Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin

img

WAN – Kesên li YÎBO’yan xwendin, behsa wan kirin. Ferîde D., diyar kir ku li YÎBO’yan bo dehan xwendekar tên îstismarkirin, Erdal O., destnîşan kir ku YÎBO ji bo xwendekarên kur tên wateya “jiyana leşkerî”. 

Ferîde D. Û Erdal O., yên li Dibistanên Herêmê yên Seretayî yên Leylî (YÎBO) xwendin, behsa pêkanîn û istismara zayendî yên li YÎBO’yan pêk tên û bi wan re rû bi rû dimînin kirin. Ferîde D., ku li Colemêrgê dijî ji ber li gundên derdorê dibistan tune bûn, li Dibstana Herêmê ya Seretayî ya Leylî ya Keçan a Çagdaşê xwend. Ferîde, diyar kir ku mamoste hatiye mala wan û bavêê wê qaneh kiriye û ew li dibsitanê hatiye qeydkirin. Ferîde, behsa 3 salên xwe yên li YÎBO’yê kir û got: “Qet ji bîr nakim, ji heman gundî em nêzî 15 xwendekarên keç bûn. Dema em ketin polê, ji her derî xwendekarên keç hebûn. Di dawiya rojê de, di etuda êvarî de em hemû rûniştin û giriyan. Bifikirin nêzî 40 xwendekarên keç û em digiriyam. Ew roj û wê êvarê qet ji bîra min naçe. Paşê her sibeh dema şiyar dibûm, min digot ez ê biçim malê. Lê belê paşê êdî veguherî dildariyeke bi zorê û 3 salan li YÎBO’yê mam.” Ferîde, destnîşan kir ku dema mirov li YÎBO’yê dixwîne bêhêvî dibe û tim ji xwe dipirsa “ka dê çi ji min dere?” Ferîde diyar kir ku ruhiyeta wê nebaş bû û dema di rê de dimeşiya xwe ditewand û dema malbat hay ji vê rewşê çê bûye xwe pê de aciz kirine. 
 
Ferîde, bi lêv kir ku YÎBO ji bo zarokên keç trajediyek e û got: “Îstismar, şidet gelek tişt tên te dibînin. Mamosteyekî me hebû, navê wî Hakan bû. Paşnavê wî nayê bîra min. An jê min ê aşkere bikirana. Îşkenceya ku wî li me dikir, niha dema tê bîra min difikirim me çawa îdare dikir. Ez ê mînakeke biçûk bidim; Ew zilam dihat polê û ji me hemûyan re digot ‘toqeyên di serê xwe de derxin.’ Ev dihat wateya ku dê bi dorê li me bide, li serê me bide. Bi salan wisa li me kir.” 
 
‘MAMOSTE AHMET BI DEHAN ZAROK ÎSTISMAR KIRIN’ 
 
Ferîde, diyar kir ku mamosteyê bi navê Ahmet jî, bi dehan xwendekarên keç îstismar kir. Ferîde got: “Me hemûyan digot qey mamoste Ahmet ji me hez dike. Dihat em hemêz dikirin û maç dikirin. Paşê xwendekar îdare nekiriye û çûye bi midur re axiviye. Dû re her tişt aşkere bû. Li dibistanê mamoste Ahmet bi dehan xwendekar îstismar kiribûn. Demildest ew tayînî dibistaneke din kirin. Yanî tiştên kiribû jê re nehatibûn gotin. Xwezî me wan rojan mamosteyên li xwendekaran didan û îstismar dikirin gilî bikirana. Wê niha wan jî wekî qet tiştek nebûbe li dibistanên din bi rihetî tev negeriyanan.” Ferîde bi lêv kir ku tekane tişta ku YÎBO li wan peyda kiriye, ew jî dostanî bû ye û ew hemû xwendekarên polê dostên hev bûn. 
 
‘YÎBO JI BO XWENDEKARÊN KUR JIYANA LEŞKERÎ BÛ’ 
 
Erdal O., ku li Dibistana Herêmê ya Seretayî ya Leylî ya Suleyman Demîrel xwend, destnîşan kir ku YÎBO ji bo xwendekarên kurd cihên “tîmarkirinê” û “terbiyekirinê” ne. Erdal, bi lêv kir ku ji ber ku dibistan li derveyî bajêr hatibû çêkirin, dawiya hefteyê jî nikaribûn derkevin derve û got: “Te dît dibêjin li serê çiyê ye, dibistana me jî li cihekî wisa bû. Em ji nexweşînan, birçînan bimiranan jî me nikaribû biçe çarşiyê. Lê belê dema îdareya dibistanê destûr bidana, me bi serwîsê dibirin.” Erdal ku got “YÎBO ji bo zarokên kur tê wateya jiyana leşkerî. Çawa ku fermandarek li leşkerekî dide, bi heman awayî li me didan” ev tişt gotin: “Rojekê di merasîma sibehê de tiştek bibû. Bi dorê li me hemûyan dan. Lê darekî wisa di destê midur de bû ku naxwazim bînim bîra xwe. Ez jî zarokekî zihîf bûm, çawa li destê min da ez ji ser hişê xwe ve çûm. Min ev bûyer qet ji bîr nekir.” 
 
‘AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE BÛ’ 
 
Erdal, destnîşan kir ku li dibistanê axaftina bi kurdî jî qedexe bû. Erdal, diyar kir ku paşê ew div î warî de bi zehmetiyan re rû bi rû mane. Erdal got, di betlaneyan de dema ew diçûn cem malbatên xwe, bi zorê bi kurdî diaxivîn. Erdal domand: “Li ser dîwarên dibistanê, panoyan, şanoyên wê, pêşbirkên wê yên sporê hemû bi tirkîtiyê û alayan xemilandîbûn. Li her derî ev tişt hebûn. Wê demê em zarok bûn, me nizanibû ka çi ne. Dema mamoste ders vedigotin, me tim hewl dea ku bi kurdî biaxivin, lê tim bi me de dixeyîdîn. Di betlaneya havînê ya pola heftan de diya min bi kurdî bi min re xeber dida, lê min bersivên eletewş didan. Yanî bersiv xweşikî ne bi kurdî bûn ne jî bi tirkî bûn. Paşê diya min got ‘me te şand ku hûn bibin xwedî mesleg lê te xeberdan jî ji bîr kiriye.’ Lê paşê her çend me lê dan bixwarana jî, êdî me dev ji kurdî berneda.” 
 
MA / Nimet Olmez 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/04/2018
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin
15:18 Di dosyeya Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye!
14:52 Zext û gefan nehişt rojnameya Welat bê çapkirin!
14:45 Midurê Karê Nivîsan a Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasul jî hat binçavkirin
14:42 31 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
14:39 Rêveberiya Efrînê bang li NY'ê kir: Erka xwe pêk bîne
14:35 Dozger ji girtiyan re got ‘MÎT dikare bi we re hevdîtinê bike û tiştê pêwîst be em ê amade bikin’
14:33 ÎRA dê rapora Adarê ji bo Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê aşkere bike
13:34 Li fîrmaya ku ji sedî 80’yê karkeran kurd in kurdî qedexe kirin
13:05 Leşkerek li Çiyayê Cûdî birîndar bû
12:58 YDK: Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me
12:57 Operasyona tora civakî: Nûçegihana Jinnews Zeyrek binçav kirin
12:11 Gelê Efrînê şandeya Rûsyayê qewirand
12:08 Rêxistina Efoyê: Ji bo xwendekarên Bogazîçî kampanya çalakiyê da destpekirin
11:39 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:38 Îthalata Tirkiye li gorî îxracatê duqat zêde bû
11:13 Li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê
10:49 Alerjiya qeyûman a li hember bîrdaran didome
10:34 Daxuyaniyên Saziyên Navneteweyî yên Ozgurlukçu Demokrasî: mafê wan bidin
10:09 Endama Dîwana KCD'ê Guzel û hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin binçavkirin
09:59 Heyeta Bakurê Sûriyeyê: Karên me yên hevpar dê bi Fransayê re bidomin
09:35 Di serdema AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûn
09:35 Bariş: Fikra ‘operasyona li ser Şengalê’ ji bo hakîmyeta li ser erdnîgariyê ye
09:33 'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e'
09:32 Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin
09:30 Hîn jî hikûmet nikare biryara bide ku ka DAIŞ rêxistina terorî ye yan na!
09:29 Wekî fîlmê Pardon çêbû: 25 sal şûn de hatin berdan
09:28 Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma!
09:27 Dixwazin vegerin warê xwe
09:26 Hefteyeke trafoyê gund nayê çêkirin
09:26 Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin
09:01 Li Sêrtê 6 cerdevan hatin kuştin 7 kes birîndar bûn
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2018'AN
08:21 Li Îdirê 17 koçber şewitîn û mirin 38 kes jî birîndar bûn
29/03/2018
21:06 Belavkara rojnameyê Fendîk hat berdan
17:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan hat redkirin
17:16 Roboskiyan: Heya edalet pêk were…
16:31 Belavkara rojnamê Fendîk hat binçavkirin
16:19 Polîsan şeqam li xwendekarekê dan û binçavan kirin
16:08 Hejmara binçavkirina xebatkarên rojname û çapxaneyê zêde bûn
15:48 OSO talan kir lê di wergara tirkî de xistin situyê YPG'ê
15:46 Maşîneya leşkerî rastî êrîşê hat: 6 birîndar
15:24 ÎHD aqûbeta Gulmez ê 7 mehin agahî jê nayê girtin pirsî
15:03 Xizmetkarên tenduristiyê bertek nîşanî îxracan dan
14:28 15 sal ceza li Eren Keskin û Reyhan Çapan birîn
14:27 Rojnameger Polat: Dê neviyên Apê Mûsa ji xwe re riyên nû bibînin
14:12 Dadgehê cezayê pere li parlamentera HDP’ê Beştaş birîn
13:59 Polîsan di ser malê de girt û zarok derp kirin
13:53 Gardiyenan perdeya guhê girtiyê derp kirin teqand
13:25 Li Dêrikê notirvanê taxê jinek revand
13:14 Polîsê bersûcê teqîna mitînga HDP’ê: Piştî teqînê perwerdehiya GBT’ê dan min
13:14 Qeyûmê Nisêbînê bîrdariya Newrozê xera kir
12:26 3 wekîlên HDP'ê hatin darizandin
12:15 Rojên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dirêj kirin
11:38 Gelê Êzidî li dijî gefên Erdogan meşiyan