Dixwazin vegerin warê xwe 2018-03-30 09:27:39 EDENE – Jinên ku ji ber cerdevanî qebûl nekirin gelek sal berê tevî malbatên xwe koçî Çûkûrovayê kirin, ji bo debara xwe bikin, di şert û mercên nebaş de li nav bax û baxçeyan dixebitin. Jinan bi lêv kir ku ew dixwazin vegerin warê xwe.  Di salên 90’î de ji ber çewisandinên dewletê û ferzkirina cerdevantiyê gelek kurd, mal û milkên xwe berdan û koçî bajarên cuda kirin. Ji van malbatan hin jê li Taxa Belediye ya navçeya Ceyhan a Edeneyê bi cih bûn. Ferdên vê malbatê jinên ciwan ji bo debara xwe bikin bi heqedesteke erzan li nav bax û baxçeyan di şert û mercên giran de dixebitin. Jinan bi lêv kir ku êdî şert û mercên têde ne ew zêde ditengijînin û dixwazin vegerên warên xwe.    ‘ME ZILM DÎT’    Sakîne Toprak, bi lêv kir ku 31 sal berê ji ber wan cerdevantî qebûl nekiriye ji ber çewisandinan ji gundê Erdogdû yê Şirnexê kirç kirine. Toprak, anî ziman ku leşkeran mala wan şewitandiye û zilm li wan kiriye û ji ber vê ew hatine Edeneyê. Toprak got: “Tevî 8 zarokên xwe min her tiştê xwe hişt û em hatin vir. Dema em hatin vit tiştek me jî tune bû. Heta xaniyê ku em ewil ketine bê siwax bû. Paşê me erseyeke biçûk kirî û xaniyekî du odeyî çê kir. Deriyê xaniyê ku me çêkir jî tune bû. Ji dêvla derî me perde bi cih kirin. Paşê piştî çend salan şûn de me derî û pacê lêxistin.”    Toprak, diyar kir ku piştî wan koç kir demek şûn de hevjînê wê hatiye girtin û ew bi tenê maye. Toprak anî ziman ku bi salan bi li nav bax û baxçeyan xebitiye û hem li zarokên xwe hem jî li hevjînê xwe yê di girtîgehê de nihêriye. Toprak diyar kir ku dema ew ciwan bû li nav baxçeyan dixebitî, lê belê niha ji ber temenê xwe nikare biçe li nav erdan bixebite û got: “Niha bi çewalan fistiq tên malê em wan dişikînin û debara xwe pê dikin. Ez çewalê fistiqan bi 80 lîreyî dişikînim. Ji ber wekî din tu kar û barê me tune ye em vî karî dikin. Carinan bi tena xwe di 4 rojan de çewalek fistiq dişkînim. Lê tevî zarokan di 2 rojan de dişikînim. Pereyê ku em bi dest dixin têra me nake. Dema em fistiqan dişkînin di nav toz û duxanê de dimînin. Saeteke diyar a vî karî tune ye. Ji bilî wextên xwarinê em tim fistiqan dişkînin.”    ‘JIYANA ME NE TU JIYAN E’   Toprak behsa zor û zehmetiyên ku jin bi wan re rû bir û dimînin kir: “Tiştên min kişandin kesî nekişandiye. Dema li nav erd dixebitîm zarokek min li pişta min, yek di hemêza min de û dido jê jî di destê min de bûn. Havîn û zivistanan xweşikî me mal nedidît. Ji bo li zarokên xwe û hevjînê xwe yê di girtîgehê de binihêrim tim dixebitîm. Tenê êvarî dema em ji kar vedigeriyan û min li malê xwarin çê dikir, min ruyê malê didît. Hevjînê min 7 salan sirgûnî girtîgehên Amed, Sêrt, Îskenderûn û Konyayê hat kirin. Belê ji bo hevdîtinê diçûm, lê di şert û mercên zehmet de. Bi kurt û kurmancî jiyana me ne tu jiyan bû.”    Toprak bi lêv kir ku dema ew li gund bûn xaniyê wan, erseya wan, bax û baxçeyên wan, dewar û pezên wan hebûn. Toprak got, eger derfetên vegerê çê bibin ew dixwazin vegerin warê xwe. Toprak bi lêv kir ku halê herî zirab ê gundê wan jî ji vir çêtir e.    ‘EM JI BO ZAROKÊN XWE JI GUND DERKETIN’    Fatma Elçîçek jî diyar kir ku ew di sala 1990’î de ji gundê Ozlupelît ê Sêrtê tevî zarokên xwe ji ber zilma leşkeran derketine. Elçîçek destnîşan kir ku leşkeran cerdevantî li wan ferz kiriye, lê belê ji bo pêşeroja zarokên xwe wan ev yek qebûl nekiriye û ji gund derketine. Elçîçek, bi lêv kir ku dema ew ji gund derketine, leşkeran mala wan û baxçeyên wan şewitandiye.    Elçîçek, diyar kir ku ew jî li nav bax û baxçeyan xebitiye û got: “10 sal in fistiqan dişkînim. Berê li nav erdê pembû dixebitîm. Tu dahateke hevjînê min jî tune ye ji ber wê em mecbûr in bixebitin. Bi vî karî min zarokên xwe mezin kir û hin zarokên min zewicîn. Zarokên min ên zewicandî alîkariya me nakin, ancax debara xwe dikin. Niha ez û hevjînê xwe û du keçen xwe bi vî pereyî debara xwe dikin.”    ‘XWEZLA DERFETÊN ME HEBÛNAN Û EM VEGERIYANAN GUNDÊ XWE’   Elçîçek destnîşan kir ku ew tim dixebitin û got: “Em bi saetan dixebitin. Pereyê ku em werdigirin pir kêm e. Xweşikî em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Pê diçim bazarê, lê dîsa jî nikarim hemû lazmatiyan bikirim. Kîloya firingiyan bûye 5 lîre, ka bêjim çi. Ev der rezalet e, lê dema li gundê xwe bûma me yê bi rihetî debara xwe bikirana. Dema em vî karî dikin em zaf ditengijin, destê me perçe dibe. Ev der ne li gor me ye, xwezla derfet hebûna û em vegeriyana gundê xwe.”    MA / Ergin Çaglar