Dixwazin vegerin warê xwe

img

EDENE – Jinên ku ji ber cerdevanî qebûl nekirin gelek sal berê tevî malbatên xwe koçî Çûkûrovayê kirin, ji bo debara xwe bikin, di şert û mercên nebaş de li nav bax û baxçeyan dixebitin. Jinan bi lêv kir ku ew dixwazin vegerin warê xwe. 

Di salên 90’î de ji ber çewisandinên dewletê û ferzkirina cerdevantiyê gelek kurd, mal û milkên xwe berdan û koçî bajarên cuda kirin. Ji van malbatan hin jê li Taxa Belediye ya navçeya Ceyhan a Edeneyê bi cih bûn. Ferdên vê malbatê jinên ciwan ji bo debara xwe bikin bi heqedesteke erzan li nav bax û baxçeyan di şert û mercên giran de dixebitin. Jinan bi lêv kir ku êdî şert û mercên têde ne ew zêde ditengijînin û dixwazin vegerên warên xwe. 
 
‘ME ZILM DÎT’ 
 
Sakîne Toprak, bi lêv kir ku 31 sal berê ji ber wan cerdevantî qebûl nekiriye ji ber çewisandinan ji gundê Erdogdû yê Şirnexê kirç kirine. Toprak, anî ziman ku leşkeran mala wan şewitandiye û zilm li wan kiriye û ji ber vê ew hatine Edeneyê. Toprak got: “Tevî 8 zarokên xwe min her tiştê xwe hişt û em hatin vir. Dema em hatin vit tiştek me jî tune bû. Heta xaniyê ku em ewil ketine bê siwax bû. Paşê me erseyeke biçûk kirî û xaniyekî du odeyî çê kir. Deriyê xaniyê ku me çêkir jî tune bû. Ji dêvla derî me perde bi cih kirin. Paşê piştî çend salan şûn de me derî û pacê lêxistin.” 
 
Toprak, diyar kir ku piştî wan koç kir demek şûn de hevjînê wê hatiye girtin û ew bi tenê maye. Toprak anî ziman ku bi salan bi li nav bax û baxçeyan xebitiye û hem li zarokên xwe hem jî li hevjînê xwe yê di girtîgehê de nihêriye. Toprak diyar kir ku dema ew ciwan bû li nav baxçeyan dixebitî, lê belê niha ji ber temenê xwe nikare biçe li nav erdan bixebite û got: “Niha bi çewalan fistiq tên malê em wan dişikînin û debara xwe pê dikin. Ez çewalê fistiqan bi 80 lîreyî dişikînim. Ji ber wekî din tu kar û barê me tune ye em vî karî dikin. Carinan bi tena xwe di 4 rojan de çewalek fistiq dişkînim. Lê tevî zarokan di 2 rojan de dişikînim. Pereyê ku em bi dest dixin têra me nake. Dema em fistiqan dişkînin di nav toz û duxanê de dimînin. Saeteke diyar a vî karî tune ye. Ji bilî wextên xwarinê em tim fistiqan dişkînin.” 
 
‘JIYANA ME NE TU JIYAN E’
 
Toprak behsa zor û zehmetiyên ku jin bi wan re rû bir û dimînin kir: “Tiştên min kişandin kesî nekişandiye. Dema li nav erd dixebitîm zarokek min li pişta min, yek di hemêza min de û dido jê jî di destê min de bûn. Havîn û zivistanan xweşikî me mal nedidît. Ji bo li zarokên xwe û hevjînê xwe yê di girtîgehê de binihêrim tim dixebitîm. Tenê êvarî dema em ji kar vedigeriyan û min li malê xwarin çê dikir, min ruyê malê didît. Hevjînê min 7 salan sirgûnî girtîgehên Amed, Sêrt, Îskenderûn û Konyayê hat kirin. Belê ji bo hevdîtinê diçûm, lê di şert û mercên zehmet de. Bi kurt û kurmancî jiyana me ne tu jiyan bû.” 
 
Toprak bi lêv kir ku dema ew li gund bûn xaniyê wan, erseya wan, bax û baxçeyên wan, dewar û pezên wan hebûn. Toprak got, eger derfetên vegerê çê bibin ew dixwazin vegerin warê xwe. Toprak bi lêv kir ku halê herî zirab ê gundê wan jî ji vir çêtir e. 
 
‘EM JI BO ZAROKÊN XWE JI GUND DERKETIN’ 
 
Fatma Elçîçek jî diyar kir ku ew di sala 1990’î de ji gundê Ozlupelît ê Sêrtê tevî zarokên xwe ji ber zilma leşkeran derketine. Elçîçek destnîşan kir ku leşkeran cerdevantî li wan ferz kiriye, lê belê ji bo pêşeroja zarokên xwe wan ev yek qebûl nekiriye û ji gund derketine. Elçîçek, bi lêv kir ku dema ew ji gund derketine, leşkeran mala wan û baxçeyên wan şewitandiye. 
 
Elçîçek, diyar kir ku ew jî li nav bax û baxçeyan xebitiye û got: “10 sal in fistiqan dişkînim. Berê li nav erdê pembû dixebitîm. Tu dahateke hevjînê min jî tune ye ji ber wê em mecbûr in bixebitin. Bi vî karî min zarokên xwe mezin kir û hin zarokên min zewicîn. Zarokên min ên zewicandî alîkariya me nakin, ancax debara xwe dikin. Niha ez û hevjînê xwe û du keçen xwe bi vî pereyî debara xwe dikin.” 
 
‘XWEZLA DERFETÊN ME HEBÛNAN Û EM VEGERIYANAN GUNDÊ XWE’
 
Elçîçek destnîşan kir ku ew tim dixebitin û got: “Em bi saetan dixebitin. Pereyê ku em werdigirin pir kêm e. Xweşikî em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Pê diçim bazarê, lê dîsa jî nikarim hemû lazmatiyan bikirim. Kîloya firingiyan bûye 5 lîre, ka bêjim çi. Ev der rezalet e, lê dema li gundê xwe bûma me yê bi rihetî debara xwe bikirana. Dema em vî karî dikin em zaf ditengijin, destê me perçe dibe. Ev der ne li gor me ye, xwezla derfet hebûna û em vegeriyana gundê xwe.” 
 
MA / Ergin Çaglar

Sernavên din

01/04/2018
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin
15:18 Di dosyeya Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye!
14:52 Zext û gefan nehişt rojnameya Welat bê çapkirin!
14:45 Midurê Karê Nivîsan a Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasul jî hat binçavkirin
14:42 31 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
14:39 Rêveberiya Efrînê bang li NY'ê kir: Erka xwe pêk bîne
14:35 Dozger ji girtiyan re got ‘MÎT dikare bi we re hevdîtinê bike û tiştê pêwîst be em ê amade bikin’
14:33 ÎRA dê rapora Adarê ji bo Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê aşkere bike
13:34 Li fîrmaya ku ji sedî 80’yê karkeran kurd in kurdî qedexe kirin
13:05 Leşkerek li Çiyayê Cûdî birîndar bû
12:58 YDK: Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me
12:57 Operasyona tora civakî: Nûçegihana Jinnews Zeyrek binçav kirin
12:11 Gelê Efrînê şandeya Rûsyayê qewirand
12:08 Rêxistina Efoyê: Ji bo xwendekarên Bogazîçî kampanya çalakiyê da destpekirin
11:39 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:38 Îthalata Tirkiye li gorî îxracatê duqat zêde bû
11:13 Li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê
10:49 Alerjiya qeyûman a li hember bîrdaran didome
10:34 Daxuyaniyên Saziyên Navneteweyî yên Ozgurlukçu Demokrasî: mafê wan bidin
10:09 Endama Dîwana KCD'ê Guzel û hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin binçavkirin
09:59 Heyeta Bakurê Sûriyeyê: Karên me yên hevpar dê bi Fransayê re bidomin
09:35 Di serdema AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûn
09:35 Bariş: Fikra ‘operasyona li ser Şengalê’ ji bo hakîmyeta li ser erdnîgariyê ye
09:33 'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e'
09:32 Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin
09:30 Hîn jî hikûmet nikare biryara bide ku ka DAIŞ rêxistina terorî ye yan na!
09:29 Wekî fîlmê Pardon çêbû: 25 sal şûn de hatin berdan
09:28 Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma!
09:27 Dixwazin vegerin warê xwe
09:26 Hefteyeke trafoyê gund nayê çêkirin
09:26 Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin
09:01 Li Sêrtê 6 cerdevan hatin kuştin 7 kes birîndar bûn
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2018'AN
08:21 Li Îdirê 17 koçber şewitîn û mirin 38 kes jî birîndar bûn
29/03/2018
21:06 Belavkara rojnameyê Fendîk hat berdan
17:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan hat redkirin
17:16 Roboskiyan: Heya edalet pêk were…
16:31 Belavkara rojnamê Fendîk hat binçavkirin
16:19 Polîsan şeqam li xwendekarekê dan û binçavan kirin
16:08 Hejmara binçavkirina xebatkarên rojname û çapxaneyê zêde bûn
15:48 OSO talan kir lê di wergara tirkî de xistin situyê YPG'ê
15:46 Maşîneya leşkerî rastî êrîşê hat: 6 birîndar
15:24 ÎHD aqûbeta Gulmez ê 7 mehin agahî jê nayê girtin pirsî
15:03 Xizmetkarên tenduristiyê bertek nîşanî îxracan dan
14:28 15 sal ceza li Eren Keskin û Reyhan Çapan birîn
14:27 Rojnameger Polat: Dê neviyên Apê Mûsa ji xwe re riyên nû bibînin
14:12 Dadgehê cezayê pere li parlamentera HDP’ê Beştaş birîn
13:59 Polîsan di ser malê de girt û zarok derp kirin
13:53 Gardiyenan perdeya guhê girtiyê derp kirin teqand
13:25 Li Dêrikê notirvanê taxê jinek revand
13:14 Polîsê bersûcê teqîna mitînga HDP’ê: Piştî teqînê perwerdehiya GBT’ê dan min
13:14 Qeyûmê Nisêbînê bîrdariya Newrozê xera kir
12:26 3 wekîlên HDP'ê hatin darizandin
12:15 Rojên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dirêj kirin
11:38 Gelê Êzidî li dijî gefên Erdogan meşiyan