Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin 2018-03-30 09:26:01 WAN – Kesên li YÎBO’yan xwendin, behsa wan kirin. Ferîde D., diyar kir ku li YÎBO’yan bo dehan xwendekar tên îstismarkirin, Erdal O., destnîşan kir ku YÎBO ji bo xwendekarên kur tên wateya “jiyana leşkerî”.  Ferîde D. Û Erdal O., yên li Dibistanên Herêmê yên Seretayî yên Leylî (YÎBO) xwendin, behsa pêkanîn û istismara zayendî yên li YÎBO’yan pêk tên û bi wan re rû bi rû dimînin kirin. Ferîde D., ku li Colemêrgê dijî ji ber li gundên derdorê dibistan tune bûn, li Dibstana Herêmê ya Seretayî ya Leylî ya Keçan a Çagdaşê xwend. Ferîde, diyar kir ku mamoste hatiye mala wan û bavêê wê qaneh kiriye û ew li dibsitanê hatiye qeydkirin. Ferîde, behsa 3 salên xwe yên li YÎBO’yê kir û got: “Qet ji bîr nakim, ji heman gundî em nêzî 15 xwendekarên keç bûn. Dema em ketin polê, ji her derî xwendekarên keç hebûn. Di dawiya rojê de, di etuda êvarî de em hemû rûniştin û giriyan. Bifikirin nêzî 40 xwendekarên keç û em digiriyam. Ew roj û wê êvarê qet ji bîra min naçe. Paşê her sibeh dema şiyar dibûm, min digot ez ê biçim malê. Lê belê paşê êdî veguherî dildariyeke bi zorê û 3 salan li YÎBO’yê mam.” Ferîde, destnîşan kir ku dema mirov li YÎBO’yê dixwîne bêhêvî dibe û tim ji xwe dipirsa “ka dê çi ji min dere?” Ferîde diyar kir ku ruhiyeta wê nebaş bû û dema di rê de dimeşiya xwe ditewand û dema malbat hay ji vê rewşê çê bûye xwe pê de aciz kirine.    Ferîde, bi lêv kir ku YÎBO ji bo zarokên keç trajediyek e û got: “Îstismar, şidet gelek tişt tên te dibînin. Mamosteyekî me hebû, navê wî Hakan bû. Paşnavê wî nayê bîra min. An jê min ê aşkere bikirana. Îşkenceya ku wî li me dikir, niha dema tê bîra min difikirim me çawa îdare dikir. Ez ê mînakeke biçûk bidim; Ew zilam dihat polê û ji me hemûyan re digot ‘toqeyên di serê xwe de derxin.’ Ev dihat wateya ku dê bi dorê li me bide, li serê me bide. Bi salan wisa li me kir.”    ‘MAMOSTE AHMET BI DEHAN ZAROK ÎSTISMAR KIRIN’    Ferîde, diyar kir ku mamosteyê bi navê Ahmet jî, bi dehan xwendekarên keç îstismar kir. Ferîde got: “Me hemûyan digot qey mamoste Ahmet ji me hez dike. Dihat em hemêz dikirin û maç dikirin. Paşê xwendekar îdare nekiriye û çûye bi midur re axiviye. Dû re her tişt aşkere bû. Li dibistanê mamoste Ahmet bi dehan xwendekar îstismar kiribûn. Demildest ew tayînî dibistaneke din kirin. Yanî tiştên kiribû jê re nehatibûn gotin. Xwezî me wan rojan mamosteyên li xwendekaran didan û îstismar dikirin gilî bikirana. Wê niha wan jî wekî qet tiştek nebûbe li dibistanên din bi rihetî tev negeriyanan.” Ferîde bi lêv kir ku tekane tişta ku YÎBO li wan peyda kiriye, ew jî dostanî bû ye û ew hemû xwendekarên polê dostên hev bûn.    ‘YÎBO JI BO XWENDEKARÊN KUR JIYANA LEŞKERÎ BÛ’    Erdal O., ku li Dibistana Herêmê ya Seretayî ya Leylî ya Suleyman Demîrel xwend, destnîşan kir ku YÎBO ji bo xwendekarên kurd cihên “tîmarkirinê” û “terbiyekirinê” ne. Erdal, bi lêv kir ku ji ber ku dibistan li derveyî bajêr hatibû çêkirin, dawiya hefteyê jî nikaribûn derkevin derve û got: “Te dît dibêjin li serê çiyê ye, dibistana me jî li cihekî wisa bû. Em ji nexweşînan, birçînan bimiranan jî me nikaribû biçe çarşiyê. Lê belê dema îdareya dibistanê destûr bidana, me bi serwîsê dibirin.” Erdal ku got “YÎBO ji bo zarokên kur tê wateya jiyana leşkerî. Çawa ku fermandarek li leşkerekî dide, bi heman awayî li me didan” ev tişt gotin: “Rojekê di merasîma sibehê de tiştek bibû. Bi dorê li me hemûyan dan. Lê darekî wisa di destê midur de bû ku naxwazim bînim bîra xwe. Ez jî zarokekî zihîf bûm, çawa li destê min da ez ji ser hişê xwe ve çûm. Min ev bûyer qet ji bîr nekir.”    ‘AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE BÛ’    Erdal, destnîşan kir ku li dibistanê axaftina bi kurdî jî qedexe bû. Erdal, diyar kir ku paşê ew div î warî de bi zehmetiyan re rû bi rû mane. Erdal got, di betlaneyan de dema ew diçûn cem malbatên xwe, bi zorê bi kurdî diaxivîn. Erdal domand: “Li ser dîwarên dibistanê, panoyan, şanoyên wê, pêşbirkên wê yên sporê hemû bi tirkîtiyê û alayan xemilandîbûn. Li her derî ev tişt hebûn. Wê demê em zarok bûn, me nizanibû ka çi ne. Dema mamoste ders vedigotin, me tim hewl dea ku bi kurdî biaxivin, lê tim bi me de dixeyîdîn. Di betlaneya havînê ya pola heftan de diya min bi kurdî bi min re xeber dida, lê min bersivên eletewş didan. Yanî bersiv xweşikî ne bi kurdî bûn ne jî bi tirkî bûn. Paşê diya min got ‘me te şand ku hûn bibin xwedî mesleg lê te xeberdan jî ji bîr kiriye.’ Lê paşê her çend me lê dan bixwarana jî, êdî me dev ji kurdî berneda.”    MA / Nimet Olmez