dibêje Xwedê ev ferman daye wan. Lê hâlbuki Xwedê zilmê qebûl nake. Herî zêde mirov ji ber wan direvin. Malbatên ji welatên xwe dertên belawela dibin. Hin ferdên malbatê li Îranê dimînin, hin jê diçin Ewropayê hin jê jî li vir dimînin. Yanî malbata bi temamî belawela dibin. Hin hevalên me hene, meheke li otogarê ne. Li erdê radikevin. Nan tune , kar tune.” 
 
Mûradî, bi lêv kir ku ji ber pereyên wan tune ye, bi roja tî û birçî li otogarê dimînin. Mûradî got: “Em li qaçaxçiyên ku em anîn vir digerin. Kes bersiva telefonên me nade. Ji Afxanîstanê heta vir, serê mirov hezar dolar girtin. Em 200 kes hatin. Di nav me de 10 jin û 5-6 zarok jî hene. Zarokên 3-4 mehî hene, hemû jî di rê de nexweş ketin. Ji ber em zêde li vir dimînin, bêhn ji me tê. Lê ev bêhn, bêhna şer û xizaniyê ye. Li vir penaber li erdê radikevin. Ji bo pereyê xwarinê carinan aşvan li ber dikevin û rojekê didin xebitandin û ji dêvla wê xwarinê didin. Eger rojekê têr bibin, 3 rojan birçî dimînin. Em di sar û seqemê de radikevin, lê êdî mirov hînî vê rewşa me bûn. Êdî kes li me napirse. Nemaze jî em wan bazirganên mirovan ên pere ji me stendin û em di rê de hiştin ji bîr nakin. Ew resmen îşkenceyê li mirovan dikin. Pereyên xwe digirin û li çiyayan dihêlin. Kesên tên gelek jê di rê de an jî li bajarên din dimirin.” 
 
MA / Nimet Olmez

Sernavên din

01/04/2018
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin
15:18 Di dosyeya Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye!
14:52 Zext û gefan nehişt rojnameya Welat bê çapkirin!
14:45 Midurê Karê Nivîsan a Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasul jî hat binçavkirin
14:42 31 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
14:39 Rêveberiya Efrînê bang li NY'ê kir: Erka xwe pêk bîne
14:35 Dozger ji girtiyan re got ‘MÎT dikare bi we re hevdîtinê bike û tiştê pêwîst be em ê amade bikin’
14:33 ÎRA dê rapora Adarê ji bo Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê aşkere bike
13:34 Li fîrmaya ku ji sedî 80’yê karkeran kurd in kurdî qedexe kirin
13:05 Leşkerek li Çiyayê Cûdî birîndar bû
12:58 YDK: Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me
12:57 Operasyona tora civakî: Nûçegihana Jinnews Zeyrek binçav kirin
12:11 Gelê Efrînê şandeya Rûsyayê qewirand
12:08 Rêxistina Efoyê: Ji bo xwendekarên Bogazîçî kampanya çalakiyê da destpekirin
11:39 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:38 Îthalata Tirkiye li gorî îxracatê duqat zêde bû
11:13 Li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê
10:49 Alerjiya qeyûman a li hember bîrdaran didome
10:34 Daxuyaniyên Saziyên Navneteweyî yên Ozgurlukçu Demokrasî: mafê wan bidin
10:09 Endama Dîwana KCD'ê Guzel û hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin binçavkirin
09:59 Heyeta Bakurê Sûriyeyê: Karên me yên hevpar dê bi Fransayê re bidomin
09:35 Di serdema AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûn
09:35 Bariş: Fikra ‘operasyona li ser Şengalê’ ji bo hakîmyeta li ser erdnîgariyê ye
09:33 'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e'
09:32 Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin
09:30 Hîn jî hikûmet nikare biryara bide ku ka DAIŞ rêxistina terorî ye yan na!
09:29 Wekî fîlmê Pardon çêbû: 25 sal şûn de hatin berdan
09:28 Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma!
09:27 Dixwazin vegerin warê xwe
09:26 Hefteyeke trafoyê gund nayê çêkirin
09:26 Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin
09:01 Li Sêrtê 6 cerdevan hatin kuştin 7 kes birîndar bûn
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2018'AN
08:21 Li Îdirê 17 koçber şewitîn û mirin 38 kes jî birîndar bûn
29/03/2018
21:06 Belavkara rojnameyê Fendîk hat berdan
17:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan hat redkirin
17:16 Roboskiyan: Heya edalet pêk were…
16:31 Belavkara rojnamê Fendîk hat binçavkirin
16:19 Polîsan şeqam li xwendekarekê dan û binçavan kirin
16:08 Hejmara binçavkirina xebatkarên rojname û çapxaneyê zêde bûn
15:48 OSO talan kir lê di wergara tirkî de xistin situyê YPG'ê
15:46 Maşîneya leşkerî rastî êrîşê hat: 6 birîndar
15:24 ÎHD aqûbeta Gulmez ê 7 mehin agahî jê nayê girtin pirsî
15:03 Xizmetkarên tenduristiyê bertek nîşanî îxracan dan
14:28 15 sal ceza li Eren Keskin û Reyhan Çapan birîn
14:27 Rojnameger Polat: Dê neviyên Apê Mûsa ji xwe re riyên nû bibînin
14:12 Dadgehê cezayê pere li parlamentera HDP’ê Beştaş birîn
13:59 Polîsan di ser malê de girt û zarok derp kirin
13:53 Gardiyenan perdeya guhê girtiyê derp kirin teqand
13:25 Li Dêrikê notirvanê taxê jinek revand
13:14 Polîsê bersûcê teqîna mitînga HDP’ê: Piştî teqînê perwerdehiya GBT’ê dan min
13:14 Qeyûmê Nisêbînê bîrdariya Newrozê xera kir
12:26 3 wekîlên HDP'ê hatin darizandin
12:15 Rojên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dirêj kirin
11:38 Gelê Êzidî li dijî gefên Erdogan meşiyan