Mexdûrên şer bêwar in 2018-03-31 09:13:10 AGIRÎ – Penaberên ku bi hêviya biçin Ewropayê ji Afxanîstan, Pakîstan û Îranê koç kirin û hatin Tirkiyeyê, bi mehane tî û birçî li Otogara Agiriyê dijîn. Penaber li tacirên mirovan ên ku pere dan wan û wan di nîvê rê de hiştin digerin.  Hema bêje li Tirkiyeyê her roj penaber difetisin, diqefilin an jî di qezayan de dimirin. Herî dawî li ser riya Qers-Îdirê mînîbusa ku penaberên ji Afganîstan, Pakîstan û Îranê de têde bûn qeza kir û 17 kes mirin û ji 30’yî zêdetir jî kes birîndar bûn. Penaberên ku ji gelek deveran hatine Otogara Agiriyê, navçeya Patnos, Tûtax û Xemûrê, ji ber wesayît wan nagirin bi peya diçin gelek deveran. Bi sedan penaberên ku li Otogara Agiriyê ne, xwe dispêrin hev û bi awayekî kifş li ser zemîna betonî radizên.    Penaberên ku ji Afxanîstan û Pakîstanê bi riyên qaçax hatine, ji ber betaliyê hewl didin biçin Ewropayê. Sexayî Mûradî (21) ku salek berê hat Tirkiyeyê û bi qasî ku xwe îfade bike hînî tirkî bûye behsa tiştên ku penaber bi wan re rû bi rû dimînin kir.    Mûradî, diyar kir ku piştî rêwîtiyeke talûke û zehmet ew hatine Tirkiyeyê û got: “Mirov ji Afxanîstanî Pakîstan û Bangladeşê tên vir. Li welatê me mafê jiyanê tune ye, mirov dimirin. Gelek miriv dimirin, bombe diteqin. Îro jî di nûçeyekê de derket ku li Afxanîstanê bombe teqiyaye. Em li vir dixebitin, hindik be jî em pereyan ji malbatên xwe yên li wir re dişînin. Ji ber vê em her tiştî digirin ber çav. Çimkî em li wir bimînin wê tu mafê me yê jiyanê nemine. Beriya her tiştî em herkê hezar dolarî didin kesên ku me tînin. Mesela di erebeyê de cihê 5-6 kesan heye, lê ew 30 kesî dixinê. Bi erebeyê heta dereke tînin. Paşê em ji Îranê heta Deriyê Sînor ê Gurbûlakê dimeşin. Carinan leşker me didin sekinandin, paşê belgeyek tê dayîn û me ber didin. Paşê em tên otogara vir.”    ’LI ÇIYAYAN EM 20 ROJÎ MEŞIYAN’    Mûradî, destnîşan kir ku piştî wan sînor derbas kiriye bi qasî 20-30 rojî ew li çiyayan meşiyane. Mûradî, bi lêv kir ku sar û seqem bûna jî ew mecbûr bûn bimeşin. Mûradî got, ji ber ku tu wesayît ew nedigirtin mecbûr diman bimeşin. Mûradî, diyar kir ku pêdiviyên wan ên wekî nan û avê di çenteyên wan de ne. Mûradî, anî ziman ku yên tên piranî ciwan in, lê belê carinan jin, extiyar û zarok jî bi wan re tên.    Mûradî bi lêv kir ku ew ji ber zilma Talîban direvin û got: “Talîban zilmê li mirovan dike û dibêje Xwedê ev ferman daye wan. Lê hâlbuki Xwedê zilmê qebûl nake. Herî zêde mirov ji ber wan direvin. Malbatên ji welatên xwe dertên belawela dibin. Hin ferdên malbatê li Îranê dimînin, hin jê diçin Ewropayê hin jê jî li vir dimînin. Yanî malbata bi temamî belawela dibin. Hin hevalên me hene, meheke li otogarê ne. Li erdê radikevin. Nan tune , kar tune.”    Mûradî, bi lêv kir ku ji ber pereyên wan tune ye, bi roja tî û birçî li otogarê dimînin. Mûradî got: “Em li qaçaxçiyên ku em anîn vir digerin. Kes bersiva telefonên me nade. Ji Afxanîstanê heta vir, serê mirov hezar dolar girtin. Em 200 kes hatin. Di nav me de 10 jin û 5-6 zarok jî hene. Zarokên 3-4 mehî hene, hemû jî di rê de nexweş ketin. Ji ber em zêde li vir dimînin, bêhn ji me tê. Lê ev bêhn, bêhna şer û xizaniyê ye. Li vir penaber li erdê radikevin. Ji bo pereyê xwarinê carinan aşvan li ber dikevin û rojekê didin xebitandin û ji dêvla wê xwarinê didin. Eger rojekê têr bibin, 3 rojan birçî dimînin. Em di sar û seqemê de radikevin, lê êdî mirov hînî vê rewşa me bûn. Êdî kes li me napirse. Nemaze jî em wan bazirganên mirovan ên pere ji me stendin û em di rê de hiştin ji bîr nakin. Ew resmen îşkenceyê li mirovan dikin. Pereyên xwe digirin û li çiyayan dihêlin. Kesên tên gelek jê di rê de an jî li bajarên din dimirin.”    MA / Nimet Olmez